Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e
Ewr di himbêza wî ya fireh de derin û tên,
pisîkên spî çêdikin,
kûçikan çêdikin, ew kûçikên ku gava direwin,
pembû ji devê wan difire!
Hespên ji kefê di nav asoyan re digerin çêdikin,
Kurd siberoja xwe tîne bîra xwe dema ez serdana wî dikim
û wî bi bermailkê tozê dûr dike
dûr ji min biçe
ji ber ku çiya ew çiyan e
û Vodka vedixwe ta nîgaş bide alîkî
ez di ne rastî guhêzê de rêwiyekim
û qulinga teres birayên minên sersam in
û ji ser nasnameyê xwe sihan dadiweşîne
nasnama min zimanê min e
Rabe helbestvano!!
Rabe di navbera ken û girî de
Destên xwe bi ava behrê şil bike!!
Rabe di navbera helbest û hêviyê de
Kolanên Amûdê bi xewnên xwe kil bike!!
Rabe Xerîbo!!
Rabe dîwarê xerîban bi bêrîkirina xwe bixemilîne!!
Rabe di şevê de biçurise û dilê min bi agirê xwe bişewitîne!!
****
Lehengo Nûrî Dersim!
Bijî Çiyayê Dersim
Jiyana te ya dijwar
Va ez bi zêr dirêsimز
Bi saya kesên wek te
Buhişt bibe mala te.
Xweş silava bigihîn
Wan şehîdên rêka te;
Seyid Riza û Şêx Seîd,
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bi azadî, bûn mirîd.
Bo rêka te î dijwar
ez
bi pêpelokên rastî û zanastiyê
ber bi kamilbûn û arifbûnê ve
hildikişim
li ser rêya aqil û mantiqa felsefê
bêrawestan dimeşim
tûrikê pêşeroja nediyar
bi îlhama eşqa nûraniyê
dadigirim
rengê wêneya fazîlet û heqîqetê
li albûma qîblegeha derûniya xwe
Ber bi destên te ve,
evîn tê.
Li ser baskên wê
giyanê min
diponije.
Evîn
li ser destên te
şipya radiweste!!
Tu û ew
di eşqa min de,
di raza min de,
neçar dimînin
û ta destê sibehê
dihizirin...
O1.06.2022
***
Bawer bike Yar
Îro çelê min e
Ku ez bê te mirî me. .
Rojê çel cara
Giyanê min
Berê xwe dide
Singa te. .?.
Bê te jiyan xave
Bê te ez tî me.
Birçî me.
Kani yê Evîn ê Zuhabûn
Meçiqîn.
Xwunavê hêvi ya ji pelê
Dara min
Berê xwe guherîn.
Emê li dora gerdûnê bifirin
giyanên xwe weşan bikin
mîna nameyên evîndarên windayî
hêviyên xwe bi rêyên peyvan weşan bikin
volkan êrîşî me dike
ji ber çi mirov evîndarê xemgîniya xwe ye
ey firindeya min
qêrîna min dubare bike
ji germbûna sîngê te
Veqetandina min
Ji ref û mana li şûn Wara
Ji şert û mercên
Bendewariya te bû
Û xwesteka min
Ma nixumandî
Di bexçikê poşmaniyê
De ka em
De ka em barana buhara qederê
Ji ewrên stewr
Bi dizin
De ka em keskesoran
Ji sînga asoyên berz û bilind
Bi dizin
Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş
Li çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîştî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane
Zû were!..
Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piştê vekiriye
Tikaye!..
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Razê..
Dixwazim bi dizî.. Bi tenê
Navika demê vekolim
Tewla şevê dirêjbikim
Çima para min
Biharên kurmlêketîne
Çima li ber deriyê min
Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne
Ne ez
Li serê çiyayên rût
Rojê werbêj dikim
Ne roj
Baskên qulingan bi ser min de
Vedigre
Razê..
Ez im generalê payizê..
Ez ê tu carî xêr nedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî
Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nerme ba ye
Min got
Min got û min got
Ta ku
Gotin û peyvê min
Di bin lingê tirs û şermezariyê de
Ji keçikanî ketin
Min deyaxa dil
Li ser rûpelên jînê bê nerx firot
Ta ku mûm û ronakên min
Di civatên şanogeriyê de
Bi navdarî vêketin
Min ferhenga baweriyan
Bi pêtên xweziyên dil sot
Wêneyin ji paxila Efrînê
yan
Efsaneya zeytûnan
1
Li ser rêya rêwîtîyê
di navbera germa
havîn û xulmaşîyê de
bêxewîyê matmayî
liyana dilê min dirêsa.
2
Li ser kevîya bêhrîyê
jovanîya min
Hevdemê Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrîj e, yek ji helbestvanên herî kevin e li Cizîra Rojavayê Kurdistanê ku hetanî aniha li dinê ye û hêj helbesta klasîk dinivîse.
Dibe ku hûn niha helbesta min a dawî dixwînin,
dibe ya destpêkê be,
Ya rastî ez nema biser destpêk û dawiya helbesta xwe ve dibin.
Carê, hin helbestên min bi çêja meqamê nehawendê bûn,
Hin jê bi rengê bayê, rengê avê û axê diçirisîn,
We diye, çawa carna du evîndarên fedyok, bi dizî awiran diçirisînin,
Êdî Hêsir ji Baroveya Efrînê re dibêjin:
Hey Hawarrrrrrrrrr
Mirin li Kolanên Dil Sîwanên xwe vedigire..
Ne Xwedayekî bawerpê,
ne Asmanekî parêzvan û ne Erdeke aram..
Li Dayikekê guhdarî dikim,
li ber Çavên min Şîrmijê xwe bi Axê dilorîne..
ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim
tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava şewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
LEZ
Wexata min nîne ....
Di rabûn û rûniştina xwe de
Ez bilezim
Di xwarin û vexwarinê de
Ez bi lezim
Di meş û silavdayînê de
Ez bi lezim
Tenê du bînvedan
Bi hûrbînî lê dirawestim
Vexwendina çavên te
Û nivîsîna helbestê
Gav û dema ji min didizin ......
vê êvarê...
di xilmaşiyê de
dilê min dibije te
dilê min ê şûm
peyadar e di qelaçên sînga te de
hêlînên kewsûskan
vedixepêre
gûmaneke bihnperkî
xwe çeng dike sifirneyê
firte – firta dilxerabiyê ye
gelo dibe ku careke din
baran sîwana xwe
venegre?
û
Dem nedema xem û giryanê ye.
Jan ji êşê bihêztir e,
teka zarokê bêpêngav e,
çi rêya naxwaze.
Di nava birînên min de, heyv giriya,
ewra sahî bariya,
rêvîng im, rê qetiya,
di rêya min de, rê reviya.
Hizrên min li hev dicivin.
Ramosanek ji lêvên mirinê
axa min jibo wê ye,
Penaberek qurnisandî
Ser di ber de ,
Li ser çoga di pûnijê .
- min xwe gihan de tihêla wî
Rawestiyam .
Di rewşa wî de ramiyam
Min nehişt ku bi ke dengê ,
xiş xiş û pêjinê .
- ji nişkave serê xwe rakir
Min li çavên wî meyzekir
Rondikên ziwa
Ji wan di hatin xwar
Kela girî ,
xwe di qirika wî de nagirê .