‘Sêyemîn Mehrîcana Kurteçîrokê ya Rojava’ bi durişmeya “Li ser lorîkên dayîkan em çîrokên xwe birêsin” bi beşdariya 55 çîrokên ji Rojava, Başûrê Kurdistanê û Ewrûpayê destpê kir.
Dema dûrî Kobanî dikevim, wenda dibim, dema wenda dibim ez diçim li Kobanî li xwe digerim
Min pişta xwe da Kobanî, û ez meşyam ta gihiştim sînor, ez li Kobanî zîvirîm û min got: Ne xem e, ku payîz were û pelên min biweşin, lê ditirsim Buhar were û pelên min nepişkivin.
Hevpeyvîn: Qadir Egîd
-Di serî de em dixwazin ku hun hinekî li ser kurte jiyana xwe baxivin?
Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangehek taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir, ku ji peykerên hesinî bûn û li derve û di nav suriştê de bû.
Birêz Seywan dibêje: "Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner azad be ji ber wê ez hatim gund û min li ser sînga suriştê berhemên xwe belav kir."
Kovara Nûbihar bi hejmara xwe ya 135an bi şekl û şemaleke nû dekete pêşberî xwendevanên xwe. Ji mîzanpajê bigre heya bergê, ji logoyê bigre heya kalîteya rûpelan bi terzeke nû derket.
NAVEROKA JIMARA 135AN
2yemîm Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar dixe bi beşdariya 72 weşanxaneyan li Sumerparkê dest pê kir. Hevşaredar Gultan Kişanak di pêşangehê de axivî, diyar kir ku TUYAP ji ber hin sedeman pêşangeh venekir û got, “Ji ezmûna sala par diyar bû ku em dikarin vî karî bikin.”
Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.
Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.
Civaknasê navdar ê Tirk Îsamil Bêşikçî beşdarî di starneka Kurdî de dike ku li ser avabuna dewleta Kurdîye û dibêje:(Ez zanim Kurdistan çêbe).
Ew stran ku hat belavkirin, strana hunermendê navdarê ê Kurd Nîzamettîn Arîç û Bêşikçî û Eskerê Boyik ku nivîserekê navdarê Kurdên Ermenîstanê ye pişikdarî di vê stiranê de kirîne.
Helbestvanê Kurd ê ji rojava Kurdistanê Mihemed Elî Hiso li bajarê Qamişlo di temenê xweyî 86 salan de çû ser dilovanya xwedê.
Di sibeha roja 4 Adarê de Helbestvanê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li piştî demekê ji nexweşiyê çave xwe li jiyanê girt.
Li xewa şevên bêxewiyê
serê xwe datînim ser balifa
bîranînên pînekirî
û dikevim nav xeyalên
kûr û tûj
pişta xwe dispêrim
bayê felekê
û li demên gemar
temaşe dikim
ey mirovahî
celadên çavsor
bi tank û topan
min dorpêç dikin
guleyên qaleş
Google Translate 13 zimanên din jî tevlî bernameya xwe ya wergerê kir. Ji van zimanan yek jî, ji zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî ye.
Piştî 13 zimanên din, êdî Google bi 103 zimanan xizmeta wergerê dide.
Azer Osê şiwêş Helbestvan û rojnemavenakî Kurde, li rojavayê Kurdistanê, gundê Xirbe Xedîr yê girêdayî bajarê Amûdê di Payîza sala 1964’an de çavên xwe li jiyanê vekirye, dibistana seretayî li gund a Amadeyî li bajarê Amûdê qedandiye û li Zanîngeha Helebê beşê Endezyariyê di sala 1988’an qedandiye.
Komîteya amadekar a pêncemîn kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di 29/1/2016 de, li navenda Aştî ya civaka sivîl, li bajarê Hisçayê li hev civiyan. Di civînê de endamê komîteya kargêr a HRRK ê Ehmedê Huseynî û pirraniya endamên komîteya amadekar amade bûn.
Di salavegera yekemîn ya rizgarkirina Kobaniyê de, bajarê Kobaniyê sînga xwe li ber xelkê xwe vekir da ku şahiya rizgarkirina wê bibîr bînin, tevî êş û wêraniya wê lê ew bûye semboleke mizin ji gelê Kurd re.
Hunermendê navdar Mehmûd Ezîz bi awaz û stranên xwe li wir amade bû, da ku şahiya rizgarkirinê bi xelkê Kobaniyê re par bike.
Hunermendê Kurd yê navdar Kerîm Kaban di roja pêncşemê de 14-1-2015 li nexweşxaneya şar li Silêmaniyê koça xwe ya dawî kir.
Biryare îro danê nîvro hunermaendê mezin bê oxir kirin û termê wî bi axê bi sipartin.
Ne welat e
ne yar e
ne gul e
ne seyrane
rondik e
ew mirin e
xurbetê
ez kuştime.
pencere derî girtîne
nepirseke kesek nîne
balîf şil bûye ji hêsira
êşa xurbetê dijware.
eger mirim li dûriyê
canê min nehêlin virê
li ser kêlê min binivîsin
mixabina salên çûyê.
emir borî ne hevale
Ji Evîna Rojên Kevin:
Gorişme: Çavpêketina Serxetiyan û Binxetiyan
Di salên 1961/1962/1963/an de, rola qaçaxa ku di gundên ber sînor re dibû, qube û mezin bû..
Li bajarê Amûdê û di 1ê çileyê de, radyoya amûdê fm, weke radyoyeke xwecihî
dest bi wşana xwe ya zindî kir.
Xebatkar û karmendên amûdê fm perwerde û rahênanên karên ragihandin û bitaybetî yên radyoyê bidawî kirin, wisa dest bi karê xwe kirin.
Stranbêja kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi semînarekê hate bibîranîn. Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê dibêjin ku divê nifşên nû jî hunermendên weke Eyşe Şan nas bikin ji bo ku ew jî kultûr û çanda xwe biparêzin.