-Efrîn zevînê Zeytûnê ye, erdê aştî û evînê ye, xêr û bêrê ye. Efrîn lêdaneke ji lêdanên dilê Kurdistanê ye.
-Min pir ji hejar û binzoran re stra û min çi piştvanî ji çi alî ve negirt
Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Wezareta Rewşenbirî û Lawan a Herêma Kurdistanê nivîskar Firat Cewerî hêjayî xelata “Qelema Zêrîn” dîtiye. Xelat di 3yê Adarê de li Hewlêrê bi merasîmekê hatiye dayîn. Cewerî ji ber ku 40 sal in nivîskariyê dike û heta niha 40 pirtûk nivisandiye, 40 hejmar kovara Nûdem weşandiye hatiye xelatkirin.
Hunermendê Kurd Seîd Yûsif (74) ku ji ber nexweşiyê di nexweşxaneyeke Tirkiyê de bû, roja çarşembê 26-2-2020 jiyana xwe ji dest da.
Hunermend Se’îd Yûsif yek ji hunermendên bi nav û deng e di nava hunera Kurdî de û her weha jî li Sûriye û Libnan ê, ew tê nasîn bi navê mîrê Bizqa Kurdî.
Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.
Hunermenda Kurd Pervîn CHAKAR li Mêrdînê ( Dêrîka Çîyayê Mazî ) hatiye dinyayê. Di sala 2003'yan Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Gaziyê ya Enqereyê kuta kiriye.
Hunermend alav û keresteyên xav û xwezayî ji civakê distîne û di raman û xeyalên xwe de, wan ji nû ve diafirîne û careke din bi şêwazeke din vedigerîne civakê. Ew çand e, huner e û ziman e, ji ber ku ev dibin gewdeyê neteweyê.
Roja 10.01.2020an korsa fêrkirina Zimanê Kurdî ku ji aliyê lêkolîner û nivîskar Xalid Cemîl Mihemed ve hatibû amadekirin û wane jî wî bi xwe didan, li hola Dezgeha Sema ya Çand û Hunerê li mêvanxaneya Capitol bidawî bû.
Razê..
Dixwazim bi dizî.. Bi tenê
Navika demê vekolim
Tewla şevê dirêjbikim
Çima para min
Biharên kurmlêketîne
Çima li ber deriyê min
Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne
Ne ez
Li serê çiyayên rût
Rojê werbêj dikim
Ne roj
Baskên qulingan bi ser min de
Vedigre
Razê..
Yekem Konferansa Edebiyata Nûjen a Kurdî ku 19ê Kanûna 2019an li Hola Rewşenbîrî ya Hewlêrê, bi beşdariya helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û rojnamevanên her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê hat lidarxistin, 3 rojan dom kir.
Weşanxana Darava bi hevkariya dezgeha Sema Kurd ya çandî û hunerî we vexwendî şeva imzakirna 4 dîwanên helbestê ê helbestvan Ronî Elî û her weha imzakirna pirtûka destana Mihemed henîfe ji amadikirina rojnamavan Omer Kalo .
Cih: Hola Sema ya çandî li Hotêla Capîtol Hewlêr.
Dem: Roja înê 27-kanûn 1-2019 li demijmêr 7.30 şevê.
Di roja 9/6/1999'an de, serokatiya encûmenê wezîran di hikûmeta herêma Kurdistanê de pirojeyê bilindkirina (Ala Kurdistanê) pêşkêşî perlemanê Kurdistanê kir, endamên perlemento jî bi yek dengî ev piroje pejirandin...
Ala Kurdan: Ev Ala ku ji jêr ve rengê keske, ji ortê ve rengê sipîye û rokek di nav de diçirise û ji jor ve rengê sor e.
Şewata Sînemaya Amûdê an jî Agirê Sînemaya Amûdê di dîroka kurdan de bûyereke reş û giran e ku di 13ê Mijdara 1960an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê çêbibû. Di şeva 13ê mehê de agir Sînemaya Amûdê girtibû di encamê de 283 zarok di nav pêtên agir de can dabûn.
Tîp û lekên kurd ketin zinaran
Li hawîr bumba bû gullebaran
Êrîş dibin der komên neyaran
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
…
Dijmin naçî der bi lav û gazê
Xwînê nerêjî naghê daxwazê
Siba diçim şer divêm tu razê
De rabe ser xwe, kurê min rabe!
…
Mirovperestim mîna Cigerxwîn
Ez im generalê payizê..
Ez ê tu carî xêr nedî
Ez general im..
Generalê bi hezaran darên rût û bi milyaran pelên weşiyayî
Ez im generalê payîzê..
Şifqeya li serê min ewr e
Û stêrkên li ser milê min çend pelên çilo yên rengzîvî
Sakoyê li min nerme ba ye
Nivîskar Helîm Yûsiv bi romaneke nû li pêşberî xwendevanên xwe ye. Romana bi navê "Firîna Bi Baskên Şikestî" ku qala Kobanê dike ji Weşanên Peywendê derket û yekem car li 7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê gihîşt ber destê xwîneran.
7'emîn pêşengeha Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin dest pê kir. Weşanênxaneyên kurdan jî têde li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl beşdar dibin. Fûar heta 6'ê mehê her roj saet di navbera 10.00 - 19.30'yan de vekiriye, roja dawî saet 19'an de tê girtin.
Weşanxaneya Wardozê ku bi çapkirina xebatên folklorîk tê nasîn, 2 pirtûkên din ên folklorîk li folklora kurdî zêde kir. Edîtorê Weşanxaneya Wardozê Bahoz Baran destnîşan kir ku heta ji wan tê dixwazin rengê folklara kurdî diyar bibe.
Di rê û resmeke taybet de 7emîn Filme festîvala Nêvdewletî ya Duhokê dawî bi karên xwe anî û xelat li ser serkeftîyên Filme festîvalê hatine parvekirin.
Filme festîvala Duhokê bi dehan ekter, hunermend, sînemakarên kurd û bîyanî pişikdar têda kirbû û li 9ê eylûnê dest bi karên xwe kirbû û bo dema 8 rojan ya berdewambû.
Di vê jimara Nûbiharê de digel cûrbecûr nivîs, hîkaye û helbestan, hevpeyvînek jî heye.
Di jimarê de Seîd Veroj li ser Ahmed Ramizê Liceyî nivîsiye; Ahmed Ramiz di destpêka sedsala 20an de di nav Kurdên ku li Stenbolê dijiyan de yek ji kesên herî çalak e. Seîd Veroj bi berfirehî behsa Ahmed Ramiz kiriye…