Share |

Articles

Şêwekar Kurd Hesen Diraî ku yek ji wan kesên ji Şewata Sînemaya Amûdê filitî bû, çû ser dilovaniya xwe. Hesen Diraî di sala 1948an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê hatiye dinê. Ew yek ji wan kesan bû ku di 13ê mijdara sala 1960yî de ji şewata Sînemaya Amûdê filitîbû.

Li Kampa Erbet ya penaberên Rojavayê Kurdistanê a li Parêzgeha Silêmaniyê ye,  roja sêşemê 29 / 10 / 2013`e , bi navê bajarê Amûdê ji bo zarokên Rojava dibstanek hate vekirin.

  Xelata Mezin a Çand û Hunerê ya Serokomariya Tirkiyê îsal bû pişka hunermendê navdar û wefatkirî yê kurd Ehmed Kaya. Balkêş e ku xelat di roja jidayikbûna Ehmed Kaya de tê dayîn. Xwediyên xelatên wêje, mûzîk, zanistê yên Serokomariya Tirkiyê yên îsal hatin kifşkirin.

Duyemîn şahciwana Kurdistanê di merasimeke taybetî de li bajarê Hewlêrê hate hilbijartin. Evê carê keça herî bedew a Kurdistanê ji bajarê Silêmaniyê hate hilbijartin.

Sêyemîn çapa “Memê Alan“ ku navdartirîn destanê kurdî ye û ji aliyê Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa memê Alan li Avesta di 1997an de derketibû, tevî çapa dawî heta niha 5000 heb hatiye çapkirin.

Ji roja Sêşemê de 15. 10. 13 heta roja Şemiyê 19.10. 13 Helbestvanê Kurd Husên M. Hebeş (Hussein Habasch) beşdarî Festîvala helbesta navnetewî ya ku li Parîs li dardikeve dibe.   (7èmeFESTIVAL INTERNATIONAL DE LA POESIE A PARIS)   Hêjayî gotinê ye helbestvan H. Hebeş bi navê Kurdistanê beşdar dibe û helbestên xwe dixwînê.  

Xelatên 50’mîn Festîvala Filmên ‘Altin Portakal’ ya Navnetewî xwediyên xwe dîtin. Di şevê de xelat ji qadên berxwedana Gezî û Rojava re hat pêşkêş kirin.

Di van rojên dawî de ev pirtûka nû (Bajarê Cizîra Botan û Hunera Mîr Bedirxan) a nivîskar Konê Reş ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Londonê ji rex weşanxaneya Azad 2013 ve hatiye çap kirin û bi pêşgotinek bedew a nivîskara kurd Eslîxan Yildirim ve hatiye xemilandin û ew bixwe edîtora vê weşanxaneyê ye. Pirtûk ji 220 rûpelên orte ve pêk tê.

Diwmîn filme festîvala Dihok ya navnetwî  li bajêrê Dihokê li jêr çavdêriya Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li rojên 9/10 destêkir û  ta 16/10 wê berdewam bike.

Di vê dema ku welatê Sûriya di kirîzeke dijwar de dibûrê, xwîn li kolana diherikê, şer li hemû aliyan pêketiye, kuştî û şehîd li her derî dikevin, di vî wextê ku dever û nevçeyên Kurdan jî ketiye ber êrîşên çete û reşkuj û şofînistên çekdar de,

Romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ di nav weşanên Ar de derket. Naveroka pirtûkê jiyan û ola Manî ye. Serpêhatîyên Manî,  malbat û ola Manî bi şêweyê romanî hatiye ristin û hunandin. Romana Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ  231 rûpel e. Kesên ku bixwazin dikarin ji pirtûkfiroşên bikirin.

Werin em Mûsa Anter, rojnamevan û nivîskarê bê westan, barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî bi bîr bînin..

Rêveber û endamên Komeleya Nivîskarên Kurd ji bo piştgiriya Rojava îro ketin rê, diçin Rojava.

Înstîtuya Kurdî li Stockholm ê êvara şahiya helbestan li dar dixe. Di vê êvareyê de gelek helbestvan ji hemî zaravayên Kurdî wê helbestên xwe bixwînin. Di daxuyaniya Înstîtuya Kurdî li Stockholm ê weha hatiye.me gelek dawet kirine; lê eger me hinek ji bîra kiribin, bi rîya wê peyamê em wê/wî jî dawet dikin.

  X. Cangîr   Tê bîra te Dema em diçûn ber bi bakur ve… Te ji min re digot: "Ez û hesin bûne cêwî"

                bi navê "berbang " weşanxaneyek din li weşanxaneyên kurdî li stenbolê vebû, di bin edîtoriya nivîskar (Çiya Mazî) * (Şivan Zeren). navenda weşanxaneyê li Beyogloya Sitenbolê ye, * wê tenê pirtûkên kurdî biweşîne.

Rojnameger, helbestvan û derdkêşê çanda kurdên Kazakistanê Hesenê Hecî silêman, bi merasîmeke taybet ji hêla dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hate xelatkirin.

Hunermendê bi nav û deng Kawa, Albomek nû bi navê rojava derxist, û bi şêwe û stayla xwe ya xweş bale dikşîne ser şoreşa ku îro li rojava destpêkirye, Stranên ku di albomê de hatine belav kirin jî evin.   1 Jinên Azad 2 Azad 3 Kurdin 4 Hunermend 5 Rojava 6 Gulên Berbiroj 7 Penaber 8 Çavşin 9 Sewda 10 Hewreman 11 Cigera mi

Ez nema terîşan   bi dara xwezeyan ve   dialînim   Nema ez kirasê mirada   li bejna xwe dikim   Ez li dora guristana   nema dizîvirim û   li ber serê weliyan rondikan   nema dibarînim   Nema ez pêxwas diçim  

Payîzê! Di van rojên te de Beriya Mêrdînê, Di nav toz, ecac û tirabêlkê de xuya dike.. Deşta Hesinan, Bi keriyên koçerên Mîran hatiye dagirtin.. Ebe û şalikên xelkên Deşta Xelef Axa, Li ber ba dilîzin û li hev digerin.. Û her roj, em di govenda şehîdekî,

Roja yekşembê rêkeftî 8-9 li navenda Cegerxwîn li bajarê Amedê, bi beşdariya serokê şaredariya mezin a Diyarbekirê birêz Osman Baydemir û gelek sazî û dezgehên rewşenbîrî û hezkiryên helbestvanê kurd Ehmed Huseynî, Komeleya Nivîskarên Kurd ku wek yekem çalakîiya xwe di bin rêveberiya xwe ya nû de, xelata rûmetê pêşkêşî helbestvan navdar Ehmed Huseynî kir.

Stranbêja dengxweş Rojda, bi awaz û repertuara xwe ya fireh demeke xweş bi kurd, tirk, elewî, ermenên Avurtaryayê da borandin û pira çandî di navbera Amed-Viyanayê de pêk anî....

  di bin navnișana “ çavên min  ew li Roma dît”, “kurdistana osmanî u tûrkiya” pirtûkek e nû ji rojnamevan û nivîskar ê kurd Sitran Ebdulla re li silêmanye li bașûrê kurdistanê hate weșandin,

Hevpeyvîn : Hozan Emîn- Navê wî yê rast Ebdulrehaman Omer e, li gundê Gurda girêdayî Cendirêsê li devera Efrînê li başûr rojavê Kurdistanê sala 1952 ji daykbûye,