Share |

Gotar in "Edebî"

 Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paşa,

Bi helkeftina ku di roja 15.07.2014an de 63 sal di ser koçkirina mîr Celadet Bedrxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ronahiyê berdim dor pêşgotina wî ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn re. Wek ku diyar e, gelek navdarên kurd pêşgotin ji dîwanên seydayê Cegerxwîn re danîne:

Îbrahîm Metînî kî bû?Ew helbestvanê kurdên Libnanê ye. Evîndarê Kurd û Kurdistanê bû.. Sofiyekî Mîr Kamîran Bedirxan bû.. Hezkerê ziman û peyva kurdî a resen bû.. Ew ji Kurdistana bakur, çiyayê Omeriyan, gundê Metîna ye..

  Di 1ê nîsana 2014ê de, li Amedê, Komîteya Amadekar ji boyî damezirandina şaxê (HRRK)eyê civîna xwe ya yekem li dar xist.

Di encama hewildanên hîndekariya kurdî ya li welatê Swîsre de, di dawiya sala 2013an de, hîndekariya bi zimanê kurdî, li kantona Zûrichê bi awayekî fermî hat pejirandin.  Grîngiya vê fermîbûnê çi ye, ji Kurdên li derveyî welêt dijîn re erêniyeke çawa tîne, zarokên Kurd

Berî çend rojan 5 saliya koçkirina helbestvanê kurd Yûsiv Berazî bû. Yûsiv Berazî yê ku naznavê wî  BÊBIHAR e, ew xwediyê strana (Hebis û Zindan) e a ku rehmet Mihemed Şêxo dibêje. Yûsiv Berazî (Bêbihar), di sala 1931ê de li gundekî ji gundên navçeya Babê çêbibû. Ji sala 1956an ve bibû yek ji akinciyên bajarê Serê Kaniyê a Binxetê.

Konê Reş        Mirov ji ber xwe ve nabin leheng û her roj leheng çê nabin. Dibe ku di nav miletekî de nifşek derbas bibe û Xwedê lehengekî di nav lingê dayikekê de ji wî nifşî re derbas neke, ew nifiş stewir bimîne; û dibe ku di nifşê miletekî de gelek dayik lehengan bînin.

Ev pirtûk ji weşanên nûbihare, hejmara 35 di sala 2007an de li Stenbolê hatiye weşandin, ya nivîskar R.Yilmaz (Gernas Koçer).

kurd di dîrokê de hatine naskirin bi lehingî û mêrxasiya xwe, bi berxwedan û mêrxasiya xwe,bi aştî mirovahiya xwe. Bi rastî kurdan ji berê ve bi rengekî qehremanî lli dijî hemû êrîşên setemkarû dagîrkeran berxwedanên lehingî û destanên qehremanî pêkanîne,  li her çar aliyên kurdistanê li ser vê yekê lehingî û qehremaniya kurdan binav û deng e.

Werin em Mûsa Anter, rojnamevan û nivîskarê bê westan, barhilgirê derd û kulê gelê Kurd, şoreşgerê ku li dijî dijmin bi pênûs û xamê disekinî bi bîr bînin..

Rojnameger, helbestvan û derdkêşê çanda kurdên Kazakistanê Hesenê Hecî silêman, bi merasîmeke taybet ji hêla dewleta Kazakistanê ve bi madalyaya zêrîn hate xelatkirin.

Konê Reş- Belê ezbenî, em dibêjin Qamişlo paytexta Rojava ye, Siryanî jî di pirtûkên xwe de dibêjin Qamişlo paytexta me ye û Nisêbîna nû ye.. Belê roja îro, êdî nema ew Qamişloka berê ye.

Manga Tebax ê bi êş û azerye bo kurdan , roja 10 a ji vê mehê , berî 93 salan peymana Sîver di nav hêzên hevalbend yên serkeftî di cenga cîhanî yekem de û ipratorya Osmanî de hat imze kirin ,

  Dema em zarok bûn, mezinan ji me re digotin: Dema roja qiyametê radibe, gur dimîne rûniştî li ser her çar lingan û pişta xwe dide bayê kur, heta çermê wî ji ser dikeve ew li ser xwe rûniştî dimîne.

Di vê dema gola helbestê meyî de, ez pê hestbûm ku helbestvan Yasîn Husên bi lorandina xwe di dîwana Lorîk de, deng ji wê golê vedayî û pêlên wê govendkî gerandine, diyarkirî ku helbestvan zindîne .

(Gerek ez jȋ bi hrdû hevalên xwe Konê Reş û Berzo Mehmûd re beşdarȋ Festȋvala Mȋr Celadet Bedirxan bibama, lê sed mixabin ew derfet neçû serȋ... Min xwe ji festȋvalê re bi vê nivȋsa xwarê amade kiribû, çawa firansizan karȋbûn bingehê zimanê xwe deynin?):

Bê goman kes hezkirê ceng û şer nîne , lê gelo sûde ji ceng û şer heye , belê helbet sûde û qencyên cengê hene , wek mînake Tomas Maltos(1766- 1834) dibêje :ger mirov pirbibn tiştek wan kêmnake ji pêv ceng û nexweşyan .

Min gelek wêneyên festîvala mîr Celadet Bedirxan a ku di rojên 25 û 26ê meha 6an de li Duhokê pêkhat ji we re belavkirin, belê bi min xweş e ku gotina xwe jî ji we re bînim ziman; min çi di wê festîvalê de xwend û got, Fermo gotina min bixwînin:   Konê Reş

“Ziman mercê heyînê a pêşîn e. Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çê dibe. Yekîtiya zimanî bi yekîtiya tîpan dest pê dike”.                                                (Celadet Bedir-Xan).

Gelek caran ez gotar, lêkolîn û hevpeyvînên bi nivîsevanan re yên di malperan de tên weşandin, nemaza yên di warê toreya kurdî de dixwînim. Li gerekê, di nava wan malperan de, di malpera Welatê me de ez pêrgî hevpeyvîna bi nivîskar Konê Reş re hatim. Min hevpeyvîn bi germî xwend. Mixabin xwendina wê ne tenê tengijandim, lê belê ez li vê yekê hişyar kirim.

Ji çapemenî û raya giştî re 8emîn kongireya Navenda Pena Kurd, di bin dirûşima "Em bi cîkirina bendên manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin" di rojên 18 û 19ê Gulanê deli Amedê hate lidarxistin. Di encama kongreyê da komîteya birêveber a nû ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tên, hate hilbijartin.

Du heftiyan mêvanê xewnan derî yê me quta Dîdarê por spî bi çelte yê tejî! Aram ê Tîgran sehwa xwe veda Du heftiyan seyda yê awazê li min bî mêvan Du heftiyan serkaniyên afirêner vebîn Hestên seyda bi ser min de rijiyan Du heftiyan ba yê nazikiya wî dil di nermijand Du heftiyan ji ferhenga mêjoya xwe di xwend

Li milên we tifingên rûmetê, hûn ber bi aştiyê ve diherikin, tiyên aştiyê, em dikarin çi bikin ji pêvî silavê li bejna we, xuhdana eniya we zuha bikin, diyarî we bikin gulên weke bejna we bedew…