Roja yekşembê 4/8/2013 li nexweşxaneyeke welatê Swêdê, helbestvanê navdarê Kurdistanê Şêrko Bêkes ji ber nexweşîya şêrpencê giyanê xwe ji dest da.
Şêrko Bêkes, helbestvanekî bi tiwane û bihêz bû, lawê helbestvanê mezin yê Kurd Fayeq Bêkes bû, di sala 1940 li bajarê Silêmaniyê ji dayikbûye.
Îro dîsa careke din, tevgera rewşenbîriya Kurdî bi xemek giran re roj ava kir. Mixabin kesayetiya rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan, welatparêz, pêşmerge û siyasetmedarê Kurd, Felekedin Kakeyî, îro li me malavayî kir.
“Dilop” navê berhema nû ya hunermenda ji Bakurê Kurdistanê Yekbûn e, ku dema 4 salan li Almanyayê kar li ser kiriye.
Derbarê berhema xwe ya nû de, Yekbûnê ji Rûdawê re got: “Ev berhem, ku ji amadekirin û derhênana min e, ji 15 stranan pêk tê û 5 stran jazz in, herwiha sê stranên Miradê Kinê û govendê tê de hene.”
Rêzdar Aref remezan rêvebirê dezgeha Sema ya çandî û Hunerî, wekî karzazek Kurd evro 6-7-2013 bû mêvanê Rojnamevan Dilbixwîn Dara li ser Kenala Rûdaw tv,
Nûtirîn elbûma muzîkzanê Kurd Heyhan Kelhûr, li gel muzîkzanê Turk Erdal Erzincan ji aliy kompaniya ACM ve hate belav kirin.
Em berheme be şêwey rastewxo le konsêrtî em dû muzîkjene le şarî Borsay turkya tomarkrawe, le dahatûyekî nzîkda le layen kompanyay muzîkî "E. C . M" bllawdekrêtewe.
Amadekariyên 1'emîn Festîvala Zozanan a Ehmedê Xanî ku bi organîzasyona Şaredarî û Rêxistina BDP’ê ya Çelê li dar dikeve temam bûn. Festîval dê di navbera rojên 24-25’ê vê mehê de li Zozana Deşta Xanê ya ku Ehmedê Xanî lê dayik bûye li dar bikeve.
Di van demên nêzîk de, nûtirîn elbûma hunermendê naskirî Behcet Yehya bi navê ``Evînistan`` belav dik, kû ji neh goraniyan pêk tê.
Di vê berhemî de, Dilêr Hesen, Goran Kamil, Aram Serdar, Xemgîn Ferec û Bextiyar Hemekerîm karên muzîkî têde kirine, wekî din muzîka goraniya bi navê ``Wam Ezan`` ji aliyê Behcet Yehya ve hatiye amade kirin.
Hunerendê naskirî û deng xweş Beşîr Kaya ji egerê nexweşiya kezebê roja pênşembê 13-6-2013 li nexweşxana Dicle li Bajarê Amedê çû ser dilovaniya xwedê.
Hunermend Beşîr Kaya di sala 1957an de li Diyarbekirê hatiye dinyayê, û ji temenek biçûk de sitran gotine, û ji ber ku stran bi zimanê Kurdî gotine di nava demek kurt de navdar dibe , ji ber di wê demê de demê strandina bi zimanê kurdî qedexe bû.
Albûma 7'emîn a hunermendê navdar ê Kurd Hozan Diyar Dêrsîm derket. Hozan Diyar ê ku li hemû beşên Kurdistanê bi mîlyonan guhdarên wî hene, piştî demeke dirêj albûma dihat payîn, derket.
4'emîn Pêşengeha (Fûara ) Pirtûkan a Amedê roja sêşembê 14 gulanê hate vekirin û heta 19 vê heyvê wê berdewam bike. Di vê fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade bin û beşdarî çalakiyiyan bibin, û ji wan li dora 100 nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de wêderdikevin pêşberî xwendevanan.
Di Fûara Pirtûkan a Amedê de li dor sed nivîskarên kurd di panel, gotûbêjan de derdikevin pêşberî xwendevanan.
4'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê îsal di navbera 14-19'ê mehê de li dar dikeve. Di fûarê de wê li dor 300 nivîskarî amade be û beşdarî çalakiyên wekî panel, gotûbêje, helbestxwendin û rojên îmzeyê bibe.
Qazaxistan di nava Yekîtiya Dewletên Serbixwe da tê hesabkirinê çawa dewleteke dêmokrasî. Hemû netewa û kêmnetewa mafê wanî, çandî, hunerî û civakî hatîye danê û bi Qanûnnema Qazaxistanêva hatîye îsbatkirinê.
Şaredariya Sûrê dê di navbera 25-27’ê nîsanê de li Amedê “Rojên Danasîna Dihokê” li dar bixe. Ji goga lingan heta pêşangehên wêneyan ji lîstikên şanoyê heta şevbuhêrka dengbêjan dê gelek çalakî bêne lidarxistin.
Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 12 û 16 nîsanê li bajarê Dubaî a Emîrata Erebî tevlî rojên festîvala filmên Xelîcê dibe û tê ser ekranan. Fîlm ji ber ku ne produksiyona welatekî xelîxî ye, di beşê Sînema cîhanê de tê temaşe kirin.
Cejna Newroz, sersala nû ya Gelê Kurde û roja ji dayikbûna Zerdeştê Peyxembere, roja wejîn û nûbûn û zîndîbûna xwezayê ye.
Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî yek reng weke her sal pîwanên çanda xwe cîhbicîh dike û li tevahiya Bajar, Bajarok, Qeseb û Gundên û çiyayên Kurdistanê agirê azadî û wejînê hildike.
Koma Civakên Demokratîk (KCD) û Partîya Aştî û Demokrasî (BDP) hemû amadekariyên siyasî, peyam û dîplomatîk ên ji bo Newroza Amedê qedandin. Ji gelek welatên cîhanê re, ji şexsiyetê navdar û partiyên siyasî re hezar û 950 vexwendnameyên Newrozê hatin şandin.
Bi piştgiriya serokê şaredarên Hannover yê berê, dostê gelê kurd Dr. Herbert Schmalstieg , wezîra edaletê û cihgira serokwezîrê Niedersachsen ya berê xanim Heidi Merk,
Wezareta perweydeya Hukûmeta Herêma Kurdistanê li belavokekî de, roja taybet bo xwekirina Cilên Kurdî li dibistanan diyar kir kû dikeve 10 heyva Adarê.
Serokê PEN’a Kurd Dr. Zerdeşt Haco û sekretera PEN’ê Dr. Bêrîvan Doskî, aşkera kirin ew dixwazin navenda xwe ji Almanyayê bînin Amedê. Li Amedê jî komek nivîskarên kurd lijneyek ava kiribûn û ji bo li Amedê PEN’ê ava bikin serî li PEN’a navneteweyî dabûn.
Filmê Mano Xelîl bi navê „Apê Îrbom“ bi elmanî „Der Imker“ roja 31.1.2013 li festîvala netewî a Swîsra ku ji roja 24.1 heta 31.1.2013 li bajarê Solothurna li dar ket hat laiyqî xelata yekem girt.