Share |

Articles

Meryem Xan jina leheng û hêzdar e, ya ku li hember rewişt û yasayên civakê yên şaş û çewt rawestiyaye, û hebûna xwe wekî jineke jîr û zana eşkere kiriye. Ew li gundê Dêregola Botan ê Bakurê Kurdistanê di sala 1904′ê de ji dayîk bûye.

Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate weşandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma weşana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diweşînin: Dezgeha medyayî ya Bas: Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin

Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe. Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan. Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.

Hevpeyvîn: Ferîd Mîtanî   “Deham Ebdulfetah ne ji asîmanan û ne jî ji nava sitêrkan derketiye; ew jî Kurdekî gundî ye û wekî hemî hevdemên xwe feqîr, hejar û perîşan bû.” Bi van çend gotinan, Deham Ebdulfetah xwe dide nasîn. Di sala 1942‘yê de li gundê Belê ku girêdayî devera Amûdê ye, ji dêya xwe bûye.

Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) ku ji ber dil ev demek bû dihat dermankirin îro wefat kir. Gazi li Amedê wekî Seyda dihat nasîn. Ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî dihat dermankirin. Gazî roja sêşembê 28-11-2017 wefat kir û cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy defin kirin.

Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike. Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye.

  18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.  

Pirtûka Pirsname bi temamî li ser hev ji 820 pirsan pêk tê. Weku Bankeya Pirsên Kurdî bi taybetî ji bo xwe amadekirina bernamayên Lîsansa Bilind a Kurdî û herwiha ji bo pêşxistina zanîna xwe ya derbarê Ziman û Edebiyata Kurdî de hatiye amadekirin. Ji aliyê naverokê ve pirtûk dabeşê pênc beşan bûye.

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer       Pilangeraniya Koreşê Duyem:  

Wekî şênîyên Dersimê me berê di civînên xwe de, di şînên xwe de, di şayî û dawetên xwe de, di serdana nexweşên xwe de,

"Bi henekek biçûk ez û Ciwan, me dest bi nivîsîna stranan kir û ew henek mezin bû û li her derê belav bû. Bû rastîyeke pir xweş."   Wisa helbestvana Kurd, Dilber Haco çîroka xwe bi helbestê re şîrove kir.   Dîlberê çavê xwe di malbateke mezin û navdar de, li Tirbêsipî vekir û fêrî hezkirina welêt û çand û hunerê bû.

Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû. Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.

LEZ Wexata min nîne .... Di rabûn û rûniştina xwe de Ez bilezim Di xwarin û vexwarinê de Ez bi lezim Di meş û silavdayînê de Ez bi lezim Tenê du bînvedan Bi hûrbînî lê dirawestim Vexwendina çavên te Û nivîsîna helbestê Gav û dema ji min didizin ......

Helbestvanê kurd Arjen Arî di salvegera 5’emîn a koça dawî de ji aliyê nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd ve hat bibîranîn.

Roja 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Şêx Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriya bihîst. Piştî nexweşiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.

Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê lidar ket Roja 11ê Cotmehê 2017ê, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê ji aliyê desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê û di bin duruşma “Wêjeya Gelan li Rojava zindî dibe” lidar ket.

Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”

Dr. Ehmed  Xelîl ... werger: Heyder Omer   Iblîskirina şahê Med Ezdehak yekek ji xelekên awanbaziya mezin a Farisan dij Medan û şahinşîna wan bû. Ew awanbazî bi kurtahî wusa bû: Fêlbaziya Kureş:

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 3'yemîn car Rojên Çand û Hunerê ya Stenbolê li dar dixe.

Roja 29-9-2-17 li hola navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Helebê yekemîn mîhrecana filklora gelêrî lidar ket.

    Ji peyvê  helbestvanê navdar Şêrko Bêkes  hunermenda kurd Leyla Ferîqî stranek bi navê “Kurdistan” belav kir. Leyla Ferîqî îro hevdem ligel destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.    

Hunermendê kurd Cemîl Horo yek ji sembolên hunera Efrînê ye, bi berhmenên xwe yê dengbêjiyê hunera kurdî dewlemend kir, li gel hejmareke ji hunermedên kurd beşdarî şahî û festîvalan bû. Ji ber nêrîna xwe ya siyasî hat girtin.

Hunermendê Kurd  Kanîwar  yê ji bajarê Qamişlo ku  bêtirî 25 salan e koçberî  Ewropayê bûye li welatê Hollandayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.  Kanîwar ku temenê wî 55 salî bû, ji zêdetirî 30 salan ve dest bi mûzîkê û stanan kiriye û xwedî gelek berhem bûye, wek “Xwazî Yarê, Hatin Ewropa, Xwazî dayê zarokek ba ma”