Share |

nûçe

Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ku ji sala 1991’ê ve jibo pêşxistina çand û hunera Kurdî xebatan dike, li Stenbolê 'Rojên Çand û Hunerê yên Kurdî' li dar dixe.  NÇM yekemîn car e li Stenbolê festîvaleke dewlemend ligel piştgiriya çend sazî û komeleyên Kurd bi rê ve dibe.

Şaredariya bajarê merzin a Amedê, amadekariyên 1emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê bi dawî anîn. Pêşangeh di navbera 12-17ê gulanê de li Jîngeha Sumerparkê tê lidarxistin û 70 weşanxane tê de beşdar dibin. Di çarçoveya pêşangehê de; gotûbêj, panel, semîner, livbaziyên zarokan û konser bi tevayî 80 çalakî têne pêkanîn.

Di roja Duşemê de 13.04.2015, li bajarê Batmanê, li navenda komeleya Bart, xelata Subartu ya rêzgirtinê ya lêkolîna zanistî ya duwemîn hate dan bo mamoste Dehham Ebdulfettah.

Pirtûka bi navê Antolojiya Çîrokbêj û Destanbêjan ku ji Weşanên Şaredariya Mezin derket, cih dide destan û çîrokên kurdî.... Serokatiya Daîreya Çand û Turîzmê ya Şaredariya me antolojiya çîrok û destanên kurdî weşand. Di vê pirtûkê de gelek çîrok û destanên kurdî hatine nivîsandin û çîrokbêj û destanbêj hatin nasandin.

Li ber dengê top û gulleyên ku di sîngên me de diteqin û li ber sîtava xwîna herikbar a Kurdistanê, di van kêlîkên çarenûsane yên nasname û heyîna neteweya kurd de, kêlîkên êşa Şingal û Kobaniyê, kêlîkên şehîdên mezin yên nexşeya mezin,

Derhenêrê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî li ser zarokên Kobanê û Şengalê fîlmekî bi navê ‘Dengê Zarokên Kobanê û Şengalê’ dikişîne. Qubadî di wê filmê de dê behsa jiyana rojane ya zarokên Kobanê û Şengalê bike.

Encama Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ku ev du sal in ji bo bîranîna wî tê li dar xistin hat eşkere kirin. Îsal xelat didin Yehya Omerî (Yahya Yavuz). Pirtûka Yavuz dê ji aliyê Weşanên Evrenselê ve bê weşandin.

  Roja 2 nîsanê 10emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.   10emîn Pêşangeha Pirtûkan li Parka Samî Ebdulrahman li hola pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê bi beşdarbûna Mesûd Barzanî dest pê kir û dê heta 10 rojan bidome.  

Yekemîn kanala zarokan a Kurdî Zarok Tv ku li Amedê weşanê dike û amadekariyên wê demeke dirêje didome di 21’ê Adarê de dest bi weşanê dike.  

Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî jiyana xwe ji dest da. Îro danê êvarê, Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kurdî Der’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya yekemîn têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma ‘Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!’ dest bi weşanê kir dê sê mehan carekê derkeve.

Bi helkefta derketin 3 pirtûkên nivîskarê Kurd  Kemal Qoserî bi zimanê Swêdî ,  Înstîtuya Kurdî li Stockholm wê rabe bi orgenîzekirina şevekê jêre ta ku behsa berhemên xwe bike.

Festîvala Fîlmên Serbixwe "ÎF ÎSTANBUL" 12'yê mehê dest pê kir û heta 22'yê mehê didome. Di festîvalê de fîlmên kurdî jî hene.

“Hevdîtina Hunerî ya Kurdistanê ya Navneteweyî” di navbera 1ê Sibatê û 7 ê Adarê de tê lidarxistin.

 

Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng WEZÎRÊ EŞO di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe. Kurtejiyan[biguherîne] Wezîrê Eşo di 1'ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk buye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtka'ya Agiriyê koç kirine.

Malpera pirtûkfirotinê e-Rûpel (www.erupel.com) ku vê heftê bi zimanê tirkî, ingilizî û bi zaravayên kurmancî û zazakî dest bi weşanê kir, hewl dide ku valahiya belavkirina berhemên kurdî ji holê rake.

  Nivîskar, dîroknas û siyasetmedarê kurd Dr. Sîraç Kekuyon (Bîlgîn) ku ev demeke dirêj bû ji ber kanserê dihat dermankirin wefat kir.     Bîlgîn ev demek dirêj bû dihat dermankirin, lê di vê hefteya dawî de rewşa wî girantir bûbû. Bîlgîn roja 7'ê vê mehê ku li Upsalaya Swêdê dihat dermankirin wefat kir.  

Li Amedê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” dest pê kir. Ji Başûrê Kurdistanê jî hin rayedar beşdarî çalakiya fîlmên kurdî bûn.  Bi hevkariya Mala Sînemayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” birêve diçe.

Hunermend Deştî Kelhûrî ji bo dilsoziya ligel Kobanê albumek bi navê ‘Min Kobanê im-Ez Kobanê me’ di demekî nêzîk de belav dike. Albuma hunermend Deştî Kelhûrî 10 stranan digire nava xwe û di nava wan de stranên bi zaravayê soranî û kurmancî hene. Kelhûrî di albuma xwe de stran û sirûdan li ser pêşmerge, karesata Şengalê û berxwedana Kobanê dibêje.

Bi helkeftina ku di îro (05.01.2015)an de, 110 sal di ser rojbûna rewşenbîr û têkoşerê kurd Osman Sebrî (Apo) re derbas dibe, bi vê helkeftinê (Ez û mamoste Derwêşê Xalib,

 

Bi helkeftina 60 saliya helbestvanê Kurd ê navdar Ehmedê Huseynî ku di 24 Berfanbara 2014ê de rûdide û bi vê boneyê, Weşanxaneya Lîsê

Di çarçoveya kampanyaya ku Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê HRRK dabû destpêkirin de, 400 montên zarokan (Cilên zarokan) hatin kirîn.