Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Evdalê Zeynikê, Xosrof Malool, Elî Xendan, Kawîs Axa, Nesrîn Şêrwan, Karapetê Xaço û Aram Tîgran jî di nav de 110 “Şakarên Muzîka Kurdî” di pirtûkek du cildî de anîn cem hev û weşand.
Ji Tahir Elçî re
Minara Çarling
bang bide û bêje
Tahirê min
Paqijê min
kelemê di çavên çavsoran de
parêzvanê rastîbêj
tu çima bêpêjinî
lingên min birîndar in
bi birîna serê xwe
birîna min birîndartir neke
rabe û rastî bêje
Yekemîn fîlm dirêj a derhênerê kurd Mano Xelîl xilas bûye û dê 21ê Çileya 2016ê weke fîlmê vekirina giringtirîn festîval fîlmên swîsrî “Solothurner Filmtage“, yekemîn car bê nîşandan.
Fîlma nû ya Mano Xelîl bi navê Schwalbe (Hecîreşk – Dûvmeqesk) 102 deqeyan dirêj e û dê 4ê Sibata.2016ê bikevê sînemayan.
3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi beşdariya gelek komên şanoyê ji herçar percê Kurdistanê ji Dihok, Silêmaniyê , Kerkûk, Kermenşah, Îlam, Nisêbîn, Batman, Istanbol û her weha ji Qamişlo lê ji ber estengiyên ku dewleta Tirk li ser sînor derxistin nikarîbûn beşdar bibin.
3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin, bi lîstika Spîmend dest pê kir. Hevşaredar Firat Anli bi destpêkirina festîvalê re lîstikvan û derhêner bi kulîlkan pîroz kirin û diyar kir ku gelê Amedê hefteyekê dê bi zimanê xwe li lîstikan temaşe bike û xwest ku salon vala neyêne hiştin.
9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê li Picture Housê di 13ê Mijdarê de dest pê bike û heya 20ê Mijdarê bidome.
Tîma organizasyonê diyar kir, di festîvala îsal de 9 fîlm, 11 belgefîlm û 10 kurtêfîlm dê werin pêşandin.
Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Suriye (MHKS) ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê helbestvanên kurd ên Rojava ve tê organîzekirin, vê carê li bajarê Amûdê hate lidarxistin.
Hozan Emîn - Sadiq Behadînê Amîdî wêjevan û filoklorek nasekî bi nav û denge li devera Behdînan û di nava rewşenbîrên kurd de li tevayî Kurdistanê û zaniyarekî hêja
Tu
stran û şevistanî
kelha di nav rewrewka asîmanî
duho bû
min ê ji te re
gotin bi gotin
ber bi helbesta te ve
straneke bi coş bigota
min ser guhên xwe re nebavêje
di devê min de
henase
girêkên xirboqî ne ji qeşayê
nexweziya bi par
û ne heft xwezî bi nuha
Îsa Hesen di sala 1970'an de li Beyrûtê- Libnanê ji dayik bû.
Li wir biçûkaniya xwe qedand di nav maleke kurdperwer de jiya û di sala 1982'an de di Rêxistina Kurd ên Beyrûtê de di nav koma wê ya folklorî cih girt.
Hesen di sala 1984'an berê xwe da Fransa û li wir jiyana xwe biserî kir û xwe da nasîn mîna hunermendekî kurd.
Berhema bi navê “Dîroka Şanoya Kurdî” ji weşanên Peywendê derket. Pirtûka ku ji destpêkê heta salên 1990î hemû dîroka şanoya kurdî dihundirîne, ji hêla dramatûrg Çetoyê Zêdo û Yavuz Akkuzu ve hatiye amadekirin.
Îro 9/8/2015, salvegera koça dawî ya helbestvan û nivîskarê Kurd Qedrî Can e, ku 43 di ser wefata wî re derbas bûn.
Qedrî Can, helbestvan û nivîskarekî Kurd bû. Ew bi navê Abdulqadir Can li Dêrika Çiyayê Mazî (Mêrdîn) di sala 1911'ê da hate cîhanê.
Pîşeya destkarî ya çînî ku bi taybetî nexş û motifên kurdî têne xemilandin ji Amedê belavê gelek deverên cîhanê dibe.
Yekbûn Yaş yek ji jinên ku li Amedê vê pîşeya çîniyê pêk tîn e. Çîniyên ku Yekbûn Yaş çê dike ji Vatikanê re û gelek serokdewleta re têne şandin.