Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konsêrtê bide.
Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya Dengbejiyê ye, ku piştî 27 salan bo cara yekem xwe amade dike daku li bajarên Amed, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konsêrtan saz bike.
Şîlan Elmas Kan, Hevseroka MED-DERê ji bo tevlîbûna şahiyên Cejna Zimanê Kurdî bang kiriye û gotiye, “Em li mal, kolan, bazar, nexweşxane û li her derê bi kurdî bi axivin, bi xwînin û bi kurdî bijîn.”
Hunermenda Kurd ya Operayê Pervîn Çakar, kilam û stranên Kurdî yên ku êdî wek klasîk tên nas kirin, bi şêweya operayê pêşkêşî guhdarên Kurd û cihanê dike.
Albuma bi navê ‘’Bîhna di Nav Du Çeman de’’ di renge arşîva çanda kevnar ya bîra gelen Mezopotamya de ye.
Roja 26.03.2022, li Komeleya SÎWANA KURDAN, li bajarê Essen, sîmînarek ji bo bîst saliya koçkirina seydayê Tîrêj hat lidarxistin, ew sîmînara ko Komîteya Çalakiyan ya
Di 1`ê meha 1`ê sala 2022ê de, bi alîkariya Komeleya Janê Xelef a Xêrxwaziyê li Ingilistanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK), bo cara duyemîn lidarxistina (Pêşbirka helbesta Kurdî Ya Ciwanan a Sala 2022ê)ragihandi û bi awayekî berfireh di rêyên cûrbecur re mercên beşdariya pêşbirkê bo ciwanên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê belav kir.
Hunermend Melek Rojhat, nûtirîn berhema xwe bi navê 'Potporî' bi helkefta cejna Newrozê ji bo hezkiriyên xwe belav kir.
Ev berhem ji çend stranan pêk tê, ew jî strana 'Yar Heybet' ku gotin û awazên wê gelerî ne, 'Yar hey can' ku ji gotinên Melek Rojhat e û awazên geleriye.
Fîlma derhênerê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mano Xelîl a bi navê “Cîran” di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Monsê de xelata herî bilind, “Xelata A Brixton Tale Cineuropa” wergirt. Derhênerê Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê Şewket Emîn Kurkî jî di festîvalê de hêjayî "Xelata Jûriyê" hat dîtin.
Hunermendê Kurd Hesen Şerîf bi helkefta Cejna Newrozê berhemeke şad a nû bi navê 'Her Wanê' belav kir.
Ev berhema nû ji gotin û awazên Hesen Şerîf bi xwe ne û Rênas Mîran di awazdîna stranê de alîkariya Hesen Şerîf kiriye.
Di nav Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh a Amedê de. di “Roja Nivîskar” de, di roja şemîyê 12-3-2022an , li Wêjegeh Kitapê, li Amedê . Şerefxan Cizîrî, behsa pirtûka xwe ya bi navê "Edebîyata Devkî û Şer" kir, her wekî di edebîyata gelek zimanan de jî wisa ye, di edebîyata devkî ya Kurdî de li ser mijara şer disekine.
Hunermendên kurd Rewşan û Tara Mamedova berhemekî hunerî yê nû afirandin û bi awayê klip jî belav kirin.
Herdu hunermendên kurd vê derbarê de ragehandin ku:
Pêşangeha karîkaturîstê Kurd ji rojavayê Kurdistanê Mihemed Seyda li Amedê derket pêş hunerhezan. Seyda li bajarê Amûdê hate dinê, lê ew 20 sal in ku li Swêdê dijî. Di berhemên xwe de girîngî dide mijarên wek mafê jinan, sansur, otosansur, azadîya ramanê, rexneya sîyasetê.
Bawer bike Yar
Îro çelê min e
Ku ez bê te mirî me. .
Rojê çel cara
Giyanê min
Berê xwe dide
Singa te. .?.
Bê te jiyan xave
Bê te ez tî me.
Birçî me.
Kani yê Evîn ê Zuhabûn
Meçiqîn.
Xwunavê hêvi ya ji pelê
Dara min
Berê xwe guherîn.
Ey bilbilê dilşadî, hela wer bike fîxan
Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e
Gorî te bikin cerg û dil û mêlak û hem can
Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûre..
Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî
Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî
Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî
Bahoz Baran hem bi zimanzaniya xwe û hem jî bi çîroknûsiya xwe tê naskirin. Lê ji aliyê xwe yê zimanzaniyê zêdetir dixwaze bi çîrokên xwe derkeve pêş. Ji ber vê yekê ev demeke ku navber daye xebatên zimanzaniyê û hemû hêza xwe daye ser nivîsandina çîrokan.
Li bin çavdêriya Dezgeha Sema ya Çand û Hunera Kurdî şeva îmzakirina pirtûka li ser navçeya Aşîta ( lêkolîneke siyasî civakî û rewşenbîrî) ya nivîskar Elî şemdîn hate li darxistin li roja înê 11/2/2022 li Hotêla Capîtol-Hewlêr
Bi alîkarî û siponsoriya(KOMELEYA JANÊ XELEF A XÊRXWAZIYÊ LI INGILISTANÊ), Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK)ê dest bi lidarxistina (Pêşbirka Helbesta Kurdî ya Ciwanan) a sala 2022ê dike û mercên beşdariya pêşbirkê bo helbestvanên ciwan ên Kurd ên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin, radigihîne:
Pêşbirk bi zimanê Kurdî ye.