Share |

Articles

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê

  Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,ji bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad Içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haja wan nabin ,

  Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya 

  Me vê carê jî berê xwe da bajarê êvînê Qamişloyê û der barê helbest, ziman, êş, bîranîn û jiyana evîndarekî helbesta kurdî, bi helbestkar Dildarê Aştî re hevpeyvînek kir. Aştî ji salên 90’î heta niha bênavber hespê hest û dilîniyên xwe di vê qadê de dibezîne.

Di xelekeka nû ya pirograma “Ziman û Jiyan“. Li ser torê Mîdiya Civakî di șeva înê 12 sibatê de rêvebirê

Ji weșanên LîS ê romana ‘derî vekirî bıhêlin wê hechecîk vegerin’ li amedê derket di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne;

    Îsal xelata hunerî ya Mamlê didin hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.   Sentera Hunerî ya Mamlê, ku her sal hunermendeka/î serkeftî û afrîner xelat dike, îsal jî biryar daye xelata hunerî ya Mamlê bide hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.  

  Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!

Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e. Malpera diyarname.comê "serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye.

Weșanxaneya Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:

Hunermend Mihemed Elî Şakir wefat kir. Wî gotinên gelek stranan nivîsandibû, stranên wî ji aliyê Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz Şakir ve hatibûn xwendin.

  Însîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev sêl sal in bi navê "Xelata Şerefname" xelatek dide kesên ked dane zimanê kurdî û îsal ji ber ked û xebatên wî yên di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de nivîskar Konê Reş hêjayî vê xelatê hat dîtin.  

  Şanoya Bajêr a Amedê ji bo Meclîsa DTSO’yê û Meclîsa Jinan a DTSO’yê lîstika “Hema Hema Jin Elizabeth” da nîşandan.

  Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.   Berhem ango albûma bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Albûm li ser platformên dîjîtal bi muzîkhezan re ye. Mamedova klîba strana “Xewna Giran” jî çêkir û li ser YouTube da parvekirin.  

Îro ez li rex dareke sêwî Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş Li çiyayê Lêlunê Di bin bareneke buharî de Li gundê xwe rûnîştî me Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane Zû were!.. Min deriya gulistana sînga xwe Li ser piştê vekiriye Tikaye!.. Îro li hespê rewan sîwar nebe!

Roja 16-11-2020`an, 20`mîn salvegera koça dawî ya Ehmed Kaya ye.   Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.  

Berhem xebata zêdetirî 30 salan  a Mehmet Oncu ye û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin.   Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh ya gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin.  Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek 1250 rûpel e.  

Piștî demek ji rawestina çalakî û xizmetên xweyî çandî û hunerî ji ber vayrosa Korona Dezgeha Sema a çandî û hunerî vedigere çalakiyên xwe û hevdîtina dost û heval û

Li Şanoyên Bajêr ên Şaredariya Mezin ên Stenbolê, şanoyek bi Kurdî “Bêrû” ya Teatra Jiyana Nû (TJN) di 13ê Cotmehê de, wê li ser dika Gazîospanpaşayê were lidarxistin.

  1.    Rewşa Zimanê Kurdî

  Dr. Ehmed Xelîl Werger: Heyder Omer     Hinek nivîsevan malbata Eyyobiyan bi ser Ereban ve dikin, û hiek jî bi ser Silcûqan, û Zenkiyên Tirk ve dikin, lê gelo boҫûnên dîrokzanên misilman ên dêrîn ji bo vê yekê ҫi ne? Hinekên wan hemdemên dewleta Eyyobî bûn, û malbata Eyyobiyan ji nêz ve nas dikin.    

  Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin. Mêvanên bernameya yekemîn nivîskar Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn.

Rojnamevanê bin nav û deng Kamîran Mer’î  ji egerê nexweșiya Korona yê li nexweșxaneyke bajarê Hewlêrê li êvara roja çarșembê 30-10-2020 canê xwe ji desta .