Helbestvan Ciwan Nebî ji sala 2006'an ve ta roja îro, siwarê helbesta xwe ye, ku bi xebatên xwe yên berfireh karîbû şêwazê helbesta xwe cîbicê bike di wêjeya kurdî de li Rojavayê Kurdistanê.
Mihemed 'elî Etrûşî, sînemakar û rojnamevanê kurd roja 2-9-2018 bi egera kirîza dil çû ser dilovaniya xwedê
Hunermend mihemed 'elî Etrûsşî, roja 2-9-2018 êvarî se’at 19 bi bi egera kirîza dil çû ser dilovaniya xwedê û li goristana şaxkê ya bajarê Dihokê hate veşartin
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî bi romana xwe ya bi navê “Navê Min Azad e” hêjayî Xelata Akademîk a Taybet UNESCOyê hat dîtin.
Nivîskarê Kurd Cemîl Turan Bazîdî di romana xwe de behsa çîroka rasteqîn a malbatekê ku piştî komkujiya Helebce neçarî ji Kurdistanê koçber bûye, dike.
Di pişbirka çandî de ya wezareta çandê li Birlînê ya sala 2018'an, helbestvan û wergêr Ebdulqadir Mûsa xelatek wergirt li ser piroja xwe ya bi navê "Serê Penaber û Palgeha Xewnan ya Vecinqî."
Ev pişbirka çandî ji bo nivîskarên ku ne bi zimanê Elmanî dinivîsînin û li Berlînê dijîn.
Kongreya Matematîkarên Navneteweyî vê carê Madalyeya Fiedels a Matematîkê dan kurdekî rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Koçer Bîrkar.
Kongreya Matematîkarên Navneteweyî her çar salan carek li dar dikeve. Vê carê li Rio de Jenerio ya Brezîlyayê li dar ket. Di her kongreyê de Madalyeya Fiedels didin 2, 3 an çar kesên di bin temenê 40'î re. Ev xelat wekî Nobela matematîkê tê hesibandin.
Gotina Kurdî bi reh û koka xwe bi kelepûra xwe ve girêdayî ye û li ser wê bingehê her rengên wêjeya Kurdî hatiye damezrandin.
Zimanê Kurdî di paxilên dayikan de mezin bû û ji wendabûnê parastî ma. Her bajarekî Kurdî bi awayekî xwe parast.
Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd roja 19-06-2018an bi merasîmeke fermî di warê muzîka Kurdî de ji Zanîngeha Mozart a li bajarê Salzburg ê welatê Awusturyayê (Nemsa) bawernameya doktorayê wergirt.
Hunermend Sefqan Orkêş bi deng û awazên xwe yên taybet, karîbû cihê xwe di nav hunera kurdî de bigre û dengê xwe bighîne her deverekê ku Kurd lê dijîn.
Pirtûka nivîskarê Kurd ê navdar Şêrko Bêkes a bi navê Geliyê Perperokan ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin.
Pirtûka Geliyê Perperokan a Şêrko Bêkes li ser jenosîdên Enfal û Helebçê ye. Ev pitûka nivîskarê navdar ê Kurd bi navê Butterfly Valley (Geliyê Perperokan) ji bo zimanê Îngîlîzî hat wergerandin.
Cîgirê Hevserokatiya Yekîtiya Hunermendan a Herêma Cizîrê, Hunermend Salh Osê (63) roja pênşembê 7-6 di encama nexweşiyê de jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Selah Osê di sala 1955'an de hate dunyê. Ji şêniyên gundê Til Şeîr a navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo ye. Di malbatek oldar û welatparêz de hate dinê.Jiyana xwe ji bo pêşxistina folklore û çanda kurdî da.
Hunermendê navdarê Kurd Delîl dîlanar rêze konsert li Herêma Kurdistanê (Silêmaniyê -Hewlêr- Dihok – Zaxo-Soran)saz kir, û bi beşdariya welatiyên her çar perçên Kurdistanê kpnsertên wî bi balkêşiyek mezin bi serketin.
Hunermend delîl dîlanar, xwediyê staylekê taybete bi xweve, ew hunermende bêhtir kar li ser sitranên folklorî dike û bi sitaylekê nû dibêje.
Hunermenda Kurd Rojîn elbûmeke xwe yê nû ji kompaniya xwe RBI bi navê "Rojîn 2018" derxist.
Her weha Rojîn gotibû ku elbûm ji 9` stiranan pêk tê û ku stiranên Kurdî û Turkî û Zazakî tê de hene ,dest nîşan jî kir ku ji ber ku dixwest ku stiranên wê ruhê wê nişan de xebat zêdetir bû û kar li ser elbûmê xwe dikir da ku serkeftî derkefe.
Rojnamevanê navdar Xelef Zêbarî ku yek ji damêzrenerê Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka bû li Washingtonê koça dawî kir.
Zêbarî ku 20 salan di radyoyê de kar kir, di meha Gulana 2012’an de jiber nexweşîya pişikê û kêmahîya nefesê neçar me karê xwe berde. Dengê wî yê taybet gelek bandor li ser guhdaran dihêşt û ew dikşandin ber xwe.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) îro li bajarê Qamişlo xelata xwe ya yekem a îsal pêşkêşî doktorê Zanîngeha Şamê yê di hunerên ciwan de, Zuhêr Hesîb kir.
HRRK bi dirûşma ‘Em hemû Efrînî ne' festîvala xwe ya 5emîn li Kobaniyê li dar dixe
Festîvala Şanoyê ya Amedê ku cara 6’an e wê çêbibe, lîstikên komên şanoyê yên ku wê ji Stenbol, Wan, Silêmanî, Kerkûk û Mehabadê werin, wê werin nişandan.
Li ser cihanê Federasyona rojnemeger û niviserên geştî (FİJET) xelatekê didin ku ev xelat weke “Oskara Geştiyarîyê” tê zanîn û weke “Sêva Zêrin” tê binav kirin.
Kejal Îbrahîm ku nişteciha Silêmaniyê bû şeva borî 23.04.2018ê li nexwaşxaneyê koça dawî kir.
Kejal Îbrahîm ku yek ji helbestvan û wergêra nasyar a herêma Kurdistanê bû, xwedî bi dehan berhemên helbestên kurdî, erebî û helbestên wê ji zimanên erebî, rûsî, îspanyayî û Îngîlîzî hatine wergerandin.
(Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)
Roja 5-4 -2018 . 21mîn xûla festîvala wêjeyî û hunerî ya Gelawêj li Silêmaniyê bi beşdariya hejmarek mêvanên biyanî û navxweyî dest pê kir.
îro Pênşemî 5ê Nîsana 2018ê di saet 10:00an de 21mîn festîvala wêneyê û hunerî ya Gelawêjê li hola Tewar a Silêmaniyê dest pê kir.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şaxê Ewrupayê
Agahî
Em hemû Efrînî ne
Di bin vî sernavî de HRRK ê şaxê Ewrupayê pêncemîn festîvala çand û hunerê ya Rojava li Elmanyayê lidardixîne
Helbest - Çîrok - Şano
Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.