Share |

Articles

  Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojava xebatên xwe yên li ser ziman didomîne bi navê "Rêzimana Kurmancî" pirtûkek çap kir ku ev pirtûka SZK’ê ya yekemîn e.  

Li peytexta Almaniya Berlînê li navenda YEKMALÊ di roja 21-10 -2023 simînarek derbarê qeydên Mûzîka Kurdî ji Aliyê lêkolînvan Zeyneb yaş ve hate pêşkêş kirin . Ev simînar ji Aliyê saziya YEKMAL û dezgeha RENGÎNÊ ve hat birêvebirin û bi moderatorya hunermendê şêwekar Bariş Seyitvan û wergera ji zimanê Kurdî bo zimanê Almanî Sodar Cafarzadeh.

Tîpa Şarya ya hunerê milî tabloyên dîlanên Kurdî li welatê Hindistanê nîşan dide. Tîpa Şarya ji bo cejna serxwebûna welatê Hindistanê ji aliyê wî welatî ve hatiye vexwandin.  

26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj ya Çand û Wêjeyê bi diruşma ‘Azadiya Berdewam’ roja 12 cotmehêli salona Hotel Ramada li bajarê Silêmaniyê bi merasimekê bi beşdariya gelek kesan li dar ket.

Pirtûka (Zagros zengilê şaristaniyê…Mûzîk û afirînerî) ya nivîskar û Hunermendê Kurd Nizar Yosif ji weşanên pertûkxaneya Xanî ya li bajarê Dihokê çap bû ,û di demek  nêzîk de wê bighê ber destên xwêneran.

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê,  paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27 heyva eylûlê 2023 yan de weşand. Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin,  gelek gotar, babet, rîportaj û agahiyên giring  ji  her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê di nav xwede hildigre.

Di dewama çalakiyên werzê xwe yê payizê de Wêjegeha Amedê êvara 30ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê, bi moderatorîya Lal Laleş û Seçkin Arslan digel Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq  gotûbêjek bi navê “Welatekî Pir Dûr” li darxist.

Ji bo festîvalê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê merasîmek hate li dar xistin.   Sînemahez, derhêner û gelek mêvan beşdarî bernameyê bûn.   Festîvala Belgefîlman Fîlma Amed ya di 27ê Îlonê de dest pê kir, ji bilî belgefîlmên ji Tirkiyeyê û Bakur, mêvandariya beşek ji belgefîlmên ji Rojhilat, Başûr û Rovajayê dike.  

Hunermed Beytocan li Siwêdê li êvara roja Duşembê 11-9-2023, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.   Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.  

li roja sêşembê rêkeftî 5 eylûlê2023, komeka Xwendevanên zanîngeha Dihokê yên beşê dirama ya kolîja zanistên mirovayetî, şanogerya "Derwêş yan Gudo" li bajarê amedê li bakurê kurdistanê nîşanda dan.

Di destpêka werzê xwe yê payizê de Wêjegeh Amedê êvara 9ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê nivskar Bavê Nazê vexwend û simînarek pêşkêş kir û nivîskar Îbrahîm Xort jî moderatorî kir.

  ez ê pêrgîhatina te bi bişirînên gulrengîn pêşwazî bikim xalîçeya qedîfe li ber lingên te ya narîn raxim delaliya bejna te ya zirav bi fîstanê hevrîşimî bixemilînim li ser mizgîniya xêrê kilama agirê evînê bilorînim di şadiya sermestiya xwe de semaha îlahiyan

Dezgeha ARTA a ragihandin û geşepêdanê di 70 saliya nivîskar û dahênanê Kurd Silêman Abdo ( Konê reş) bi şeveke hunerî li ARTA CAFÉ li roja înê 1-9-2023 xelat kir .  

Şêwekara Kurd Semer Drêî roja Pêncşemê ya 31'ê Tebaxê jiber nexweşîyek dûmdirêj di nexweşaneyekê de li Almanya jîyana xwe ji dest da.   Şêwekar Semer yek ji hunermendên jin yên Kurd in ku bi xebatek bêhempa karîbû cihê xwe di nav civata şêwekarî de bigire û ronîyê bikşîne ser kar û berhmên xwe, ne tenê li nav civata Kurdî lê belê li nav bîyanîyan jî.

Di 20.8.2023an Li Hola Hêlîn li bajarê Essnê li Elmanyayê Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ahenga îmzekirina CD ya ji helbestên melayê Cizîrî  û pirtûka stranên hunermend Zibêr Salih li darxistin.

  Di 29ê tîrmeha sala 2023an de, li hola Efrîn li bajarê Qamişlo,Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya kongirê xwe yê sêyem bi amadebûna endamên li hindurê welat û bi beşdariya endamên herdu nûneratiyên li Kurdistan û Ewrupa di riya hevgihîniya Zoomê re lidar xist.

    JI BO HELBESTVANÊ DILNIZIM XALO EHMED HUSEYÎNÎ     Sibeheke rût   Ji dervî nûçeyeke tal   Giyanê min tiştekî dî hîs nake   Çav û gavên min hatine kilîtkirin   Lehiyeke rondik ew fetisandine  

    Roja Sêşemî 18 -temûzê Mehmûd Sebirî nivîskar û helbestvanê Kurd û yek ji avakerê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û bibû endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê, lê di demên dawiya jiyaba xwe de kesayetekî serbixwe bû û li bajarê Hisicê ji ber nexweşiyê çû ser dilovaniya xwe.  

  Celadet Alî Bedirxan (1893 Stenbol-15ê tîrmeh 1951 Hêcanê/Şam) siyasetmedar, rojnamevan û zimanzanê kurd bû.

Pêşangeha bi navê ‘Deng Pirengekan’ ya jinên şêwekar ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê duh li Mûzexaneya Nîştimanî ya bajarê Silêmaniyê hat vekirin.  

Li Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Anka--Der, Med-Der û Birca Belek qursên zimanê kurdî dest pê dikin. Yên bixwazin dikarin serî li wan bidin.   Li Enstîtu bi Kurmancî, Soranî û Kirmanckî  

dinvîse, û di dil de weke çemek avê diherike û xwe digihîne kûrahiya hestan, tê bîra min. Bê goman her helbest nikare bandora xwe di warê nîşan,

Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê roja 7-7-2023 li Duhokê hat lidarxistin û tê de çanda Kurdên Êzidî yên ji deverên cuda yên cîhanê hat nîşandan. Çalakiyên hunerî, pêşangehên çandî, stran û aheng beşeke Festîvala Rewşenbîrî ya Lalişê ne.  

Berhema Roza Metîna a bi navê “Guliyên Ji Bêhna Şimamokan” ya ji 7 çîrokan pêk tê û tê de cih didie têkoşîna jinên kurd, ji Weşanxaneya Aryenê, derket.