Share |

Articles

Encama Pêşbirka Helbestan a Arjan Ariyî diyar bûye. Li gorê encamê Bahadîn Akhan, di pêşbirkê de biser ketiye. Akhan bi dosyeya xwe ya bi navê “An jî gilî gotinên li ser hatinê” beşdarî pêşbirkê bûye.

Guhdarîkirina dengê wî Mirovî dilxweş dike, û wisa di xeyelên dûr û kûr de diçe. Ji Piçûkanî hestên xwe bi rêkûpêk kirine, heya ku bandorek erênî li her nifşî kir. li ser rewiştê, û rêwîtiyê, niştîman, hw… strandiye.

Hemû helbestên Reyhan Sarhanê di yek pirtûkê de kom bûne. Sarhana ku ji 2002yan û vir ve bi karê nivîsandina kurdî re mijûl e heta niha sê pirtûkên helbestan çap kirine. “Dilopek ji ezman” di sala 2006ê de Weşanxaneya Tevnê, “Her yek ji me”, di sala 2011ê de û “Mijdar” jî di sala 2013ê de Weşanxaneya Doyê ew çap kirine.

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konsêrtê bide. Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya Dengbejiyê ye, ku piştî 27 salan bo cara yekem xwe amade dike daku li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsêrtan saz bike.

  Şîlan Elmas Kan, Hevseroka MED-DERê ji bo tevlîbûna şahiyên Cejna Zimanê Kurdî bang kiriye û gotiye, “Em li mal, kolan, bazar, nexweşxane û li her derê bi kurdî bi axivin, bi xwînin û bi kurdî bijîn.”

   Roja 22 nîsanê 2022an 124 sal bi ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbas dibe.  

    Bi vê  boneya pîroz çirûskek li ser  kovara (JÎN). Kurtelêkolîn Kovara (JÎN), (7.11.1918 - 2.10.1919)  

      1.Birêz Hisên Hebeş, çîroka te û helbestê çawa destpêkir, helbestê li deriyê te xist yan te?

      Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşî guhdarên Kurd û cihanê dike.   Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.  

      Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya

  Di 1`ê meha 1`ê sala 2022ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara duyemîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2022ê)ragihandi û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.

Hunermend Melek Rojhat, nûtirîn berhema xwe bi navê 'Potporî' bi helkefta cejna Newrozê ji bo hezkiriyên xwe belav kir.   Ev berhem ji çend stranan pêk tê, ew jî strana 'Yar Heybet' ku gotin û awazên wê gelerî ne, 'Yar hey can' ku ji gotinên Melek Rojhat e û awazên geleriye.  

  Fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a bi navê “Cîran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de xelata herî bilind, “Xelata A Brixton Tale Cineuropa” wergirt. Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî di festîvalê de hêjayî "Xelata Jûriyê" hat dîtin.  

Hunermendê Kurd Hesen Şerîf bi helkefta Cejna Newrozê berhemeke şad a nû bi navê 'Her Wanê' belav kir. Ev berhema nû ji gotin û awazên Hesen Şerîf bi xwe ne û Rênas Mîran di awazdîna stranê de alîkariya Hesen Şerîf kiriye.

    Di bîranîna salvegera koçkirna kesayetîya netewî û kurdperwer Hesen Haco Axa û bi helkefta amadenûna belgefîlmê li ser jiyana wî .

    Di nav Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh a Amedê de. di “Roja Nivîskar” de, di roja şemîyê 12-3-2022an , li Wêjegeh Kitapê, li Amedê . Şerefxan Cizîrî, behsa pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" kir,  her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.

     Heftemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinê li Qamişlo hate lidarketin, û hejmareke jinan ji hemû pêkhateyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê tê de beşdar bûn.

      Hunermendên kurd Rewşan û Tara Mamedova berhemekî hunerî yê nû afirandin û bi awayê klip jî belav kirin.   Herdu hunermendên kurd vê derbarê de ragehandin ku:  

Pêşangeha karîkaturîstê Kurd ji rojavayê Kurdistanê Mihemed Seyda li Amedê derket pêş hunerhezan. Seyda li bajarê Amûdê hate dinê, lê ew 20 sal in ku li Swêdê dijî. Di berhemên xwe de girîngî dide mijarên wek mafê jinan, sansur, otosansur, azadîya ramanê, rexneya sîyasetê.  

  Bawer bike Yar Îro çelê min e Ku ez bê te mirî me. . Rojê çel cara Giyanê min Berê xwe dide Singa te. .?. Bê te jiyan xave Bê te ez tî me. Birçî me. Kani yê Evîn ê Zuhabûn Meçiqîn. Xwunavê hêvi ya ji pelê Dara min Berê xwe guherîn.

      Wek ku diyar e her miletek di cîhanê de, pênasîn û hebûna xwe bi zimanê xwe dide naskirin; li Erebistabê zimanê Erebî nîşana hebûna miletê Ereb e,

Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..   Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

    Weşanxaneya Sîtavê berhemeke çîrokan ya nû ya bi navê ‘Mirina Xortekî Rind’ çap kir. Ev berhema yekê ya nivîskar Îkram Baban e.  

      Bahoz Baran hem bi zimanzaniya xwe û hem jî bi çîroknûsiya xwe tê naskirin. Lê ji aliyê xwe yê zimanzaniyê zêdetir dixwaze bi çîrokên xwe derkeve pêş. Ji ber vê yekê ev demeke ku navber daye xebatên zimanzaniyê û hemû hêza xwe daye ser nivîsandina çîrokan.