Bi mebesta avakirina pirên çandî bi rêya Helbestêdezgeha INNER CHILD PRESSbelavokek belav kir û têde daxwaz ji Helbestvanên rojavayê Kurdistanê dike ku helbestên xwe bişînin taku wek Antologiya Helbesta kurdî ya Rojavayê Kurdistanê di encam de belav bibe.
Berî 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê şewat derket û 283 zarok têde mirin. Ji bo bîranîna van zarokan niha bi navê "Sînemaya 13" sînemayek nû hat vekirin.
Sefqan Orkêş: Nikarim Terka Amûdê Bikim, Ger Ez Dûrî Wê Dikevim, Bêhna Min Diçike.
- Çaxa ez bûm refa nehan min helbesta bi navê “Amûdê Hêlîna Dilan ” nivîsand.
- Arta FM: Eger ez bêjim şûna mala min girtiye dibe ku her kes bawer neke.
WERGÊRANA . Hasan SILÊVANI
Van hemû bajêran dê hêlim
Ewên min ditîn ûyên nedîtîn
Ezê jinan û meyê ûhevalan hêlim
Û bitinê dê li makera xwe suwar bim
Û dê di vê rêya zirav re çim
Pirtûka nivîskarê kurd Ebdulkerîm Surûş bi navê 'Ji kelepora kurmancên îranê gilî û gazindên evîndaran' ji weşanxaneya Nûbiharê derket.
Nivîskar li nav gund û bajarên devera Kurmancên Îranê gav bi gav pey heyranok û heyranokbêjan li materyalên folklorîk geriyaye û heyranok berhev kirine.
Piştî qetilkirina ronakbîrê Kurd Musa Anter di 20 Eylûlê 1992an de, li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê tên belavkirin.
Encamên xelatên 24mîn, roja yekşembê 25 Eylûlê li hola cegerxwîn li bajarê Amedê di bernameyek taybet de hatin belavkirin.
Gelek siyasetvan, rojnamevan, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl di bernamê de amade bûn.
Roja 19 Eylûlê, 27 sal di ser koça dawî ya hunermendê binav û deng Cemîl Hore re derbasbûn. Bi vê boneyê ahingek li Hewlêrê hat lidarxistin di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi serperiştiya Koma Aramnc Efrîn û sponseriya Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo, Karsaz Hesen Şingalî û hejmarek kesayetiyên din.
Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdar Hêmin Mukriyanî hat lidarxistin
Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî li bajarê Mehabadê hat lidarxistin.
roja 22-9 li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, konferansek li ser bîrmend û helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî ji aliyê şaredariya bajêr ve hat lidarxistin.
Piştî xizmet û xebatek hunerî mezin li dirêjahiya 50 salî ku bi sedan stranên Folklorî û netewî û şoreşgerî û eşq û evînî, roja duşembê 15 tebaxê 2016an Hunemrndê Kurd yê navdar Mihmed Teyb taha li bajarê Bon yê Almaniya koça dawî kir.
Roja 9 tebaxê 1972 helbestvanê Kurd Qedrî can koça xwe ya dawî kir û îsal 44 sal li ser koçkirina nixuriyê kovara Hawarê Helbestvan Qedrî Can ne weke ku Mîr Celadet Bedirxan ew binav kiriye, derbas dibin.
Yekemîn gav li Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî tê avêjtin, gava avakirina navenda çanda Frensî-Kurdî li bajarê Amûdê ye, ku beriya çend rojan şaredariya bajêr a girêdayî Rêveberiya Xweser li ser hevpeymana rêxistina Asya ya avakirina navendê îmze kir.
Bi helkefta bîranîna diwemîn ya karîsata Şingalê, Komela çandî ya Kurdî li bajarê Miyonix (München) li welata Almaniya rabû bi li darxistina şevekê bo helbestvanê navdarê Kurd Dr. Bedirxan Sindî.
Qamişloka min
Hîn sîngê te
Bi xwîna Mişel ê nemir
Xunçeyên azadiyê
Kolan bi kolan
Av dide
Hîn lêvên te
Ji qîrîna siloganên jiyanê
Ziwa nebûne
Û ziwa nabin
Hîn karwanê rojê
Mîna mozîkjenekê note piştguh avêtî, tilyên destên te awazek liser depê di navbera te û yên ji dergehê serekî derdikevin, dijenî. Pêjina piyên te liser erdê rengîn
Li Hola Ferhengê Hunerê Fecrî yê şarê Sine yê Rôjhilatê Kurdistanê di navbera rojên 19 heta 21ê Tîrhemê, konserta hunermendê navdar Ednan Kerîm û Koma Mûzîkê yê Mehûy birêve çû.
Di her sê şevên konsertê de her şev 2 hezar bilêt hatin firotin û 6 hezar kes amade bûn.
Rudaw
Hunermend û dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ku ji 23 Hezêranê ve di nexweşxaneyeke Efrînê de bû, îro danê sibê koça xwe ya dawî kir.
Rojava,
zarotiya ku lêvên serav û serabê diçurisîne..
Rojava,
Kevala ku êşa min di rengê reş de dinimîne..
Rojava,
Toza ku li ber lingên birîndar nimêj dike..
Rojava,
Hinaseya ku di sînga şervanan de asê dimîne..
Rojava,
Demsalên ku destên xwe li alên azadiyê dipelînin..
Rojava,