Share |

Pirtûkên Nû

Romana Kamran Simo Hedilî ya bi navê Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ di nav weşanên Ar de derket. Naveroka pirtûkê jiyan û ola Manî ye. Serpêhatîyên Manî,  malbat û ola Manî bi şêweyê romanî hatiye ristin û hunandin. Romana Pêxemberê Jibîrҫûyî MANÎ  231 rûpel e. Kesên ku bixwazin dikarin ji pirtûkfiroşên bikirin.

  di bin navnișana “ çavên min  ew li Roma dît”, “kurdistana osmanî u tûrkiya” pirtûkek e nû ji rojnamevan û nivîskar ê kurd Sitran Ebdulla re li silêmanye li bașûrê kurdistanê hate weșandin,

Li ser bergê paşî yê pirtûkê weha hatiye nivîsîn   Ev çîrok û çîvanokên gelêrî yên dapîr û bapîrên kurdan vegotine û bi sed salan ji dev û guhên heta roja me hatine, di wêjeya kurdan a vegotinî de cihekî girîng digrin.

Kitêba Gadamer a bi navê “Êş. Nirxandinên Tibbî, Felsefî û Terapôtîk Li Ser Diyardeyeke Bingehîn” di nav weşanên Avesta de derket.

Yasîn Hisên- Ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve li bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê (Bêrîvana Cindî) hate çap kirin. Ev pirtûk ji çend dastan û serhatiyên devera Efrînê pêk hatiye, ku Folklorîst Mihemedê Cezawîr Hemkoçer ev dastan û serhatî kom kirine û lêkdana wan jî kiriye.

Ji nav weşanên Notabene li Enqerê, ji wergera Mehmet Çakmak romana  “Gava ku masî tî dibin” ya Helîm Yûsiv bi tirkî derket.

Cothejmara nû ya kovara wêjeyî û mehane Dîwar, ya adarê û nîsanê3-4 bi hev re derket. Edîtorê kovarê sedema vê yekê, di peyva pêşkêşkirinê de,

    Ev pirtûk ji 110 rûpelên qebare biçûk pêk hatiye, her weha nivîskar E'bdulkadir Mûsa pêşgotina wê nivîsiye û hunermend Luqman Ehmed tabloya bergê ji bo wê daniye. Hêjayî gotinê ye, ku ev e sêyemîn pirtûka helbesta ku nivîskar Yasîn Hisên wê çap dike.

Berhevoka ku Kamiran Alî Bedirxan amade kiribû, “Xwendina kurdî” din av weşanên Avestayê de derket.

Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku beriya demekê koça xwe ya dawî kirbû. berhemek wî ya nû derket. û ev tê wateya “wêjekar tu car namirin” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. ev Berhem ji aliyê Weşanxaneya Ronahî hatiye çapkirin.

Hejmarek nû tev li hejmarên din ên rojnama ‘’Pênûsa Nû’’ bû û hejmara 9an bi gelek nivîs û berhemên curbecur derket.

  Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin.

Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihiştina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Aramê derket.

  Çapa nû ya “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî derket. Avesta di 2007an de yek taybet, yek normal du çapên Şerefnameyê derxistibûn û li Diyarbekir û Duhokê li ser Şerefnameyê konferans û pêşengehên minyatûran durust kiribûn. Wergera Şerefnameyê ya kurdî ji aliyê Ziya Avci ve hatiye çêkirin.

     Hozan Emîn….Li van demên dawî de, çapa diwem ya Dîwana (Guldeste) ya Dr. Bedirxan Sindî, li weşanxana VENG bi  tîpên Latînî li Istenbolê çap û belav bû, tê zanîn ku çapa yekem li Dîmeşqê bi navê ( Hozanît min)

  Di jimara sisiyan de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weşandin, ji gotar, helbest, çîrok û ta bi dîrok û folklora kurdî jî cih di jimarê de girtine. Me wek desteya birêvebir hewl daye ku em ji dîtin û rexneyên baş ên zikêşan sûdê wergirin û rojnamê di astek bilind de derxînin.

  Di salvegera 20. a şehadeta rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz de, pirtûka li ser bîranîna wî ya bi Kurdî bi navê (HUSEYÎNCAN) û bi Tirkî (CAN HÜSEYİN) hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Mezopotamya derket.

  ji pênûsa mamoste û nivîskar  Hesen Huseyîn Denîz pirtûkeke nû ya çîrokeke nûjen a kurdî ya bi navê "Canê Hez Dike" derket. Canê Hez Dike jiyana keçeke gundî ya li gundekî qûntara çiyayê qendîl dijî, hezkirinên wê, jiyana wê, hevaltiya wê,

  Arjen Arî bi şêwazeke nû derket pêşber xwendevanên xwe. Arî vê şêwaza xwe ya edebî weke “Hevbestîn” bi nav dike. Di Kulîlkên Be’îvan de 13 hevbestîn hene, ji van hinek dişibin çîrokan, hinek wek ceribandinan in, di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin hevbestînên Arjen Arî.  

  Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji  rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.

  Di van rojên dawî de ji rex (Weşanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya bi navê  (Antolojiya Helbestva Kurdî Ya Nûjen) hatiye weşandin.

    Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost

  Yekem romana Jan Dost “Mijabad” ku sala 2004an çap bûbû, cara duyemîn di nav weşanên Avesta de çap bû.

  Romana Ferhad Pîrbal “Hôtel Europe” bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Çîrokên Pîrbal jî berê bi navê “Çolistan” bi kurmancî derketibûn. Avesta hemû roman û çirokên Ferhad Pîrbal werdigerîne kurmancî.