Li ber dengê top û gulleyên ku di sîngên me de diteqin û li ber sîtava xwîna herikbar a Kurdistanê, di van kêlîkên çarenûsane yên nasname û heyîna neteweya kurd de, kêlîkên êşa Şingal û Kobaniyê, kêlîkên şehîdên mezin yên nexşeya mezin,
Derhenêrê kurd ê ji rojhilatê Kurdistanê Behmen Qubadî li ser zarokên Kobanê û Şengalê fîlmekî bi navê ‘Dengê Zarokên Kobanê û Şengalê’ dikişîne. Qubadî di wê filmê de dê behsa jiyana rojane ya zarokên Kobanê û Şengalê bike.
Encama Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî ku ev du sal in ji bo bîranîna wî tê li dar xistin hat eşkere kirin. Îsal xelat didin Yehya Omerî (Yahya Yavuz). Pirtûka Yavuz dê ji aliyê Weşanên Evrenselê ve bê weşandin.
Roja 2 nîsanê 10emîn Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi beşdarbûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dest pê kir.
10emîn Pêşangeha Pirtûkan li Parka Samî Ebdulrahman li hola pêşangeha navdewletî ya Hewlêrê bi beşdarbûna Mesûd Barzanî dest pê kir û dê heta 10 rojan bidome.
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî jiyana xwe ji dest da.
Îro danê êvarê, Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Rojavayê Kurdistanê Ciwan Mîranî li bajarê Hewlêrê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Kovara folklorîk a bi navê Folklora Kurdan ku bi hevkariya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Kurdî Der’a Amedê ve hatiye amadekirin bi hejmara xwe ya yekemîn têr û tijî derket. Kovara ku bi dirûşma ‘Zargotin zêrgotin e, zêrgotin zorgotin e!’ dest bi weşanê kir dê sê mehan carekê derkeve.
Bi helkefta derketin 3 pirtûkên nivîskarê Kurd Kemal Qoserî bi zimanê Swêdî , Înstîtuya Kurdî li Stockholm wê rabe bi orgenîzekirina şevekê jêre ta ku behsa berhemên xwe bike.
Nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-pûblîsîst û wergêrê bi nav û deng WEZÎRÊ EŞO di temenê 81-salîya xwe da li bajarê Brûksêlê (Bêlçîka) çû li ser dilovanîya xwe.
Kurtejiyan[biguherîne]
Wezîrê Eşo di 1'ê sermaweza 1934an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê ji dayîk buye. Pêşiyên Wezîrê Eşo ji Zêtka'ya Agiriyê koç kirine.
Malpera pirtûkfirotinê e-Rûpel (www.erupel.com) ku vê heftê bi zimanê tirkî, ingilizî û bi zaravayên kurmancî û zazakî dest bi weşanê kir, hewl dide ku valahiya belavkirina berhemên kurdî ji holê rake.
Nivîskar, dîroknas û siyasetmedarê kurd Dr. Sîraç Kekuyon (Bîlgîn) ku ev demeke dirêj bû ji ber kanserê dihat dermankirin wefat kir.
Bîlgîn ev demek dirêj bû dihat dermankirin, lê di vê hefteya dawî de rewşa wî girantir bûbû. Bîlgîn roja 7'ê vê mehê ku li Upsalaya Swêdê dihat dermankirin wefat kir.
Li Amedê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” dest pê kir. Ji Başûrê Kurdistanê jî hin rayedar beşdarî çalakiya fîlmên kurdî bûn.
Bi hevkariya Mala Sînemayê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê çalakiya “Rojên Fîlmên Kurdî” birêve diçe.
Hunermend Deştî Kelhûrî ji bo dilsoziya ligel Kobanê albumek bi navê ‘Min Kobanê
im-Ez Kobanê me’ di demekî nêzîk de belav dike.
Albuma hunermend Deştî Kelhûrî 10 stranan digire nava xwe û di nava wan de stranên bi zaravayê soranî û kurmancî hene. Kelhûrî di albuma xwe
de stran û sirûdan li ser pêşmerge, karesata Şengalê û berxwedana Kobanê dibêje.
Bi helkeftina ku di îro (05.01.2015)an de, 110 sal di ser rojbûna rewşenbîr û têkoşerê kurd Osman Sebrî (Apo) re derbas dibe, bi vê helkeftinê (Ez û mamoste Derwêşê Xalib,
Hunermend Bilal Ercan li Enqereyê di qonsereke piştgiriyê ya ji bo Kobanî de nexweş ket û wefat kir.
Însiyatîfa Hunermendên Kurd a Anadoliya Navîn ji bo piştgiriya Kobanî li Enqereyê konserek li dar xistin. Yek ji hunermendên beşdar jî hunermend Bilal Ercan bû. Ercan li ser dikê nexweş ket, ligel hemû hewldanan jî Ercan wefat kir.
Roja 17ê Kanûna her sal (17/12) weke roja ala Kurdistanê hatiye diyarkirin û di evê rojê de serenserên bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi ala Kurdistanê tên xemlandin.
Di sala 2009an de, Parlementoya Kurdistanê biryar da ku roja 17ê Kanûnê ji her salekê wek Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.
Hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Selah Ammo di çarçoveya çalakiyên Roja Muzîka Cîhanê dê li paytexta Awusturyayê li Viyanayê konserekê bide. Li Awusturyayê her sal di 13’ê kanûnê de şahiya Roja Muzîka Cîhanê li dar dixe û xelatan li başdaran belav dike.
Toza we nikare ji nirxê zêr kêm bike
Dewlet û desthilatdariya ku li pey girtina Prof. Dr. Kadri Yildirim e, dixwaze vê yekê bibêje: " Kesên ku ji dil xebata bi kurdî li vî welatî dikin, yan terorîst in yan jî diz in"