Share |

nûçe

Rojnmeya hefteyî BasNews ku bi du zmanan (Kurdî û Tirkî) û li Îstembolê dihate weşandin ji ber bûyerên dawî mecbûr ma weşana xwe da sekinandin. Em li jêrê nûçeya rojnamey BasNews derabarî vê bûyerê de diweşînin: Dezgeha medyayî ya Bas: Weşana rojnameya Bas li Stenbolê hat sekinandin

Hunergeha Aslan Art bi hevkarîya zanîngeha Efrînê pêşangeha heftê ya şagirtên xwe li dar dixe. Di pêşangeha bi navnîşana “Rengên ji Efrînê” de, 25 şagirtên wênesazî 145 tabloyên xwe tînin pêş mêvanan. Rêvebir û xwedîyê hunergeha Aslan Art, wênesaz Aslan Mamo dibêje ku tevgera hunerê li Efrînê geş bûye, lê hol û galêrîyên hunerî kêm in.

Helbestvan û nivîskar Mustafa Gazî (Seyda) ku ji ber dil ev demek bû dihat dermankirin îro wefat kir. Gazi li Amedê wekî Seyda dihat nasîn. Ev demek dirêj bû li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahedîn Eyûbî dihat dermankirin. Gazî roja sêşembê 28-11-2017 wefat kir û cenazeyê wî li Goristana Yenîkoy defin kirin.

Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye. Fîlm li ser kalekî 75 salî ye ku heta niha jî li Zaxoyê karê boyaxkirina sol û pêlavan dike. Fîlmê ku navê wê "Rûmet" e, bi derhêneriya Kamêran Bêtasî li Zaxoyê hate kişandin û 10 deqe ye.

  18mîn Festîvala Navnetewî ya Fîlman a Arrasê ya ku di navbera 3 û 12ê Mijdarê de li bajarê Arrasê yê Fransayê hate li dar xistin. Di festîvala de fîlmê Sehim Omer Xelife yê bi navê Zagros hêjayê xelata “Baştirîn Derhênerî” a jûriyê û “Baştirîn fîlm” ya temaşevanan wergirt.  

Hozan Canê di nava jîyaneke trajedîk çavê xwe vekir û mezin bû, lê bala xwe da hunerê û bi wê navdar bû. Hozan Canê li herêma Karayazi ya bi ser Erzeromê ve ji dayik bû. Piştî jîyaneke zor di civaka malbata xwe de, wê berê xwe da bajarê Edenê û dû re çû Stenbolê.

Helbestvanê kurd Arjen Arî di salvegera 5’emîn a koça dawî de ji aliyê nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd ve hat bibîranîn.

Roja 22-10-2017an. Bi dilekî xemgim me nûçeya koça dawî ya helbestvanê Kurd î buha giran Ehmed Şêx Salih endamê Yekîtiya Nivîskarên kurdistana Sûriya bihîst. Piştî nexweşiyek dirêj ku li Hewlêrê dihat dermankirin.

Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê lidar ket Roja 11ê Cotmehê 2017ê, mihrecana Osman Sebrî ya wêjeyê ji aliyê desteya çand û hunerê ya kantona Cizîrê û di bin duruşma “Wêjeya Gelan li Rojava zindî dibe” lidar ket.

Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”

Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) 3'yemîn car Rojên Çand û Hunerê ya Stenbolê li dar dixe.

Roja 29-9-2-17 li hola navenda Çand û Hûnerê ya bajarê Helebê yekemîn mîhrecana filklora gelêrî lidar ket.

    Ji peyvê  helbestvanê navdar Şêrko Bêkes  hunermenda kurd Leyla Ferîqî stranek bi navê “Kurdistan” belav kir. Leyla Ferîqî îro hevdem ligel destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.    

Hunermendê Kurd  Kanîwar  yê ji bajarê Qamişlo ku  bêtirî 25 salan e koçberî  Ewropayê bûye li welatê Hollandayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.  Kanîwar ku temenê wî 55 salî bû, ji zêdetirî 30 salan ve dest bi mûzîkê û stanan kiriye û xwedî gelek berhem bûye, wek “Xwazî Yarê, Hatin Ewropa, Xwazî dayê zarokek ba ma”  

Fêstîval li 9ê Îlona 2017ê destpêdiket û dê yekem nimayîşa MENA filmê Zer bît yê derhênerê Kurd Kazim Öz.

Bi boneya çapkirin û weşana 10 pirtûkan ji yên endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja 31-7-2017. Li hola Zana li bajarê Qamişlo aheng bi amadebûne camawerekî gewre ji rewşenbîr,nivîskar,saziyên civaka sivîl, rêxistinên siyasî,û alavên ragihandinê hate li darxistin.

Di bernameya Kurd Idol li bajarê Silêmanî keça Kurd Jînda Kanco bû stêra Kurd Idol. Jînda ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye piştî pêşbirka mazin li gel hevalên xwe (beşdaran) di rêza yekem de derket û bû stêrka vê bernamê.

Navenda Newroz a Vejandina Civaka Sivîl li Amûdê, û bi serpereştiya Partiya Pêşverû duh Înê belgefîlmek li ser jiyana nivîskar Reşîdê Kurd da pêşandan. Ew belgefîlm bêhtirî xwe giranî dida kar, berhem û astengiyên di jiyana Reşîdê Kurd  de.  

Helbestvana kurd Gulnar Elî balateyî roja 18/6/2017 oxir kir, bi navê tev endamên yekîtiya nvîserên kurd- Dihok.

  Şaredariya Parîsê navê derhêner û lîstîkvanê sînemayê ê Kurd Yilmaz Guney li çarxeriyeke Parîsê dike.

  Navenda Kemal Derwêş a Rewşenbîrî li bajarê Amûdê, duh Înê şevbuhêrkeke helbestî û sitranbêjî bi amdebûbûna  birek ji helbestvan û hunermendên Kurd li dar xist. Şevbuhêrk bi rawestana xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanan dest pê bû, paşê kesên beşdar helbestên xwe yên cihêreng xwendin.

             5’emîn Festîvala Şanoya Amedê ya ji aliyê Şanoya Bajar ve tê lidarxistin û bi piştgiryeke  mezin didome. Di festîvala ku hunermendan bi îmkanên xwe pêk anîne de li ser dîka Şanoya Bajarê Amedê lîstika ku Behîc Cem Kolan nivîsiye û rêveberiya wê dike ““Hûn me diwestînin her bijî ji we re” hat pêşkêşkirin.

  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 4'emîn Festîvala Çand û Hhunerê ya Rojava îsal careke din li dar dixe. HRRK ya Ewropayê ev sala çaran e vê festîvalê li dar dixe lê îsal cudabûneke ew e ku dema ev festîvala li Ewropayê li dar dikeve, li rojavayê Kurdistanê jî HRRK bi heman şêweyî festîvalek din jî li dar dixe.