Share |

nûçe

Roja Yekşemî rêkefta 7ê Çileya 2024an, rêûresma “Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê Saziya “KURDŞOP”ê ve bi beşdariya nivîskar,

Helbestvan û sîyastvan  ji Rojavayê Kurdistanê Mûsa Zaxuranî roja seşembê 19.12.2023an ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê di temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

Pêşengeha Pirtûkan a Mezopotamyayê ku ji aliyê DTSO û Fûarvaniya Eylulê ve di roja şembê 16-12-2023 destpêkir û wê heta 24'ê kanûnê berdewam be .  

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ,roja înê 15-12-2023 dest bi rêzeçalakiyên 9`emîn Mîhrîcana Rojava ya Çand û Hunerê kir û wê heta 28’ê Kanûnê wê dewam bike .   Mîhrîcan li navenda HRRK`ê ya li Qamişloyê bi dirûşma “Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin” hate lidarxistin .  

  Hejmara (20) a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê kurdî û erebî tê weşandin, derket. Dosyaya vê hejmarê (Cewher û girîngiya wêjeyê) ye, ji pêşekiya hejmarê:

Li welatê Swêdê nivîskarê Kurd Firat Cewerî xelata Akademîya Swêdî bo danasîna çanda Swêdî ji derve re wergirt.   Akademîya Swêdî “Svensk Akademien” di roja Duşem 11/12 /2023`an de li ser malpera xwe belav kir û wê xelata xwe ya sala 2023-an de bo danasîna çanda Siwêdê ji derve bide nivîskarê Kurd Cewerî û Massimo Ciaravolo yê Îtalî.  

Roja Şemiyê  9-12-2023 10mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê kir.   Festîval bi serokatiya Amir Elî Mihemed Tahir û derhêneriya fîlmçêkerê Kurd Şewket Emîn Kurkî di bin dirûşma “Zimanê Kurdî” de bi rêve diçe.  

Li roja çarşemê 06.12.2023 Navenda Xanî ya Rewşenbîrî û Ragihandinê li hotêla RIXOS li  bajarê Duhokê,

    Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê, her sal bi mijar û mijarên cuda tê lidarxistin, îsal di navbera 22-26 Mijdarê de tê lidarxistin.   Mijara 14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê ya îsal wekî “Welatekî Nû” hat diyarkirin, ji ber ku piraniya derhêner û lîstikvanên Kurd li Ewropayê dijîn.  

Di 10'emîn Pêşbaziya Helbestê ya Arjen Arî de Rêzan Diljen bi dosyaya xwe "Deftera Qetayî" bi ser ketibû. Bi merasimek xelata Arî dan Diljen.   Merasima xelatdayînê 11'ê mijdarê li Odeya Mîmaran a Amedê li dar ket. Weşanên Sor û malbata Arjen arî xelat da. Di merasimê de wêneyeke mezin a Arjen Arî hat daliqandin, gelek wêjehez jî di merasimê de amade bûn.  

7`emîn Mîhrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê (Sala Melayê Cizîrî) di roja xwe ya 3`emîn de di roja înê 3-11-2023 li hola Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo bi amadebûna nivîskar, rewşenbîr, xwendekarên zanîngehê û nûnerên Rêveberiya Xweser bi dawî bû.  

  Bi boneya salvegera koçkirina 39an ya şahsiwarê helbesta kurdî nemir seydayê Cegerxwîn, li roja 22-20-2023 Yekîtîya giştî ya nivîskar û rojnamevan kurd li Sûriya li ser gora wî ya ku li hewşa mala wî li bajarê Qamişlo ahengek li darxistin. Aheng bi xuleyekê bê deng destpêkir li ser canê wî û hemû pakrewanên Kurdistanê.  

Li peytexta Almaniya Berlînê li navenda YEKMALÊ di roja 21-10 -2023 simînarek derbarê qeydên Mûzîka Kurdî ji Aliyê lêkolînvan Zeyneb yaş ve hate pêşkêş kirin . Ev simînar ji Aliyê saziya YEKMAL û dezgeha RENGÎNÊ ve hat birêvebirin û bi moderatorya hunermendê şêwekar Bariş Seyitvan û wergera ji zimanê Kurdî bo zimanê Almanî Sodar Cafarzadeh.

Tîpa Şarya ya hunerê milî tabloyên dîlanên Kurdî li welatê Hindistanê nîşan dide. Tîpa Şarya ji bo cejna serxwebûna welatê Hindistanê ji aliyê wî welatî ve hatiye vexwandin.  

26’emîn Festîvala Navnetewî ya Gelawêj ya Çand û Wêjeyê bi diruşma ‘Azadiya Berdewam’ roja 12 cotmehêli salona Hotel Ramada li bajarê Silêmaniyê bi merasimekê bi beşdariya gelek kesan li dar ket.

Rojnameya Xelat ku bi awayê kaxizî tê çapkirin û ji 36 rûpelan pêktê, jimareya xwe ya sifir li Suleymaniyê,  paytexta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê di 27 heyva eylûlê 2023 yan de weşand. Rojnama Xelat bi dîzayneke ciwan û rengareng hatiye çapkirin,  gelek gotar, babet, rîportaj û agahiyên giring  ji  her çar perçên Kurdistanê û ji diyasporayê di nav xwede hildigre.

Di dewama çalakiyên werzê xwe yê payizê de Wêjegeha Amedê êvara 30ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê, bi moderatorîya Lal Laleş û Seçkin Arslan digel Zeynep Yaş, Hatice Kamer û Dilawer Zeraq  gotûbêjek bi navê “Welatekî Pir Dûr” li darxist.

Ji bo festîvalê li Amedê, li Şanoya Bajêr a Amedê merasîmek hate li dar xistin.   Sînemahez, derhêner û gelek mêvan beşdarî bernameyê bûn.   Festîvala Belgefîlman Fîlma Amed ya di 27ê Îlonê de dest pê kir, ji bilî belgefîlmên ji Tirkiyeyê û Bakur, mêvandariya beşek ji belgefîlmên ji Rojhilat, Başûr û Rovajayê dike.  

Hunermed Beytocan li Siwêdê li êvara roja Duşembê 11-9-2023, di 68 saliya xwe de koça dawî kir. Beytocan li Swêdê dijiya û ev demeke bi nexweşiya penceşêrê bû.   Beytocan beriya demekê emeliyateke giran derbas kir, beşeke ji çena wî hate jêkirin û parçeyek ji lingê wî lê hatibû bicihkirin. Lewma jî bi zehmetî diaxivî.  

li roja sêşembê rêkeftî 5 eylûlê2023, komeka Xwendevanên zanîngeha Dihokê yên beşê dirama ya kolîja zanistên mirovayetî, şanogerya "Derwêş yan Gudo" li bajarê amedê li bakurê kurdistanê nîşanda dan.

Di destpêka werzê xwe yê payizê de Wêjegeh Amedê êvara 9ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê nivskar Bavê Nazê vexwend û simînarek pêşkêş kir û nivîskar Îbrahîm Xort jî moderatorî kir.

Dezgeha ARTA a ragihandin û geşepêdanê di 70 saliya nivîskar û dahênanê Kurd Silêman Abdo ( Konê reş) bi şeveke hunerî li ARTA CAFÉ li roja înê 1-9-2023 xelat kir .  

Şêwekara Kurd Semer Drêî roja Pêncşemê ya 31'ê Tebaxê jiber nexweşîyek dûmdirêj di nexweşaneyekê de li Almanya jîyana xwe ji dest da.   Şêwekar Semer yek ji hunermendên jin yên Kurd in ku bi xebatek bêhempa karîbû cihê xwe di nav civata şêwekarî de bigire û ronîyê bikşîne ser kar û berhmên xwe, ne tenê li nav civata Kurdî lê belê li nav bîyanîyan jî.

Di 20.8.2023an Li Hola Hêlîn li bajarê Essnê li Elmanyayê Yekîtîya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê ahenga îmzekirina CD ya ji helbestên melayê Cizîrî  û pirtûka stranên hunermend Zibêr Salih li darxistin.