Share |

Articles

    Hîva Ismaîl, li bajarê Kobaniyê ji dayik bûye, di sala 2010an de ji  Peynageha Hunerên Jinan der diçe, 9 salan weke mamosteya hunerên bedew kar kiriye, beşdarî çend pêşangehên hevbeş li Rojavayê Kurdistanê bûye. •       Çawa we dest bi karê şêwekariyê kir, di der barê wan destpêkan de hûn dikarin çi ji me re bibêjin.

Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê "Xelata Şerefnameyê ya Çand û Zimanê Kurdî" ya sala 2022yan dîyarî nivîskarê navdar Firat Cewerî kir. Birêz Cewerî, ku ev çil sal in di warê kurdî de dixebite, roja şemîyê, 5ê Mijdara 2022yan, ji bo wergirtina xelatê ji hêla Enstîtuya Çanda Kurdî ya Vîyanayê ve hat vexwendin.

Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyana Dr. Nûredîn Zaza û xebata wî da.  Malbenda Helebê ya Rewşenbîrî semînerek li ser jiyan û keda Dr. Nûredîn Zaza da. Semîner bi tevlêbûna nûnerên partiyên sivîl, partiyên siyasî û mamoste li navenda malbendê ya li taxa Şêxmeqsûdê hate dayîn.  

  Ezman li ser Sarajevoyê say û şîn e Ewr di himbêza wî ya fireh de derin û tên, pisîkên spî çêdikin, kûçikan çêdikin, ew kûçikên ku gava direwin, pembû ji devê wan difire! Hespên ji kefê di nav asoyan re digerin çêdikin,

    Komîteya Xelata dahênanî ya seydayê Cegerxwîn biryar da, ku xelata xwe di warê helbestê û xizmeta wêje û çanda kurdî de bide torevanê kurd Bedirxan Sindî,

Nûredîn Zaza (di 15ê sibata 1919an li Madenê, Împeratoriya Osmanî ji dayik bûye – û di meha 7ê çiriya pêşîn 1988 li Lozanê, Swîsre koça xwe ya dawî kirye), ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrenêr û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.  

   Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanêʹ xelata afrîneriyê ya Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê da hunermenda opera Mizgîn Tahir û lêkolînerê ziman ê Kurd Berzo Mehmûd.

Berpirsê Beşa Hunerî ya Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê Saman Mistefa ragihand, sal li pey sal asta festîvalê bilindtir dibe û pêngavên baştir hatine avêtin, da ku îsal festîval di asteke baştir de be.     Roja pêncşembê 1-12-2022an karên 9emîn a Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê dike.  

  Bi beşdariya hejamrek ji nivîskar û rojnamevan û hezkiryên wêjeya Kurdî û li binçavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî şeva îmzakirina roman ( şikirê di bêrîka bavê min de) û (deh roj li nexweşxaneya lêkolînê) ya nivîskara kurd Dîlan şewqî hate li darxistin li Hola Sema li Hotêla Capitol. Hewlêr di roja  Înê 25/11/2022 .

Li bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî şeva îmzakirina roman ( şikirê di bêrîka bavê min de) û (deh roj li nexweşxaneya lêkolînê) ya nivîskara kurd Dîlan şewqî tê li darxistin li Hola Sema li Hotêla Capitol. Hewlêr. Dem: Înê 25/11/202.2- 06:00ê êvarê

Ji alîye Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê danasîna pirtûkên dersê û xebatê “kurdîzan” yên Kurdî (kurmancî) hate kirin. Weqfa Mezopotamyayê li Dîyarbekirê pirtûkên dersê û xebatê yên Kurdî bi navê “Kurdîzan” ku ji alîyên pisporên zimanê Kurdî ve hatine amadekirin da danasîn.

Bi diruşma "Em li vir in, ta dilopa dawîn a ximavê…û ta dilopa dawîn a xwînê" 8ʹemîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê di 11.11.2022 li Qamişloyê dest pê kir. Bi beşdariya 134 wêjevan, helbestvan, nivîskar û şêwekaran 8.Mîhrîcana Çand û Hunerê li navenda Hevgirtina Rewşenbîran a Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ya li Qamişloyê dest pê kir.

– Birêz Ahmed Kanî, ez rêzehevpeyvînê bi nivîskarên ku pirtûkên wan ên çîrok, helbest û romanan hene re pêk tînim.

  Rêzeromana dîrokî ya bi navê ‘’Mij’’ a nivîskar Mehmet Oncu çap û belav bû.Roman ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê hatiye çapkirin.  

  Kurd siberoja xwe tîne bîra xwe dema ez serdana wî dikim û wî bi bermailkê tozê dûr dike dûr ji min biçe ji ber ku çiya ew çiyan e û Vodka vedixwe ta nîgaş bide alîkî ez di ne rastî guhêzê de rêwiyekim û qulinga teres birayên minên sersam in û ji ser nasnameyê xwe sihan dadiweşîne nasnama min zimanê min e

    8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi coş û kelecanek mezin bi lîstikên hatin lîstin ve bi dawî bû. Lîstikvanê Şanoya Bajar a Amedê Ozcan Ateş, diyar kir ku ew ji bo Jîna Emînî, girtiyên nexweş, tecrîd û çapemeniya azad li ser dikê ne.    

Hezkirî û xwînerên nivîskar û helbestvan Arjen Arîdi 10emîn salvegera mirina wî de ew bi merasîmekê bibîr anîn.    

Ji bo 38’êmîn salvegera bîranîna helbestvan û wêjekarê kurd Cegerxwîn li Amedê merasîmek hat lidarxistin. Di merasîmê de kesên ku ked didin zimanê kurdî hat xelatkirin.

Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê ya 4’an ku bi hevkarîya Weşanên Lîs, Wêjegeh Amed û Navenda Hunerê ya Amedê tê lidarxistin, di navbera rojên 21-30’yên cotmehê de û li Wêjegeh Amedê destpêkirye.

  Li bajarê New York, 6'emîn Festîvala Filmên Kurdî ya New Yorkê roja înê 14-10-2022an dedestpê kir.   Ev festîval ji aliyê Navneda Çanda Kurdî ya New Yorkê tê rêvebirin, ku li salona sînema ya Angelika cîh digire.   Festîvala Filmên Kurdî di navbera 14 - 16 Cotmehê de bo 3 rojan berdewam dike.  

    Hejmara 101 ya ‘’Pênûsa Nû’’, hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Hevpeyvîn, Wergerandin, Çîrok, Folklor û Helbestan jî bixwînin. Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 30 nivîskar û helbestvanî hatiye weşandin.

      Li Amedê bi navê "Rojên wêjeya berawirdî yên Amedê 4" rojên wêjeyê li dar dikevin. Di çalakiya ku di navbera 21 û 30'e vê mehê de dê li dar bikeve de gelek mijarên cuda hene.  

Berhemeke wêjeyî nû ya nivîsakr û wergêr Abdulkadir Musa, bi navê „Serê penaber û balgeha xewnan ya veciniqî“, ji hêla weșanxaneya tîr-verlag ya elmanî ve hat weșandin.  

Hunermend û mûzîkjenê Kurd ê navdar Dilşad Seîd xelata her du henermendên Efrînî “Cemîl Horo û Bavê Selah”a ji bo Afirandina Hunera Kurdî li bajarê Bonnê wergirt.