Share |

Helbest

  dîsa dergehê xewnên lerzî yên sar û bêzar.... li min vebûn     

      Hemza … ey terhikê Sibehê Di gundê welat de Tu kete dergoşa xwe de Leymonekê Çiza dike Seyranê dimije   Bilind tu bi çûkan re dileyize Dibeze … diweste Fêr dib Şaş dibe … durust dibe  Dilê teyî kêfxweş

  vê sibehê,

    Sikeyê salan pestandî di singan de kok bî genî vê serdemê kêliyên xewnên bê çare  di hundurê tarîstanê de vêxistin kuştinê deryên jiyanê vekirin Textê bêbextiyê derizî Paytext  îro ji mirinê kêferatê vala dike    Li dijî hatina rojê

      li nav qelebalixa hestên îsyankar xwe dispêrim tenêtiya şevên peritî şewata agirê hesret û bêrîkirinê vemirî ji rûpelên salnameya qurmiçî toza bîranînên tevizandî diweşin birîna kovanan di dûyê cixarê de dikişînim hinavên xwe

  Kê ez da me gula te Ez diçemînim ji wî çemî re giyanê xwe Ma ez saz kirim An li gemiya şarekî bê navnîşan Êvarekê siwar kirim

  Vê sibehê, Tu Amûda min î Tu lorîn û dergûşa sirûda min î Tu pirtûk û ferheng û xwîna zimanê min î Tu baskên rojê û zîveewrên esmanê min î Tu dîna min î Tu vîna min î Tu şadî û tu rûpelên şîna min î

                            Li ser rêka  tavê dişopînim          Rêncbertiya liqata melw yên   Li jor girêdayîn û nêçîra  nêrkûviyan          Ling çaroxan ranagirin

    ((.. Biharên we.. Yên wan... Yên me... Gelek zarokên ji pişta min Gorandin.....)).. (ez..,  çaxê ku ji helbesta xwe re li navekî digeriyam)   ***   Ev ro li min ne xweş e.

  Piştî deh salan… Me hevdû dît..! Li welatekî sar Me destên hev diguvaştin… Û Çavên hev radimûsandin Digote min: Min Peyalek şîr divê…   Li wî cihê efsaneyî û sar

  Diyarî ji yê ku dil û mejîbirîn dikir     Bi salan, vê pirsê ji xwe dipirsim? bê çima te, û bê sedem, ev kiryarên bêwate, yên ji qidûmxistinê, ji hişveçûnê, bi min dikir. ……………. Te hişt ku ev êş,

    Vê şevê, Li rûyê mirinê dinêrim, Rûyekî ji dilê min Ji kefenê xewna min Û ji berfa hasten min Spîtir e… Xwedê dilerize, Pinpinîk dişewitin, Bahoz poşman dibin, Destên qederê ji ser milên min dikevin.. Ez jî çavên miriyên xwe di kila xatirxwestinê de vedikim...  

    lê lê dilberê bi sonda hesreta dilê bêsebir li benda bixêrhatina te me li danê êvaran di kolanên te yên kavilbûyî re derbas dibim li nav peşkên barana payîzê bêhna henasa gewriya te dikişînim nava xwe

  Newroz! Newroza pîroz! Strana evîndarên rojê û serkeftinê! Şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî! Dengbêjiya mirinê vedigerînî jînê! Herifandina dîwarê virên asê! Efsana çîrok û çîvanokan! Qiblegeha kevneşopiyê! Cejna kuştina ejdeharê heftserî û evîna xwedawendên xweşiyiyê!

  Ev sibeh, ne ji rêzê ye. Cav, ne evêndarên xewê ne.  Evînî ji gundê me dibare. xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine. Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne. Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin. Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.

bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman   dinivisînim şopa tirsa demsalên hovane di kefa destê xwe de vedişêrim pêşeroja min di herika rûbarên giyan de xeniqî ji gewriya nûçeyên rojane