Hunermendê Kurd Seîd Yûsif (74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, roja çarşembê 26-2-2020 jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Se’îd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di nava hunera Kurdî de û her weha jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.
Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.
Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.
Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.
7'emîn pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin dest pê kir. Weşanênxaneyên kurdan jî têde li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fûar heta 6'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 19.30'yan de vekiriye, roja dawî saet 19'an de tê girtin.
Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin.
Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.
Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye.
Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…
Hunermendê kurd ê ji devera Dihokê Bilind Îbrahîm berhema xwe ya nû ya bi navê “Min Bes Tu Divê” derxist.
Di albuma Îbrahîmî ya ‘Min Bes Tu Divê’ de 13 stranan hene û piraniya wan jî stranên folklora Kurdî ne.
Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bi xelatkirina beşdarên pêşengehê bi dawî kir.
Pêşengeha Pirtûkan a Herekol li hola Zana ya li Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dar ket û 6 rojan berdewam kir.
Li bajarê Qamişlo Şeşemîn Mehrîcana Rojava ya Çand û hunerê ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ve tê li dar xistin. Di heyama 5 rojan de hejmarek ji helbestvan, çîroknivîs û şanoger dê beşdariya mehrîcanê bibin, herweha hin simîner û filmên sînemayê jî cihê xwe di mehrîcanê de digrin û di roja şeşan de xelat dê bêne belav kirin.
Festîvala fîlmên Kurd li Parîsê bi belgefîlma Yılmaz Guney destpêkir. Festîval bi alîkariya şaredariya Parîsê û wezareta rewşenbirî ya Fransayê destpêkir.
Di bin serbereştiya Dezgeha Sema ya çandî û hunerî roja pênşemê 20.06.2019an li hola konfiransa ya hotêla Capîtol Hewlêr. semînarek li jêr navnîşana lidarxistin LAWAZKIRINA KURMANCÎ -Ragihandin weke nimûne hat eli darxistin.
Ev semînara ji hêla nivîskar Hozan Ehmed Dêrşewî hate pêşkêş kirin. û rastî beşdareyek baş ji beşdarvanan ve hat .
Li jêr çavdêriya Dezghe Sema Ya çandî û hunerî Semînarek derheq ferhengsazîkirina zimanê Kurdî, li Hewlêrê hate lidarxistin bi amadebûna hejmarek ji zanayên ziman, nivîskar û siyasetvan ji her çar parçên Kurdistanê.
Di roja 9 gulana sala 1991an de helbestvanê Kurd Mela Ehmedê Palo koça xweya dawî kir, Mela Ehmedê Palo helbestvsnekî bi eslê xwe Kurdê Zaza ye lê berhemên xwe bi Kurdiya Kurmancî nivîsîne.
Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn aşkere kiriye wê 7em Festîvala FîlmAmedê di 8ê Gulanê da dest pê bike.
Ligor zanyariyên Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn belav kiriye fîlma yekem fîlma I Am The Revolution (Ez Şoreş Im/Ben Devrimim) ya Benedetta Argentieriyê ye bihê nişandan.
Di roja çar şemê de 24/4/2019 û li hotêla Hewlêr kapîtol" piroja pêşnyara Bizava aştya navxweyî"BAN" sebaret pêkhatina syasî li rojavayê kurdistanê dîdareke vekirî de hat pêş kîş kirin.
Ferhan Hisê ( Dilbirîn Mihemed ) di sala 1946’an li gundê Çaxir Bazar ya Gundewarên Amûdê ji dayik bibû.
Yekem Helbest bi navê ( Ey Felek ) di sala 1976’an de nivîsî û Seydayê Tîrêj Nêrîna xwe tê de da
Dîwaneke wî ya helbestan bi navê “Pêlê Evînê Sote Dil” Heye.
Şanoya Bajêr a Diyarbekirê Heftem Mihrîcana Şanoyê ya Diyarbekirê li dar dixe. Bernameya mihrîcanê eşkere bû. Bername wê di navbera 26ê Nîsanê û 5ê Gulanê de bê lidarxistin.
Di roja 22 nîsana sala 1898an de Rojnameya bi navê Kurdistan ji alîyê Mîqdad Bedirxan li paytexta welatê Misrê El-qahîra de dest bi weşanê kir û îsal 121 sal derbas dibe li ser damêzrandina wê de .
Ev roj wek Roja Rojnamevanîya Kurdî tê pîroz kirin û bi panel, semîner û bernameyên taybet vê rojê bibîrtînin.
Roja Çarşemê 3 Nîsanê 2019ê 14.mîn Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê vekirin û 10 rojan berderam dike.
Amadekariyên vekirina Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan li Hewlêrê bidawî bûne. Cudahiya pêşangeha îsal ji ya sala borî ew e, îsal mezintir dibe û nêzîkî 300 weşanxane tê de beşdar dibin.
Bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin
Roja 27 adarê 2019an li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma Vedenga Zeytûnê, Festîvala Şanoyê hat sazkirin.
Di Festîvala Şanoyê de bi beşdarbûna hejmarek mezin ji aktor û şanogeran, ku hejmarek ji wan ji herêmên Efrîn û Kobanê bûn, merasîma Roja Cîhanî ya Şanogeriyê birêve çû.