Delîl Dîlanar di sala 1973an de li gundê Orginos yê girêdayî navenda Mûşê hatiye dinyayê. Delîl, ji ber gotina stranekê di sala 1995an de hate sirgûn kirin. Piştî sirgûniyeke 20 salan di sala 2015an de vegeriya welêt.
vê êvarê...
di xilmaşiyê de
dilê min dibije te
dilê min ê şûm
peyadar e di qelaçên sînga te de
hêlînên kewsûskan
vedixepêre
gûmaneke bihnperkî
xwe çeng dike sifirneyê
firte – firta dilxerabiyê ye
gelo dibe ku careke din
baran sîwana xwe
venegre?
û
Kitêba çîrokan a Mihemed Ronahî “Kûçikistan” di nav weşanên Avesta de derket. Mihemed Ronahî ji mehekê zêdetir e, ji ber axaftinên xwe yên sala 2012-2013an di hepsa Diyarbekir de girtî ye.
Bi helkefta roja 25 Eylûlê roja Referendum Serxewbûna Kurdistanê Hunemrndê Ciwan lawê rojavayê Kurdistanê Xelîl Botanî vîdyo kilîpek belav kir bi navê " dewleta kurdî”.
Ev kilîp di nava sutişta Kurdistanê li devera Berzan û Amêdiyê hatiye wênekirin û ji peyvên stranê yê Ednan Ibrahîm e û Derhênana Lezgîn Mehmûd e.
Roja (09.08.2017), 45 sal di ser koçkirina helbestvan Qedrî Can re derbas dibe, bi min xweş e ku ez helbestvaniya wî ji hunandina helebesta kurdî a nûjen re diyar bikim. Di sala 1936an de Qedrî Can helbesta xwe
Bi boneya çapkirin û weşana 10 pirtûkan ji yên endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja 31-7-2017. Li hola Zana li bajarê Qamişlo aheng bi amadebûne camawerekî gewre ji rewşenbîr,nivîskar,saziyên civaka sivîl, rêxistinên siyasî,û alavên ragihandinê hate li darxistin.
Di bernameya Kurd Idol li bajarê Silêmanî keça Kurd Jînda Kanco bû stêra Kurd Idol.
Jînda ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye piştî pêşbirka mazin li gel hevalên xwe (beşdaran) di rêza yekem de derket û bû stêrka vê bernamê.
Gelî mirovdostên hêja, azadîxwaz û kurdên niştimanperwer!
Di gel rêz û silavan de!
Wek hûn dizanin, kûrbûn û berfirehiya karesata şerê DAIŞ beramber kurdan, ne tenê wijdanê gelê kurd, belko wijdanê hemû mirovên azadîxwazên cihanê jî hejand.
Di berdewamiya kar û çalakiyên xwe yê wêjeyî û bi hevkariya yekîtiya nivîskarên Kurdistan- Sûriye,
Dezgeha Semakurd ya çandî û hunerî we vexwendî şeva çilîniya Helbestavan Ferhad Içmo li hotela Capîtol Hewlêr dike, bi beşdariya hejmarek ji nivîskar û rewşenbîrên Kurd wê bi helbest û hasten xwe helbestvan Ferhead içmo û jiyana wî ronî bikin .
Navenda Newroz a Vejandina Civaka Sivîl li Amûdê, û bi serpereştiya Partiya Pêşverû duh Înê belgefîlmek li ser jiyana nivîskar Reşîdê Kurd da pêşandan. Ew belgefîlm bêhtirî xwe giranî dida kar, berhem û astengiyên di jiyana Reşîdê Kurd de.
Nûredîn Zaza şexsiyetekî girîng e di nav dîroka kurdan de. Wî çîrok nivîsîn, nivîs nivîsîn, di nav xebata siyasî de cih girt, role wî ya girîng di nav PDK'ya Sûriyeyê de hebû û ew
Dem nedema xem û giryanê ye.
Jan ji êşê bihêztir e,
teka zarokê bêpêngav e,
çi rêya naxwaze.
Di nava birînên min de, heyv giriya,
ewra sahî bariya,
rêvîng im, rê qetiya,
di rêya min de, rê reviya.
Hizrên min li hev dicivin.
Ramosanek ji lêvên mirinê
axa min jibo wê ye,
Bi dilekî xemgîn Dezgeha Sema ya çandî û hunerî nûçeya koçkirna Helbestvanê navdarê Kurd Ferhad Içmo piştî nexweşiyek giran bihîst.
Dezgeha Sema sersaxiyê xwe pêşkêşî malbat û xizim û dost û hogir û tevayî nivîskarê kurd dike.
Di van rojan de pirtûkek nû li berhemên mamoste Konê Reş zêde bû. Ev pirtûk bi navê (Ji Geşt û Serdanên Min) e. Konê Reş di vê pirtûkê de geştên xwe an gerên xwe yên dervî Rojava û Sûriyê bi firehî şirove kirine; çima çûye? Çi dîtiye, kî dîtiye û çi kiriye bi zelalî nivîsandiye..
Navenda Kemal Derwêş a Rewşenbîrî li bajarê Amûdê, duh Înê şevbuhêrkeke helbestî û sitranbêjî bi amdebûbûna birek ji helbestvan û hunermendên Kurd li dar xist.
Şevbuhêrk bi rawestana xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanan dest pê bû, paşê kesên beşdar helbestên xwe yên cihêreng xwendin.