Share |

Pirtûkên Nû

  Berhema bi navê “Dîroka Şanoya Kurdî” ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên 1990î hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla dramatûrg Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.

Kitêba ku ji aliyê Ramazan Pertev ve bi navê “Edebiyata Kurdî ya Gelêrî Dîrok-Teorî-Rêbaz-Lîteratur-Berawirdî – 1“ hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Di kitêbê de nivîsên Azad Aslan, Michael L.Chyet, Rûken Çalıştıran, Bunyamin Demir, Bedran Hîkmet, Ramazan Pertev, Ariya Toprak, Sedat Ulugana, Shahab Vali, Kadri Yıldırım û Reşo Zîlan cî digrin.  

  Nivîskar Helîm Yûsiv bi romana xwe ya nû li pêşberî xwendevanan e. Romana “99 Morîkên Belavbûyî” ji Weşanên Peywendê derket.

Romana Mihemed Mukrî “Segwer” (Reyîn) ku di destpêka salên 80yî de derketibû û deng dabû, niha jî bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket.

  Her çend Siyabend û Xecê di warê işq û evînê de bête zanîn jî digel işq û evîna xwe Siyabend qehreman û lehengekî navdar e jî. Ji ber vê sebebê ye ku dema di civatan de navê Siyabend derbas dibe, biqasî işq û evînê, mêranî, camêrî, qehremanî û dijberiya zulmê û zordestiyê jî tête bîra meriv.

Feratê Dengizî bi navê xwe yê nasnameyê Mehmet Aydin Alokmen ku di hilbijartina şaredariyan a sala 2014an de li Stewrê wekî Hevserokê Şaredariyê hat hilbijartin niha sê pirtûkên wî bi hev re ji Weşanên J&J derketin.

Piştî pirtûka Kurdistanbûl’ê, Dilperest, pirtûka Şivan Zeren ya duyemîn e. Pirtûk ji komek helbestên kurdî/kurmancî pêk tê.

      Dictionnaire Kurde-Français Ferhenga Jaba ku yek ji ferhengên destpêkê ye derket   Ferhenga M. August Jaba a kurdî-fransî “Dictionnaire Kurde-Français“ ku di sala 1879an de li St-Petersburg derketibû di nav weşanên Avesta de derket. Ferhenga ku wek xwe di rêza Re-Edisyon de çap bûye bi pêşgotina Salih Akin dest pê dike.

H.Mem ku heta niha gelek pirtûk bi tirkî li ser Ehmedê Xanî û felsefeya wî nivîsî bû û piraniya wan li kurdî hatibûn wergerandin niha yek ji wan "Xanî û Memzayên wî" jî li kurdî hat wergerandin. H. Mem bi tirkî bi navê “Xanî ve Memzalarî” nivîsî bû, zimanzan Zana Farqînî li kurdî wergerand û pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin.

  Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê. Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.

Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.

Romana nû ya Fawaz Husên  “Piçek jiyan, qetek asiman” di nav weşanên Avesta de derket.  

DIYARIYA ROJA ZIMANÊ KURDÎ !

Kitêba şi’ran a nû ya Fatma Savci, bi navê “Dotmara Lal” di nav weşanên Avestayê de derket.   Ji şi’ra “Rûyê Qisas”   Keçik bixwe qurafa çiyayekî ye Sêdara çikandî tûrikê milê wê ye Lê axirî ew niha ne bi birîna xwe

Hemû berhemên şi’rî yên Mueyed Teyib, bi nave “Ne ba min siwar dike / Ne ax min peya dike” di nav weşanên Avesta de çap bûn. Mueyed Teyib yek ji pêşengên şi’ra kurmancî / behdînî ye. Selîm Temo berhem tev de ji alfabeya erebî kirine latînî. Çapa taybet a kitêbê jî tê amadekirin.

Kovara Nûbiharê, li ser Kurdên Qafqasyayê ku ew jî bi giranî li Ermenistanê nav dane, jimareke taybet amade kiriye. Nivîsên vê jimarê bi amadekariya Hasan Akboğa ku xwendekarê lisansa bilind ya Universiteya Bingolê ye hatiye kirin. 

Kitêba Metin Yüksel, “Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra“ di nav weşanên Avestayê de derket.  

" Findê Şemalê, aqilsizê, biçûkê, bêkemalê, çêrgê, çîvangê, ji me re bêje, şevên çiryan dom û dirêj e."

Kovara W, a ku kovara çand, huner û wêjeyê ye, û bi xwerû kurdî ye, vêca bi hejmara xwe a Rêbendan û Sibata 2014-an dighîje xwendevanan;

Hejmareke nû ji kovara Dîwar ya wêjeyî ku li Elmanyayê weşana xwe dike gihişt ber destên xwendevanên xwe.

Ev pirtûka Konê Reş (Ji Stêrên Welatê Qedexe), nû hatiye çapkirin û di roja (28.11.2013)an de, ketiye ber destê xwendevanên zimanê kurdî de. Ev pirtûk li Duhokê,

Li Xurbetê Mihemed Omer Osman GENERALÊ PAYÎZÊ Melankolî bi kurdî xweş e!   Dîwana Mihemed Omer Osman “Li Xurbetê” bi kurmancî derket. Dîwan, di sala 1985an de li Silêmanî derket û yekem û dawî dîwana şair e. Heta niha gelek caran hatiye çapkirin. Kitêb, ji aliyê Osman Mehmed ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin.

Di van rojên dawî de ev dîwana min a zarokan bi navê (Helbestên Zarokan: Sîpan û Jînê û Şagirtê Bedirxan im), ji rex weşanxaneya (Aram), ve li Amedê hatiy çap û belav kirin. Dîwan 110 rûpel e/ 2013 Amed. Bi min xweş e ku ez diyariya wê, bi kurtî şanî we bidim:

Sêyemîn çapa “Memê Alan“ ku navdartirîn destanê kurdî ye û ji aliyê Roger Lescot ve hatiye berhevkirin, di nav weşanên Avesta de derket. Yekem çapa memê Alan li Avesta di 1997an de derketibû, tevî çapa dawî heta niha 5000 heb hatiye çapkirin.