Share |

Articles

Di demên dawî bi rêyên pêşbirkên muzîkê yên ku di televizyonan de tên lidarxistin de stranbêjên ciwan derfeta xwe nasandinê bi dest dixin. Yek ji van bernameyan jî bi navê Serdema Nû (Esrê Cedîd) ya ku di televizyona fermî ya Îranê de tê pêşkeşkirin e.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) şahiya îmzekirina 6 pirtûkan li Xwaringeha Çarçela ya bajarê Dêrikê li dar xist. Bi dehan rewşenbîr, wêjevan û nivîskar di şahiyê de amade bûn.

Navenda PENa Kurd kongreya xwe ya 11emîn di 9ê Tîrmeha 2022an de li bajarê Oldenburgê yê Elmanyayê bi beşdariya zêditirî 70 endaman pêk anîye. Kongre bi dirûşma “Zimanê Me Hebûna Me Ye!” pêk hatiye û derbarê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya kurdî de nîqaş û nirxandin hatine kirin.  

 Kurê Serokkomarê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî roja Yekşemê 10 temûzê di 89 saliya xwe de  li Bonn a Almanyayê koça dawî kir. Elî Qazî di sala 1933an li Mehabadê ji dayik bûye, ew di dema ragihandina Komara Kurdistanê de 13 salî bû. Demekê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê bû lê ji ber nexweşiyê dest ji serokatiya partiyê berdabû.

  Bi projeya Belongings ya di navbera mala wêjeyê (Wêjegeh Amedê) û Mala Wêjegeha Samî Tjállegoahte ya li Swêd, di çarçoveya hevnasîna wêje, çand û zimanê gelê Kurd û Samî de,

Komeleya wêneyên fotografî li sûriyê pêşengeheke foto ya ye tekakesî di bin navê  (Rojava jiyanê lê dide)

   Dost û Xwendevanên ezîz! Werin em bi hev re bidin ser şopa Mîr Celadet Bedixan û çîroka berhevkirina wî ji Alfabeya Kurdî Latînî re nas bikin.

Di pêşengîtiya Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizirê ku her çarşem li baxçeyê Xwendinê semîner tên dayîn, roja çarşemê 29-6-2022jî keça seydayê Cegerxwîn Suad Cegerxwîn qala bavê xwe ji rewşenbîran re kir.

Di ser koça dawî ya hunermendê navdarê Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Hesen Zîrek re ku wek “hunermendê netewî yê Kurdistanê” tê binavkirin, 50 sal derbas bûn. Hesen Zîrek ku yek ji strêkên geş ên çand û hunera Kurdî ye, di sala 1921an de li qezaya Bokanê ya ser bi parêzgeha Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ve ji dayik bû.

  Bi boneya yekemîn salvegera damezirandina Zarok MAyê. Li ser Sahneya Servekirî ya ZAROK Mayê  .Koma muzîkê LaWje li Amedê konserek li dar xist. 

Di rêze çalekiyên xwe ye havînî de Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Duhok li roja 23/6/2022 Dr. Arif Hîto simînarek li bexçê yeketîya Nivîskarên kurd - Duhok pêşkêş kir û têde behsa  proseya wergerandinê û wergerandina helbestê, .

  Sadiq Bahaedîn Amedî yek ji wan nivîsera bo yên jîyana xwe terxankirî jibo ziman û edebîyat û komkirina folklora Kurdî, her ji salên hefteyan dest bi çapkirina pirtûken ziman û edebîyata klasîka Kurdî kiriye.

Beşdaran di Konferansê de behsa mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî û fermîkirina wê kirine.Navenda PENa Kurd li Stockholmê,

    Şanoya ‘Rojên Dawiyê yên Bablo’ piştî Silêmaniyê dê li Hewlêrê jî mehekê derkeve pêşberî hezkiriyên şanoya Kurdî.

  Helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelateke Cîhanî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt. Roja 30 Gulanê, li paytexta Bosniyayê bajarê Serayêvoyê di dema beşdarbûna xwe di festîvala Rojên Serayêvo yên Helbesta Navdewletî de, helbestvanê Kurd Hisên Hebeş xelata "Bosanski Stecak" a wêjeyî ji Yekîtiya Nivîskarên Bosniyayê wergirt.

Ber bi destên te ve, evîn tê. Li ser baskên wê giyanê min diponije. Evîn li ser destên te şipya radiweste!! Tu û ew di eşqa min de, di raza min de, neçar dimînin û ta destê sibehê dihizirin... O1.06.2022   ***

  Ji weşanên Lîs ê li Amedê yekem berhema Kurteçîrokan ya nivîskar û rojnamevan îbrahîm Xort hate çapkirin û belavkirin ev berhem ji 70 rûpelî pêk tê û din nava xwe de 5 kurteçîrokan dihewîne ( Zimandirêj- Bazaraberojkê- Demançe- Sê dinya û Sofî- Tabût)

  Festîvala Navdewletî ya Çand û Wêjeyê ya Gelawêjê a Silêmaniyê ku 4 rojan berdewam kir, bi dawî bû. Di festîvalê de xelatên kurteçîrok, helbest û lêkolînên edebî hatin belavkirin.

  Roja 18 gulanê 6’emîn Pêşangeha Hunera Şêwekariyê li bajarê Qamişlo hat vekirin. Pêşengeh bi beşdarbûna bi dehan kes li Navenda Çand û Hunerê ya li Qamişlo ji aliyê Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê hatiye vekirin.

       Hunermendê Kurd ê navdar Xêro Abbas li Diyarbekirê di Salona Navenda Çand û Kongreyê ya Sezaî Karakoç de konsertek da. Ji 1 hezarî zêdetir guhdaran berê xwe dan konsertê.

  Ev sêyemîn care ku diçim Zaxo, Zaxoka Badînan.. Cara yekemîn di sala 2008an de bû, min semînerek li dor Bedirxaniyan di bexçeyê qaymqamiyê de da,

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjan Ariyî diyar bûye. Li gorê encamê Bahadîn Akhan, di pêşbirkê de biser ketiye. Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” beşdarî pêşbirkê bûye.

Guhdarîkirina dengê wî Mirovî dilxweş dike, û wisa di xeyelên dûr û kûr de diçe. Ji Piçûkanî hestên xwe bi rêkûpêk kirine, heya ku bandorek erênî li her nifşî kir. li ser rewiştê, û rêwîtiyê, niştîman, hw… strandiye.

Hemû helbestên Reyhan Sarhanê di yek pirtûkê de kom bûne. Sarhana ku ji 2002yan û vir ve bi karê nivîsandina kurdî re mijûl e heta niha sê pirtûkên helbestan çap kirine. “Dilopek ji ezman” di sala 2006ê de Weşanxaneya Tevnê, “Her yek ji me”, di sala 2011ê de û “Mijdar” jî di sala 2013ê de Weşanxaneya Doyê ew çap kirine.