Di roja 3 hizêranê 2021an de Hunermend û rojnamavan Rodî Tehlo ciwanekî kurd ê bajarê Qamişlo ye, pêşengehek wênayên xwe vekir bi navê (çîroka gelekî) û daxaz dike ku gelen herêmê bi hevre bijî û hemî pêkhatî wek hev bin û bi biratî bijîn .
Hunermend Destan Doxan albumeke nû belav kir. Doxan berhemên kevn bi şêwazekî nû pêşkêş bike.
Hunermend Destan Doxan di albuma xwe ya nû de zimanê kevn vedigerîne û bi giyaneke nû divejîne.
Destan Doxan berhemên hunermendên berê wek xwediyên wan çawa xwendine, lê vê carê bi şêwazê muzîka hemdem pêşkêşî guhdaran dike.
Vê carê me dîsa xwe berda jêra beriya Mêrdînê û berê xwe da Binxetê. Me hevpeyvînek bi helbestkar û berhevkarê folklora kurdî mamoste Salihê Heydo re pêk anî. Heydo derbarê kar û xebatên xwe yên berhevkariya bi salan de ji rojnameya me re axivî.
Li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê li Çand û Hunerê ya Navenda Mihemed Şêxo sêyemîn Foruma Hunerên Bedew bi dawî bû.
Foruma ku ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ser bi Rêveberiya Xweser hatibû sazkirin di 6ê Gulanê de li bajarokê Tebqayê dest pêkir.
Piștî demek dirêj ji rawestandina çalakîyên Dezgeha sema ji ber egerê nexweșiya Korona û piștî gavavêtinên baș li pêș belavbûna vê nexweșiyê li herêma kurdistanê careke din dezgeha sema vedigere kar û xebatên xwe li gel pabendbûna bi rênimayên xweparastina tendirustî ji Koronayê.
Nivîskar, lêkolîner û parlamanterê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP), Profesor Kadrî Yildirim, roja Înê 26-3-2021 li Amedê koça dawî kir.
Yildirim, Roja Çarşemê jiber celteya mêjî li nexweşxaneyê di servîsa nexweşên giran de dihat derman kirin.
Yildirim di meha donzdeh, Berfanbarê de bi nexweşîya COVID-19 ketibû, lê jinûve qenc bûbû.
Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta "Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî…
Di dîrokê me de, gelek ronakbîr hizrên xwe kirin çira ,ji bo zanyariyê û evîna xak û maf , ji wan helbestvanê nemir Ferhad Içmo , û wekî her car , em nirxê saxa nagrin, û haja wan nabin ,
Me vê carê jî berê xwe da bajarê êvînê Qamişloyê û der barê helbest, ziman, êş, bîranîn û jiyana evîndarekî helbesta kurdî, bi helbestkar Dildarê Aştî re hevpeyvînek kir. Aştî ji salên 90’î heta niha bênavber hespê hest û dilîniyên xwe di vê qadê de dibezîne.
Ji weșanên LîS ê romana ‘derî vekirî bıhêlin wê hechecîk vegerin’ li amedê derket di romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne;
Îsal xelata hunerî ya Mamlê didin hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.
Sentera Hunerî ya Mamlê, ku her sal hunermendeka/î serkeftî û afrîner xelat dike, îsal jî biryar daye xelata hunerî ya Mamlê bide hunermendê navdarê kurd Dilşad Seîd.
Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û xwe bi derewa wan razî bike..!
Juriya ku ji 20 kesan pêk hatiye, ji bo malpera diyarname.comê serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye. Li gorî hilbijartina jüriye, serkeftirîn klîb, “Nazê Nêrgiza Hewşê” ya Hunergeha Welat e.
Malpera diyarname.comê "serkeftîtirîn klîba salê ya bi kurdî hilbijartiye.
Însîtuta Çanda Kurdî ya Vîyanayê ev sêl sal in bi navê "Xelata Şerefname" xelatek dide kesên ked dane zimanê kurdî û îsal ji ber ked û xebatên wî yên di warê çand, ziman û wêjeya kurdî de nivîskar Konê Reş hêjayî vê xelatê hat dîtin.
Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.
Berhem ango albûma bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Albûm li ser platformên dîjîtal bi muzîkhezan re ye. Mamedova klîba strana “Xewna Giran” jî çêkir û li ser YouTube da parvekirin.
Îro ez li rex dareke sêwî
Li tenîşt hîmeke devliken û serxweş
Li çiyayê Lêlunê
Di bin bareneke buharî de
Li gundê xwe rûnîştî me
Min çavên xwe jî bi bîriya te kil dane
Zû were!..
Min deriya gulistana sînga xwe
Li ser piştê vekiriye
Tikaye!..
Îro li hespê rewan sîwar nebe!
Roja 16-11-2020`an, 20`mîn salvegera koça dawî ya Ehmed Kaya ye.
Hunermendê navdar û naskirî yê Kurd nemir Ehmed Kaya, di roja 16 Mijdarê ya sala 2000`an de, li bajarê Parîsê Paytexta Fransayê koça dawî kir.
Berhem xebata zêdetirî 30 salan a Mehmet Oncu ye û ji aliyê Weşanxaneya Sîtavê ve hatiye çapkirin.
Ev berhem, ferhenga herî mezin û berfireh ya gotinên pêşîyan e. 50 hezar gotinên pêşiyan di vê berhemê de cih digirin. Ji van nêzî 30 hezar gotinan ji hêla nivîskar (berhevkar) ve ji qadê hatine berhevkirin. Berhem ji 4 cildan pêk tê. Her cildek 1250 rûpel e.