Share |

Articles

  Razê.. Dixwazim bi dizî.. Bi tenê Navika demê vekolim Tewla şevê dirêjbikim Çima para min Biharên kurmlêketîne Çima li ber deriyê min Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne Ne ez Li serê çiyayên rût Rojê werbêj dikim Ne roj Baskên qulingan bi ser min de Vedigre Razê..

Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.

Weşanxana Darava bi hevkariya dezgeha Sema Kurd ya çandî û hunerî we vexwendî şeva imzakirna 4 dîwanên helbestê ê helbestvan Ronî Elî û her weha imzakirna pirtûka destana Mihemed henîfe ji amadikirina rojnamavan Omer Kalo . Cih: Hola Sema ya çandî li Hotêla Capîtol Hewlêr. Dem: Roja înê 27-kanûn 1-2019 li demijmêr  7.30 şevê.

Di roja 9/6/1999'an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdistanê) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin... Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve  rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve  rengê sor e.

Çapa duyem ya pirtûka “Serê Şevê Çîrokek “Selim TEMO ya bi navê Serê Şevê Çîrokek ji Weşanxaneya ya DARAyê derket.   Li ser hatiyê nivîsandin :

Dr. Ehmed Xelîl, werger: Heyder Omer                                              

  Duyem festîvala Kurdistanê ya mûzîk û stranan li Hewlêrê destpê dike û dê 3 rojan berdewam be.  

Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir  Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.  

Tîp û lekên kurd ketin zinaran Li hawîr bumba bû gullebaran Êrîş dibin der komên neyaran De rabe ser xwe, kurê min rabe! … Dijmin naçî der bi lav û gazê Xwînê nerêjî naghê daxwazê Siba diçim şer divêm tu razê De rabe ser xwe, kurê min rabe! … Mirovperestim mîna Cigerxwîn

Ez im generalê payizê.. Ez ê tu carî xêr nedî Ez general im.. Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî   Ez im generalê payîzê.. Şifqeya li serê min ewr e Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî Sakoyê li min nerme ba ye

Nivîskar Helîm Yûsiv bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Romana bi navê "Firîna Bi Baskên Şikestî" ku qala Kobanê dike ji Weşanên Peywendê derket û yekem car li 7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê gihîşt ber destê xwîneran.    

Li roja pêncşemê 3-4-2019an li bajarê Silêmaniyê profesorê navdar ê gelê kurd û Kurdistanê Dr. Ezedîn Mistefa Resûl koça dawî kir.

      7'emîn pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin dest pê kir.  Weşanênxaneyên kurdan jî têde li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fûar heta 6'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 19.30'yan de vekiriye, roja dawî saet 19'an de tê girtin.

Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.

  Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin. Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.

Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye. Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…

Hunermendê kurd ê ji devera Dihokê Bilind Îbrahîm berhema xwe ya nû ya bi navê “Min Bes Tu Divê” derxist. Di albuma Îbrahîmî ya ‘Min Bes Tu Divê’ de 13 stranan hene û piraniya wan jî stranên folklora Kurdî ne.

Min got   Min got û min got Ta ku Gotin û peyvê min Di bin lingê tirs û şermezariyê de Ji keçikanî ketin Min deyaxa dil Li ser rûpelên jînê bê nerx firot Ta ku mûm û ronakên min Di civatên şanogeriyê de Bi navdarî vêketin Min ferhenga baweriyan Bi pêtên xweziyên dil sot

Melayê Cizîrî, xwe di şi’rê de “pîr û hosta” dibîne. Ew di warê ‘eşqê de jî xwe “arifê weqt” bi nav dike. Ew di şairtiyê de xwe ji şairên edebiyatên serdest kêmtir nabîne.

Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bi xelatkirina beşdarên pêşengehê bi dawî kir. Pêşengeha Pirtûkan a Herekol li hola Zana ya li Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dar ket û 6 rojan berdewam kir.

  Hejmara 80 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijî nivîs û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Nerîn û gotar, Ziman, Dîrok, Lêkolîn, Wergerandin, Hevpeyvîn, Folklor û Helbestan jî bixwînin . Di vê hejmarê de, nivîs û berhemên 20 nivîskar û helbestvanan hatiye weşandin. Naveroka hejmarê: Nivîsara sereke: - Pîrozbahî ... Boniye Cegerxwîn Nerîn û Gotar:

Li bajarê Qamişlo Şeşemîn Mehrîcana Rojava ya Çand û hunerê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve tê li dar xistin. Di heyama 5 rojan de hejmarek ji helbestvan, çîroknivîs û şanoger dê beşdariya mehrîcanê bibin, herweha hin simîner û filmên sînemayê jî cihê xwe di mehrîcanê de digrin û di roja şeşan de xelat dê bêne belav kirin.

  Festîvala fîlmên Kurd li Parîsê bi belgefîlma Yılmaz Guney destpêkir. Festîval bi alîkariya şaredariya Parîsê û wezareta rewşenbirî ya Fransayê destpêkir.  

Dr. Ehmed Xelîl ...Werger: Heyder Omer