Share |

Articles

Roja pêncşeme 22/5/2014`an danê sibehê hunermendê mezin ê Kurd Ebasî Kemendî li bajarê Sine di temena 62 salî de bi nexweşî koça dawî kir. Kemendî di zarokatiya xwe de bi wêjeya kurdî ve mijûl bû, di temenê 16 salî de jî dest bi nivîsîna helbest û çîrok û di ware hunerî û stranbêjiyê de jî yek ji hunermenden serkeftî di strana kurdî de tê hejmartinê.

     Name (helbest) a helbestvan Mela Ehmedê Namî ji mîrê pênûs û alfabeya kurdî Mîr Celadet Alî Bedir-Xan re.   Di roja derçûna hejmara yekemîn a ”Kovara Hawar” 15.05.1932an bi tîpên latînî, li Şamê.                    DAXWAZNAMe

Romana nû ya Fawaz Husên  “Piçek jiyan, qetek asiman” di nav weşanên Avesta de derket.  

DIYARIYA ROJA ZIMANÊ KURDÎ !

Koma Muzîkê ya Kamkaran û hunermend Behcet Yehya ji bo piştgiriya nexweşên kanserê li bajarê Hewlêrê konserek dan. Di konserê de ku solîstiya wê Behcet Yehya dikir, ev stran hatin gotin: 'Şîna Çi, Eşqa Îlahî, Hawara Wicdanê, Rêya Evîndaran, Dilê Spîde.'

Stranbêja navdarê Bakûrê Kurdistanê hunermend Nazdar dawî bi wênegirtina nûtirîn vîdeo klîpa xwe anî û piştî dû hefteyên din li ser televizyonan wê bê pêşandan. Stranbêja navdarê Bakûrê Kurdistanê hunermend Nazdar dawî bi wênegirtina nûtirîn vîdeo klîpa xwe anî û piştî dû hefteyên din li ser televizyonan wê bê pêşandan.

Ez şervanê bayê demê me Ez li dijî bazirganiya jiyanê Têkoşerim.. Ez li virim Ez sînga xaka xwe diparêzim Kirasê buharê li payiza xwe dikim Ez li virim û ji vir narim(naçim) ma ezê çawa te bi dest ê çavpahn û serpêlan ve berdim,hey xaka pîroz…!

 Pelrecords, bernameya xwe ya ji nû ve çapkirina hemû albumên du hunermendên hosteyên muzîka kurdî, Şivan Perwer û Ciwan Haco temam dike!

Kitêba şi’ran a nû ya Fatma Savci, bi navê “Dotmara Lal” di nav weşanên Avestayê de derket.   Ji şi’ra “Rûyê Qisas”   Keçik bixwe qurafa çiyayekî ye Sêdara çikandî tûrikê milê wê ye Lê axirî ew niha ne bi birîna xwe

Hemû berhemên şi’rî yên Mueyed Teyib, bi nave “Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêşengên şi’ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî. Çapa taybet a kitêbê jî tê amadekirin.

   Rûniştîne, li ser piyan e, guhdarin, civiyan e... bi tenê ne. Hin jî mîna te ne; bê nav in, bê dîrok in, bêyî xwe ne.  Her tişt li hember jiyanê ye, ji wê ne, tê de ne... Û li hev siwar kirin in bi awayin bêhempa. Ne derbasbûnek, ne derketinek... ne xeydek, ne li hev hatinek Westandinek e bê sedem, bêyî destpêkin lojîkî Li ber serê hev in, li ser hev in... di nav hev de ne, ji hev in

li ber pencereya bendemanê qalpaxa çavên min yên hesretkêş qerimîn dilê xapînok di agirê dojeha evîna te de hate biraştin çirûskên rûkeniya te ya xweşik hinav li min şewitand di keservedana rojên zalim de lal û gêj bûm bi gavên şemitok ber bi bêrîkirina te ve dipekim çok li min sist bûn

  Hunermendê Kurd Zubêr Salih bi sponsoriya Tora Medyayî ya Rûdawê albumeke nû bi navê Meynenoşê derxist. Albuma ku ji 8 stranan pêk tê û li Stenbolê hatiye çapkirin, ji helbestên helbestvanê Kurd Melayê Cizîrî û awazên hunermend bi xwe ne.

Filmê Derhinêrê Kurd Mano Xelîl xelata yekem a Festîvala Sînama a Navnetewî a Bozen 2014 wergirt.  

Hunermendê navdar yê ji rojavayê Kurdistanê Xêro Ebas Albûma xwe ya bi navê “Tu“ pêşkêşî hezkiryê xwe kir, ev Albûm vê dûmahîkê ji alîyê şirketa Sony Musicê hatiyê amadekirin û belavkirin ji 11 stranan pêk tê, yek ji van stranan bi zaraveya Soranî, yek jê Zazakî û neh stran jî bi zaraveya Kurmancî ne.

  Di 1ê nîsana 2014ê de, li Amedê, Komîteya Amadekar ji boyî damezirandina şaxê (HRRK)eyê civîna xwe ya yekem li dar xist.

Sebaretî 116mîn salvegera roja rojnamegeriya kurdî, bi min xweş e ku ez ronahiyê berdim dor Komîta Fêrbûna Zimanê Kurdî û mamoste Derwêşê Xalib yê ku serkêşiya wê dikir û dike, wî (Belavoka Ziman û Kovara Zar) weşandine û di ber wan de hatiye girtin, fermo bixwînin:   Belavoka Ziman:

Ji bo hemû sazî, dezgeh, medya û raya giştî yên kurdî!   Ez bi dilxweşî û bi silavên germ we agahdardikim, ku min weqfa xwe ya Ciwan Haco, ya ku bingeha wê li Swêd e û şaxekî wê li Istanbol ye sazkiriye.

Roja (10.04.2014), bi helkeftina derbasbûna 10 salan di ser şehîdbûna Ferhad Mihemed Elî re, wê mûzexaneya ku navê wî hildigire bête vekirin.

Derhênerê kurd Kazim Oz, ku di 36. Festîvala Sînemayê ya Parîsê de hêjayî xelatê hatibû dîtin, “ji ber helwesta Fransa” li hember bûyera kuştina 3 jinên endamên PKKê (Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Lelya Şaylemez) xelat wernegirt.

Kovara Nûbiharê, li ser Kurdên Qafqasyayê ku ew jî bi giranî li Ermenistanê nav dane, jimareke taybet amade kiriye. Nivîsên vê jimarê bi amadekariya Hasan Akboğa ku xwendekarê lisansa bilind ya Universiteya Bingolê ye hatiye kirin. 

 Yekîtiya nivîskarên Kurd li Sûriyê duh şemiyê bi helkefta roja kockirina helbestnavê Kurd Tîrêj li bajarê Qamişlo bi amadebûna hejmarek ji nivîsakan, wêjevanan, çalakvanan û nûnerên Partiyên Kurd semînereke wêje`yê lidarxist.