Share |

nûçe

Ji bo hemû sazî, dezgeh, medya û raya giştî yên kurdî!   Ez bi dilxweşî û bi silavên germ we agahdardikim, ku min weqfa xwe ya Ciwan Haco, ya ku bingeha wê li Swêd e û şaxekî wê li Istanbol ye sazkiriye.

Roja (10.04.2014), bi helkeftina derbasbûna 10 salan di ser şehîdbûna Ferhad Mihemed Elî re, wê mûzexaneya ku navê wî hildigire bête vekirin.

Derhênerê kurd Kazim Oz, ku di 36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê de hêjayî xelatê hatibû dîtin, “ji ber helwesta Fransa” li hember bûyera kuştina 3 jinên endamên PKKê (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez) xelat wernegirt.

 Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê duh şemiyê bi helkefta roja kockirina helbestnavê Kurd Tîrêj li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji nivîsakan, wêjevanan, çalakvanan û nûnerên Partiyên Kurd semînereke wêje`yê lidarxist.

    Bi helkeftina ku di roja (23.03.2014)an de, 12 sal di ser koçkirina Seydayê Tîrêj re derbas dibe, bi min xweş e ku bibêjim; Seydayê Tîrêj, helbestvanekî Kurd bû ji nifşê Kevin,

Komîta xelata Cigerxwîn a ji bo afirandina helbestê ya sala 2014an, biryar da ku xelata xwe ya îsal bide helbestvan û nivîskarê navdar Konê Reş, ji ber kar û keda wî ya berdewam di ber çand û afirandina kurdî de.

 Jinek Kurd wek nimûne-   Diya şêra bû, diya heft birayên ku bi destê tirkan hatin kuştin, diya Emînê Ehmed bû.. Bê guman rola vê jina Kurd di herêma Bişêriyê, Heskîf, Midyad û Xerzan de,

Roja pêncşemê 6-3-2014 Dîdara newrozê ya helbestê 2 li Dihokê li darket û têda çend birge hatin pêşkêş kirin,

Komeleya Nivîskarên Kurd bi sernavê "Pira Bakur û Rojava" paneleke lidar dixe û nivîskarên bakur û rojava tîne ba hev. Panela Komeleya Nivîskarên Kurd bi hevkariya Şaredariya Wêranşarê li Wêranşarê tê lidarxistin.

 Di encama teqîneke di nava dikanekê kasêtfiroş de, li taxa Til Hecer a Hesekê , Endamê Saziya Çand û Hunerê û hunermend Ebdilsemed Oso jiyana xwe jidest da.

Bi boneya 9 mîn ”Roja çîrokê ya cîhanê” ku di 14 sibatê her sal derbas dibe, û li hemû cîhanê ev roj tê pîrozkirin, li Navenda Çandê Ya Cegerxwîn Komeleya Nivîskarên Kurd çalakiyek li darxist, di bi dirûşma "Her kes xwedî çîrokekê ye" gelek nivîser û çîrokhez beşdar bûn, û dû panel hatin pêşkêş kirin.

 Li Herêma Kurdistanê bi herdu zaraveyên kurdî (soranî û kurmancî ), televîzyoneke taybet bi zarokan ya bi navê Kurdmax Pepûle hate vekirin ku biryar e heta dawiya vê mehê li ser satalayta Turksatê jî dest bi pexşa xwe bike.

Roja yekşemê 9 / 2 / 2014`e li bajarê Silêmaniyê li hola Tawar çalakiyên yekem Festîvala Zeytûn a rewşenbîrî ya Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Festîval bi amadebûne Sekreterê Encumena Navandî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê Adil Murad û hejmarek ji rewşenbîr, hunermed, nivîsaker, kesayetiyên siyasî, çandî û hejmareke ji welatiyan birêve çû.

    Dengê ciwan ê muzîka kurdî Leyla Xan bi albuma xwe ya yekem, “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan! Leyla Xan ya ku heta niha rêwîtîya xwe ya muzîkê bi şêweyeke amatorî dimeşand, bi albuma xwe ya yekem “Stranên Dilê Min” derdikeve pêşberî muzîkhezan.

Li ser daxwaziya şaredariya Bajarê Mezin li Amedê, Koma şoreşvan ya hunerî hate vexwendin bo nemayişkirina şanoya EZOP li Amedê, di roja 24-25-çile de ev şano hate nemayişkirin, bi beşdareyk mezin ji xelkê Amedê.

Li Amedê 2yemîn Pêşangeha Bakur-Kuzey-North ji aliyê berbijêra şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak hate vekirin. Ev pêşengeha diweme cara bi vî şêweyê beşdariya gelek hunermendan tê lidarxistin li Galeriya Hunerê ya Amedê li Sumer park.

Di kêlîkên dijwar ên şkandin û rûxandina dîwarên tirsê de, di kêlîkên ku dîroka bindestan li Qamişloyê bi xwîneke pîroz dihate nivîsandin de û piştî serdemên binpêkirin û çewisandinê, piştî hewldanên ji holêrakirina nasname û taybetmendiya mirovê Kurd,

Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şanoya Xwezgînî pêşkêş dike, vekirna şanoyê roja înê  27 Kanûna Pêşî li ser textê salona şaredariyê mezin pêşkêş kir.

Ji bo ku 25 sal di ser belavkirina çîroka yekem ya nivîskar Helîm Yûsiv derbasbûye, bi vê helkeftê û her weha ji ber ku weşanxanye Peywend li stenbolê ji nûve hin berhemên Helîm yusiv çap û belavkirine,

Piştî sê salan bêdengiya hunermenda deng xweş a Kurd, Aynûr Dogan albûmeke nû pêkşêşî hezkiriyên hunera Kurdî dike.

Hunermendê navdar ê Kurd Ahmet Kaya hêjayî xelata 2013an a Serokkomariya Tirkiyê  ya çand û hunerê di beşa muzîkê de hate dîtin.  Xelata mezin ya çand û hunerê salane ji aliyê serokkomariya Tirkiyeyê ve pêşkeşî hunermendekî/e hêjayî vê xelatê tê kirin.

Li Herêma Kurdistanaê, televîzoyneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê hikûmetê ve hat vekirin. Televîzyon bi navê Zaro TV ye û îro dest bi weşanê kir. Televîzyon dê bi kurmancî, soranî û zazakî bernameyên xwe biweşîne. Televîzyoneke taybet bo bernameyên zarokan ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat avakirin.

Di şeva 18/12 li Amedê “ Diyarbekir evî” bi helkefta roja koçkirina Hunermenda Kurd ya navdar Eyşeşan hat bibîranî, di vê şevê axaftin li ser jiyan û hunera eyşeşan hate kirin ji aliyê, nivîskara kurd Zeyneb yaş,

Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt. Kesayetiyê navdarê Kurd Ezîzê Zîyo Bedirxan li Kazakîstanê xelata zêrîn ya Aştî û Dostayetiya Gelan li roja (16.12.2013) ku heman demî de roja serxwebûna Kazakîstanê ye wergirt.