Share |

nûçe in "Edebî"

 Li Diyarbekirê bi hunermend û nivîskar Keremo re, şeveke xwendina helbestan hat lidarxistin û di şevê de, gelek hunermend, nivîskar û siyasetmedarên Kurd berhev hatin. Di şeva ku bi navê “dîwana helbestên êş û evînê” hat lidarxistin de, li gel xwendina helbestên Kurdî, muzîk jî hat peşkeşkirin.

    Bi amedebûna gelek nivîskar, mamoste yên zanîngehê, nûnerên Yeketiya Nivîskarên Kurdistanê û nûnerê wîzareta Roşenbîrî şeva Ahenga îmzeya pirtûka helbestvan Mihemed Hemo ya bi navê ‘Di Şîna Evînê de’ li bi rêve çû.

    Nivîskar, lêkolîner û parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Profesor Kadrî Yildirim, roja Înê 26-3-2021  li Amedê koça dawî kir. Yildirim, Roja Çarşemê jiber celteya mêjî li nexweşxaneyê di servîsa nexweşên giran de dihat derman kirin. Yildirim di meha donzdeh, Berfanbarê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû, lê jinûve qenc bûbû.

Bi pêşengiya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî, li Amedê bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê

  Kovara edebî, hunerî, çandî û civakî Bernamegeh bi hejmara xwe ya 

Weșanxaneya Nûbiharê salnameya xwe ya 2021an jî derxist û gihande ber destê xwendevanan. Di pişta salnameyê de bi kurtî ev agahî hene:

  Însîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev sêl sal in bi navê "Xelata Şerefname" xelatek dide kesên ked dane zimanê kurdî û îsal ji ber ked û xebatên wî yên di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de nivîskar Konê Reş hêjayî vê xelatê hat dîtin.  

  Li Amedê 3’yemîn Rojên Wêjeya Berawîrdî yên Amedê dest pê kirin. Mêvanên bernameya yekemîn nivîskar Abdulla Peşêw û nivîskar-psîkolog Gunduz Vassaf bûn.

Rojnamevanê bin nav û deng Kamîran Mer’î  ji egerê nexweșiya Korona yê li nexweșxaneyke bajarê Hewlêrê li êvara roja çarșembê 30-10-2020 canê xwe ji desta .

Pêşangeha Pirtûkan a Herekol, ku îsal 2020 ya çaran tê darxistin, li Hola Zana ya Qamişlo destpê kir. Pêşangeh bi tevlêbûna bi dehan sazî, dezgeh, rewşenbîr û hejmareke bilind ya beşdaran hat vekirin. Komîteya amadekar ragihand ku li kêleka pêşangehê wê jiamreke çalakîyên çandî û rewşenbîrî dê werin lidarxistin.

Ji 10.07.2020 heta 17.10.2020, li Navenda HRRKê, li Qamişlo 1 Roja yekem. înê: 10.07.2020 11.00 Destpêkirin, Gotina serokê HRRKê. Gotina Desteya Çandê. Gotina komîta çalakiyên(HRRK). Gotinên Sazî û yekîtiyên çandî:   Yekîtiya Nivîskarên Kurd-Sûriya.  

  Kovara Dilop ku di warê çand, huner û polîtîkayê de du mehan carekê weşanê dike bi hejmara xwe ya 15an gihîşt ber destê xwîneran. Ji ber nexweşiya COVID-19ê hejmara 14an a kovarê weke PDF hatibû weşandin lê vê carê bi awayê çapkirî derket. Di hejmara tîrmeh-tebaxê de dîsa nivîsên cur bi cur hene. Dosyeya Hejmarê

    1’ê Tîrmehê, rojbûna nivîskar û rewşenbîrê Kurd Musa Anter e.   Li gor nasnameya fermî Musa Anter di sala 1920’an de li gundê Zivingê ya Mêrdînê ji dayik bûye.   Zarokên wî jibo 100 salîya wî çend bernameyên pîrozbahîyê amade dikin.  

Hejmara Şeşemîn a kovara Şermola ya wêjeyî û çandî ku bi zimanê Kurdî û Erebî tê weşandin, derket.  

Weqfa Mezopotamyayê di çarçoveya xebatên ziman û çandi de koverek nû li koverên kurdî zêde kir û hêjmara yekemîn a kovara Folklor û Ziman çap kir.  

    Ebdusemed Daûd: Rojbûna wî li gundê Girkê Deqûrya; başûrî bajarê Amûdê 25.11.1948. Sala 1973an ji zanîngeha Helebê fakulta Endazyariya çandiniyê der çû. Û ji sala 1991ê û virde wek berpirsiyarekî di sandîkeya endazyaran de hat helbijartin.

Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê nivîskar Firat Cewerî hêjayî xelata “Qelema Zêrîn” dîtiye. Xelat di 3yê Adarê de li Hewlêrê bi merasîmekê hatiye dayîn. Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskariyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandiye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandiye hatiye xelatkirin.

  Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.

Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.

Li roja pêncşemê 3-4-2019an li bajarê Silêmaniyê profesorê navdar ê gelê kurd û Kurdistanê Dr. Ezedîn Mistefa Resûl koça dawî kir.

      7'emîn pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin dest pê kir.  Weşanênxaneyên kurdan jî têde li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fûar heta 6'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 19.30'yan de vekiriye, roja dawî saet 19'an de tê girtin.

Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye. Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…

Sêyemîn Pêşengeha Pirtûkan a Herekol bi xelatkirina beşdarên pêşengehê bi dawî kir. Pêşengeha Pirtûkan a Herekol li hola Zana ya li Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê li dar ket û 6 rojan berdewam kir.