Li ser bergê paşî yê pirtûkê weha hatiye nivîsîn
Ev çîrok û çîvanokên gelêrî yên dapîr û bapîrên kurdan vegotine û bi sed salan ji dev û guhên heta roja me hatine, di wêjeya kurdan a vegotinî de cihekî girîng digrin.
Yasîn Hisên- Ji aliyê Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ve li bajarê Silêmaniyê, pirtûka bi navê (Bêrîvana Cindî) hate çap kirin.
Ev pirtûk ji çend dastan û serhatiyên devera Efrînê pêk hatiye, ku Folklorîst Mihemedê Cezawîr Hemkoçer ev dastan û serhatî kom kirine û lêkdana wan jî kiriye.
Ev pirtûk ji 110 rûpelên qebare biçûk pêk hatiye, her weha nivîskar E'bdulkadir Mûsa pêşgotina wê nivîsiye û hunermend Luqman Ehmed tabloya bergê ji bo wê daniye.
Hêjayî gotinê ye, ku ev e sêyemîn pirtûka helbesta ku nivîskar Yasîn Hisên wê çap dike.
Helbestvanê nemir Arjen Arî yê ku beriya demekê koça xwe ya dawî kirbû. berhemek wî ya nû derket.
û ev tê wateya “wêjekar tu car namirin” dengê xwe gihand xwendekar û hezkerên xwe. ev Berhem ji aliyê Weşanxaneya Ronahî hatiye çapkirin.
Li Elmanyayê, Kovareke nû, wêjeyî û mehane , bi hejmara xwe ya yekem, tev li kerwanê weşanên kurdî bû. Kovar wê li çaraliyên cîhanê û her devera xwendevanên kurdî lê hebin, bê belavkirin.
Pirtûka nû ya Hesen Huseyîn Denîz `SERPÊHATIYÊN PENABERTIYÊ` li ser jiyana Penaberên Kurd ên li Mexmûrê, ji derketina ji gund heta gihiştina Mexmûrê bi wêne û bi bîranînên gundiyan ji devê wana hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Aramê derket.
Çapa nû ya “Şerefname”ya Şerefxanê Bedlîsî derket. Avesta di 2007an de yek taybet, yek normal du çapên Şerefnameyê derxistibûn û li Diyarbekir û Duhokê li ser Şerefnameyê konferans û pêşengehên minyatûran durust kiribûn. Wergera Şerefnameyê ya kurdî ji aliyê Ziya Avci ve hatiye çêkirin.
Hozan Emîn….Li van demên dawî de, çapa diwem ya Dîwana (Guldeste) ya Dr. Bedirxan Sindî, li weşanxana VENG bi tîpên Latînî li Istenbolê çap û belav bû, tê zanîn ku çapa yekem li Dîmeşqê bi navê ( Hozanît min)
Di jimara sisiyan de gelek nivîs û berhemên curbecur hatine weşandin, ji gotar, helbest, çîrok û ta bi dîrok û folklora kurdî jî cih di jimarê de girtine.
Me wek desteya birêvebir hewl daye ku em ji dîtin û rexneyên baş ên zikêşan sûdê wergirin û rojnamê di astek bilind de derxînin.
Di salvegera 20. a şehadeta rojnameger û nivîskar Huseyîn Denîz de, pirtûka li ser bîranîna wî ya bi Kurdî bi navê (HUSEYÎNCAN) û bi Tirkî (CAN HÜSEYİN) hatiye nivîsandin li Weşanxaneya Mezopotamya derket.
ji pênûsa mamoste û nivîskar Hesen Huseyîn Denîz pirtûkeke nû ya çîrokeke nûjen a kurdî ya bi navê "Canê Hez Dike" derket. Canê Hez Dike jiyana keçeke gundî ya li gundekî qûntara çiyayê qendîl dijî, hezkirinên wê, jiyana wê, hevaltiya wê,
Arjen Arî bi şêwazeke nû derket pêşber xwendevanên xwe. Arî vê şêwaza xwe ya edebî weke “Hevbestîn” bi nav dike. Di Kulîlkên Be’îvan de 13 hevbestîn hene, ji van hinek dişibin çîrokan, hinek wek ceribandinan in, di dawiya hemûyan de jî helbest heye û bi helbestekê bi dawî dibin hevbestînên Arjen Arî.
Di van rojên dawî de ji heyva gulanê, pirtûkek nû a çîrokan bi navê (Nameyek Ji Gorê: Çîrokin Ji Dîrokê), ji rex mamoste Abbas Îsmaîl ve li bajarê Qamişlo hatiye çap û belavkirin. Pirtûk xurû bi kurmanciya latînî ye, 25 çîrokan di nav 121 pelên orte de kom dike.
Di van rojên dawî de ji rex (Weşanxaneya Ronahî) ya ku navenda wê li Amedê ye, pirtûka helbestvana Kurd Evîn Şikakî ya bi navê (Antolojiya Helbestva Kurdî Ya Nûjen) hatiye weşandin.
Avesta, piştî “Mijabad”, “3 Gav û 3darek” û “Mîrname” vêga jî romana nû ya Jan Dost pêşkêş dike: Martînê Bextewer. Berhemên giştî yên edebî yên Jan Dost
Romana Ferhad Pîrbal “Hôtel Europe” bi kurmanciya Besam Mistefa di nav weşanên Avesta de derket. Çîrokên Pîrbal jî berê bi navê “Çolistan” bi kurmancî derketibûn. Avesta hemû roman û çirokên Ferhad Pîrbal werdigerîne kurmancî.
Çapa taybet a Kitêba Pîroz a Zerdeştiyan di nav weşanên Avesta de derket. Avesta berî bi du mehan çapa normal a kitêbê derxistibû. Di çapa taybet de du çerm hatiye bikaranîn, çermê duyemîn di rengê çermê gê de ye û beşek ji Avesta, bi alfabeya orijînal bi yaldiza zêrîn li ser hatiye nivîsandin.