Hunermend Bilal Ercan li Enqereyê di qonsereke piştgiriyê ya ji bo Kobanî de nexweş ket û wefat kir.
Însiyatîfa Hunermendên Kurd a Anadoliya Navîn ji bo piştgiriya Kobanî li Enqereyê konserek li dar xistin. Yek ji hunermendên beşdar jî hunermend Bilal Ercan bû. Ercan li ser dikê nexweş ket, ligel hemû hewldanan jî Ercan wefat kir.
Roja 17ê Kanûna her sal (17/12) weke roja ala Kurdistanê hatiye diyarkirin û di evê rojê de serenserên bajar û bajarokên Başûrê Kurdistanê bi ala Kurdistanê tên xemlandin.
Di sala 2009an de, Parlementoya Kurdistanê biryar da ku roja 17ê Kanûnê ji her salekê wek Roja Ala Kurdistanê were pîrozkirin.
Hunermendê kurd ê ji rojavayê Kurdistanê Selah Ammo di çarçoveya çalakiyên Roja Muzîka Cîhanê dê li paytexta Awusturyayê li Viyanayê konserekê bide. Li Awusturyayê her sal di 13’ê kanûnê de şahiya Roja Muzîka Cîhanê li dar dixe û xelatan li başdaran belav dike.
Toza we nikare ji nirxê zêr kêm bike
Dewlet û desthilatdariya ku li pey girtina Prof. Dr. Kadri Yildirim e, dixwaze vê yekê bibêje: " Kesên ku ji dil xebata bi kurdî li vî welatî dikin, yan terorîst in yan jî diz in"
Mamosta Hadî Ziyaedînî li nûtirîn berhema xwe ya hunerî de, peykerek bo yada keçên şervanên YPJ yên bajarê Kobanê dirust kiriye.
Ev peykere pêkhatiye li şêrek û keça şervaneka YPJ, ev peyker li bajarê Sine li avahiya Xesrew Awa hatiye saz kirinê û dibe ku piştî temambûna şerê Kobanê biguhêzin bo Kobanê û li qadeke bajarê Kobanê bê danînê.
Wekî ku ji aliyê raya giştî ve jî tê zanîn, di van mehên dawî de siyaseta dewletê ya li dijî Kurdan û zimanê Kurdî bêtir qedexekar û êrîşkar bûye. Gefên li ser "qedandina pêvajoya çareseriyê"
Di salên 1915-1925an de, buhiştî Husên Hiznî Mukiryanî çapxaneyek ji Almaniya anî Helebê û pê çend kovar û rojname weşandin.. Ta ku di sala 1925an de ji Helebê barkir û çû Rewandizê..
Roj 13.11.1960î, roja bîranîna 54 saliya serpêhatiya Agirê Sînema Amûdê ye, roja şehîdbûna 280 xortên ciwan , xwendevanên dibistana Xezalî û Mutenebî li bajarê Amûdê.
19’emîn Mihrîcana helbestên Kurdî li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna gelek helbestvan û nivîskarên Kurd hate lidarxistin.
Mihrîcana Helbestên Kurdî her sal li Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin. Ji sala 1995 heya niha 18 Mihrîcan hate darxistin. Mihrîcana 19’emîn li bajarê Qamişlo ji aliyê nivîskar û helbestvanên Rojava ve hate orgazanîze kirin.
Dictionnaire Kurde-Français
Ferhenga Jaba ku yek ji ferhengên destpêkê ye derket
Ferhenga M. August Jaba a kurdî-fransî “Dictionnaire Kurde-Français“ ku di sala 1879an de li St-Petersburg derketibû di nav weşanên Avesta de derket. Ferhenga ku wek xwe di rêza Re-Edisyon de çap bûye bi pêşgotina Salih Akin dest pê dike.
Derhênerê navdar ê Kurd û cîhanê Behmen Qubadî îro li ser lapera xwe a taybet li tora civakî Facebookê straneke xwe ku ji bo Kobanê gotiye belav kiriye.
Behmen Qubadî ji Xendanê re ragihand: Stran û mûzîka wê bi xwe amade kiriye û bi xwe jî stranê dibêje.
Filma derhênêrê sînema ya Kurd Şewket Emîn Korkî li festîvala sînema ya navdewletî ya Ebû –Dabî xelata filmê sînema ya herî başr li ser asta cîhana Ereb wegirt.
H.Mem ku heta niha gelek pirtûk bi tirkî li ser Ehmedê Xanî û felsefeya wî nivîsî bû û piraniya wan li kurdî hatibûn wergerandin niha yek ji wan "Xanî û Memzayên wî" jî li kurdî hat wergerandin.
H. Mem bi tirkî bi navê “Xanî ve Memzalarî” nivîsî bû, zimanzan Zana Farqînî li kurdî wergerand û pirtûk ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve hat weşandin.
Endamên Komîta Amadekar yên Mehrecana Helbesta Kurdî Ya 19emîn li sûriyê, civatên xwe yên amadekariyê berdewam dikin, ku îro roja Înê 24/10/2014z civata wan li Qamişlo li dar ket.
Tevî rewşa me kurdên Rojava a aloz, diltezîn û dijwar, me çend nivîskarên kurd; Derwêş Xalib, Deham Hesen û ez, yên em pêwendîdarbûn bi Seydayê Cegerxwîn re li bajarê Qamişlo, berî çûna wî a Swêd, me ji erkê xwe dît ku em nehêlin roja koçkirina Seydayê Cegerxwîn derbas bibe bêyî ku em wî bibîr bînin.
Înstituya kurdî li stockholm ê li berdewama kar û xebatên xwe, roja helbestên zaraveyên kurdî bi rê ve dibe.
Li vê rê û resimê helbestvanên kurd bi hemû zaraveyên kurdî beşdar dibin û helbestên xwe dixwînin.
Herwiha şano, mûzik û stranên kurdî jî têne pêşkêşkirin.
Pirtûka waneyên rêzimanê Kurmancî ya mamoste û lêkolînerê zimanê kurdî Nezîr Ocek ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hat çapkirin. Pirtûk ji 320 rûpelan pêk tê.
Nivîskarê pirtûkê ev zêdetirî danzdeh salan e dersên ziman û wêjeya kurdî dide. Bi tecrûbeya dersdayîna danzdeh salan ev berhem derketiye holê.
Hunermendê navdarê Kurdistanî Ciwan Haco kilîpek nû li ser karesata Şingalê ya piştî êrişên çekdarên DAIŞê çêkir, ku bi hezaran kes di encama êrişên hovane yên DIAŞê de û herwiha ji tîna û birsa li çiyayê Şingalê jiyana xwe ji dest dan û bi sedan hezar kes jî koçper bûn.
Ji nav van çend malbatên dêrîn, ku di bajarê Amedê de, ji sedê salan ve dijiyan, wek malbata: Zulfî Zade, Birincî Zade, Hacî Îbrahîm efendî û Cemîl Paşa,
Koma Îranî ya muzîkê a navdar Rastak, muzîkvan a Kurdên Xorasanê Yelda Abbasî û koma xwe û Koroya Dengê Mezopotamya a girêdayî ‘Navenda Çand û Hûner a Dicle-Firat’ a Diyarbekir doh evarî li parka koşuyolu ya Diyarbekirê derketin ser dikê û stranên xweyî bi bi zaravayê Kurmancî û Soranî yên Kurdî, bi Azerî û Farsi û Tirkî gotin.
Weşanên Ar berhemên Rezoyê Osê bi alîkariya Komeleya Ramyarî ya Swêdî-Kurdî, 12 Adarê (Svensk kurdisk ideell förening 12:e Mars), nîsana 2014 li Stenbolê pêkaniye.
Bi helkeftina ku di roja 15.07.2014an de 63 sal di ser koçkirina mîr Celadet Bedrxan re derbas dibe, bi min xweş e ku ronahiyê berdim dor pêşgotina wî ji dîwana Cegerxwîn a yekemîn re. Wek ku diyar e, gelek navdarên kurd pêşgotin ji dîwanên seydayê Cegerxwîn re danîne: