Hunermend, muzîkjen, stranbêj û derhêner Nizamettin Ariçê piştî albûma ku bi helbestên Fêrîkî Ûsiv hatibû amadekirin vê carê albûmekê amade dike ku ji helbestên Cegerxwînî pêk tê derdixe. Ariç diyar dike ku ev diyariyeke wî ye ji bo Cegerxwînî û dibêje ku "Fêrîkê Ûsiv û Cegerxwîn jî du nirxên kurdan in û em bi wan serbilind in."
Pêşbirka Xelatên Helbestan a Arjen Arî ya 5emîn diyar bûn. Di Pêşbirka îsal de Emerîkê Sidîqayê bi berhema xwe ya bi navê “Nameya Şîn” hêjayî xelatê hat dîtin. Herwiha Yekîtiya Tebîbên Tirkiyeyê (TTB) jî layiqî xelata rûmetê hat dîtin.
Êdî Hêsir ji Baroveya Efrînê re dibêjin:
Hey Hawarrrrrrrrrr
Mirin li Kolanên Dil Sîwanên xwe vedigire..
Ne Xwedayekî bawerpê,
ne Asmanekî parêzvan û ne Erdeke aram..
Li Dayikekê guhdarî dikim,
li ber Çavên min Şîrmijê xwe bi Axê dilorîne..
Bi helkeftina roja zimanê dayikê me (Birek ji nivîskar, rewşenbîr, siyasetmedar û rojnamevan) serdana mala mamoste Derwêşê Xalib kir. Û wek rêzgirtin ji kar û xebatên wî re di ber zimanê Kurdî de, me spasiyên xwe jêre pêşkêş kir..
Hunermendê kurd Hesen şerîf di nûtirîn berhemê xwe yê hunerî da behsa rûdanên 'Efrînê dike û stiranek bi navê “Ez zaroyek 'Efrînî me”, bo zarokên 'Efrînê gotiye û di vê stiranê da behsê derdeserî û êş û azarên zarokên 'Efrînê dike.
Roja sêşembê (20.02.2018) li Egitim-Sena Amedê, saet di 15.00an de, bi minasebeta Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê panelek hat lidarxistin. Axaftvanên panelê Osman Ozçelîk, Qedrî Yildirim û Resul Geyîk bûn. Panel bi moderatoriya Fatma Budak Guler bi rê ve çû.
Romana nivîsakarê Kurd Heysem Hisên, ku sala 2009an, bi Zimanê Erebî bi sernavê “Qurbaniyên Gunehkariyê”ji aliyê Weşanxaneya el-Tekwîn ve li Şama paytexta Sûriyê derket, destpêka sala 2018an li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya J& J ve, bi Zimanê Kurdî jî derket.
Yekêtiya Nivîskarên Kurd, yek ji destkeftên peymana aştiyê bû ya di navbera Kurdan û hikûmeta Îraqê ku weke Beyana 11 Adarê ya sala 1970ê tê naskirin.
Yêkêtiya Nivîskaran piştî şkestina şorşa Kurdan li sala 1975an dîsan berdewam bû, di nîva salên 80an de, YNK bi biryareka rejîma Bexda ya wî demî bo beşek ji Yekêtiya Nivîskarên Îraqê.
Hunermend Mihemed Seyda ye, ku tevî dûrbûna wî ji Amûdê, cihê ji dayik bûna wî jî, lê wî hestên wî bajarokî bi xwe re hilgirtiyê û li Siwêda sar li ser pel û kevalan radixîne.
Seyda, ku bi salan li Siwêdê dijî, bi awayekî dilsoz rewşa kurdî û ya Sûriyê dişopîne û wan bi wêneyên xwe û dîzayinên xwe yên balkêş şîrove dike.
Yekîtîya Rewşenbîran li Kantona Efrînê pêşbirka Bîlal Yûsiv ya helbestê li dar xist.
Dewreya duyê ya pêşbirkê, di bin dirûşmeya 'Ta Êşa Min Bibe Refek Kevok' pêk hat û tê de 32 helbestvanan hestên xwe bi her du zimanên Kurdî û Erebî honandin.
Endamê komîteya amadekar Salah Yûsiv, li ser pêşbirkê wiha axifî:
ez
bi bîranînên cemidî
tijî me
li êvarên bêhnteng
pêsîrên hingoriya aso
dimijim
tîrêjên heyvê melûl melûl
dibiriqin
asîman xeman li hinava şewitî
dibarîne
berê xwe didim çolistanên ziwa
li ser rêya heqîqetê siwarê
hespê kumeyt im
eniya qedera mirineke bêwext
Şêwekarên Rojavayê Kurdistanê serdana bajarê Reqayê kirin û pêşabgeheke hunerî bi navê “Hunera li dijî Şer” vekirin. Şêwekar dixwazin çarxeriya “Neîm” ya wek meydana kuştinê û firotana jinên Êzidî dihat nasîn, bi tabloyên xwe yên rengîn tariya DAIŞê li Reqayê rakirin û wê Reqayê kirin bajarê jiyanê.
Şanoya Bajêr a Amedê bermaneya lîstikên meha çile weşand. Bernameya saziyê di 5ê çile de bi pêşengeha wêneyan a Ercan Altuntaş ya bi navê "Sewta Li Gel Ba" dest pê bike.
Roja Şemiyê 23 – 12 – 2017 û bi tevlîbûna 38 komên hunerê, çalakiyên yekemîn Mihrîcana Orkêş a Mûzîk û Sitranên Gelan, li navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê bûn.
Di rê û resmên vekirina mehrîcanê de, hejmarek ji sitranan, dîlokên folklorî û çend helbest ji hêla tevlîbûyan ve hatin pêşkêşkirin.