"Bi henekek biçûk ez û Ciwan, me dest bi nivîsîna stranan kir û ew henek mezin bû û li her derê belav bû. Bû rastîyeke pir xweş."
Wisa helbestvana Kurd, Dilber Haco çîroka xwe bi helbestê re şîrove kir.
Dîlberê çavê xwe di malbateke mezin û navdar de, li Tirbêsipî vekir û fêrî hezkirina welêt û çand û hunerê bû.
Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû.
Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.
LEZ
Wexata min nîne ....
Di rabûn û rûniştina xwe de
Ez bilezim
Di xwarin û vexwarinê de
Ez bi lezim
Di meş û silavdayînê de
Ez bi lezim
Tenê du bînvedan
Bi hûrbînî lê dirawestim
Vexwendina çavên te
Û nivîsîna helbestê
Gav û dema ji min didizin ......
Roja 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Şêx Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriya bihîst. Piştî nexweşiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.
Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê lidar ket
Roja 11ê Cotmehê 2017ê, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê ji aliyê desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê û di bin duruşma “Wêjeya Gelan li Rojava zindî dibe” lidar ket.
Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”
Dr. Ehmed Xelîl ... werger: Heyder Omer
Iblîskirina şahê Med Ezdehak yekek ji xelekên awanbaziya mezin a Farisan dij Medan û şahinşîna wan bû. Ew awanbazî bi kurtahî wusa bû:
Fêlbaziya Kureş:
Ji peyvê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes hunermenda kurd Leyla Ferîqî stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.
Leyla Ferîqî îro hevdem ligel destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.
Hunermendê kurd Cemîl Horo yek ji sembolên hunera Efrînê ye, bi berhmenên xwe yê dengbêjiyê hunera kurdî dewlemend kir, li gel hejmareke ji hunermedên kurd beşdarî şahî û festîvalan bû. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî hat girtin.
Hunermendê Kurd Kanîwar yê ji bajarê Qamişlo ku bêtirî 25 salan e koçberî Ewropayê bûye li welatê Hollandayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.
Kanîwar ku temenê wî 55 salî bû, ji zêdetirî 30 salan ve dest bi mûzîkê û stanan kiriye û xwedî gelek berhem bûye, wek “Xwazî Yarê, Hatin Ewropa, Xwazî dayê zarokek ba ma”
Delîl Dîlanar di sala 1973an de li gundê Orginos yê girêdayî navenda Mûşê hatiye dinyayê. Delîl, ji ber gotina stranekê di sala 1995an de hate sirgûn kirin. Piştî sirgûniyeke 20 salan di sala 2015an de vegeriya welêt.
vê êvarê...
di xilmaşiyê de
dilê min dibije te
dilê min ê şûm
peyadar e di qelaçên sînga te de
hêlînên kewsûskan
vedixepêre
gûmaneke bihnperkî
xwe çeng dike sifirneyê
firte – firta dilxerabiyê ye
gelo dibe ku careke din
baran sîwana xwe
venegre?
û
Kitêba çîrokan a Mihemed Ronahî “Kûçikistan” di nav weşanên Avesta de derket. Mihemed Ronahî ji mehekê zêdetir e, ji ber axaftinên xwe yên sala 2012-2013an di hepsa Diyarbekir de girtî ye.
Bi helkefta roja 25 Eylûlê roja Referendum Serxewbûna Kurdistanê Hunemrndê Ciwan lawê rojavayê Kurdistanê Xelîl Botanî vîdyo kilîpek belav kir bi navê " dewleta kurdî”.
Ev kilîp di nava sutişta Kurdistanê li devera Berzan û Amêdiyê hatiye wênekirin û ji peyvên stranê yê Ednan Ibrahîm e û Derhênana Lezgîn Mehmûd e.
Roja (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe