Share |

nûçe

    Berî 56 salan li Sînemaya Amûdê ya li bajarê Amûdê  şewat derket û 283 zarok têde mirin. Ji bo bîranîna van zarokan niha bi navê "Sînemaya 13" sînemayek nû hat vekirin.

 Li bajarê Amûdê Saziya Berzanî ya Çand û Hunerê smînerek bi helkefta derbasbûna 309 salan li ser koça mîrê helbesta kurdî Ehmedê Xanî li dar xistin.

   roja yekşemê 20-11-2016`an li bajarê Silêmaniyê paytexta rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê,

3'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî ku ji aliyê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ve tê lidar xistin îsal jî li Wuppertalê li dar ket.

Piştî qetilkirina ronakbîrê Kurd Musa Anter di 20 Eylûlê 1992an de, li ser navê wî her sal xelatên rojnamegeriyê tên belavkirin. Encamên xelatên 24mîn, roja yekşembê 25 Eylûlê li hola cegerxwîn li bajarê Amedê di bernameyek taybet de hatin belavkirin. Gelek siyasetvan, rojnamevan, û herwiha nûnerên rêxistinên sivîl di bernamê de amade bûn.

  Roja 19 Eylûlê, 27 sal di ser  koça dawî ya hunermendê binav û deng Cemîl Hore re derbasbûn. Bi vê boneyê ahingek li Hewlêrê hat lidarxistin di bin çavdêriya Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de û bi serperiştiya Koma Aramnc Efrîn û sponseriya Nivîskarê Kurd Mihemed Hemo, Karsaz Hesen Şingalî û hejmarek kesayetiyên din.

Bi şahiyekê xebatê Yekmîn Orkestra ya Zarokên Rojava hate pêşkêşkirin. 

    Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdar Hêmin Mukriyanî hat lidarxistin Yekemîn konferansa danasîna helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî li bajarê Mehabadê hat lidarxistin.  roja 22-9  li bajarê Mehabadê yê Kurdistana Rojhilat, konferansek li ser bîrmend û helbestvanê navdarê kurd Hêmin Mukriyanî ji aliyê şaredariya bajêr ve hat lidarxistin.

      Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê derbarê dîroka Wargeha Orkêş ya dîrokî “Girê Mozan” belgefîlmek, amade kiriye.

Piştî xizmet û xebatek hunerî mezin li dirêjahiya 50 salî ku bi sedan stranên Folklorî û netewî û şoreşgerî û eşq û evînî, roja duşembê 15 tebaxê 2016an Hunemrndê Kurd yê navdar Mihmed Teyb taha li bajarê Bon yê Almaniya koça dawî kir.

  Yekemîn gav li Rojavayê Kurdistanê bi vî awayî tê avêjtin, gava avakirina navenda çanda Frensî-Kurdî li bajarê Amûdê ye, ku beriya çend rojan şaredariya bajêr a girêdayî Rêveberiya Xweser li ser hevpeymana rêxistina Asya ya avakirina navendê îmze kir.

Bi helkefta bîranîna diwemîn ya karîsata Şingalê, Komela çandî ya Kurdî li bajarê Miyonix (München) li welata Almaniya rabû bi li darxistina şevekê bo helbestvanê navdarê Kurd Dr. Bedirxan Sindî.

Piştî demeke dirêj ji nexweşiyê, nivîskarê bi navûdeng ê Kurd Pîr Kerîm Reş li Rûsya bi temenê heştê daliyê koça dawî kir.

Li Hola Ferhengê Hunerê Fecrî yê şarê Sine yê Rôjhilatê Kurdistanê di navbera rojên 19 heta 21ê Tîrhemê, konserta hunermendê navdar Ednan Kerîm û Koma Mûzîkê yê Mehûy birêve çû.  Di her sê şevên konsertê de her şev 2 hezar bilêt hatin firotin û 6 hezar kes amade bûn. Rudaw

Hunermend û dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ku ji 23 Hezêranê ve di nexweşxaneyeke Efrînê de bû, îro danê sibê koça xwe ya dawî kir.

Hunermendê şêwekar û peykersaz Seywan Saeedian pêşangehek taybet li gundê Yuvacik- Amedê vekir, ku ji peykerên hesinî bûn û li derve û di nav suriştê de bû.  Birêz Seywan dibêje: "Huner ne tenê di nav galîriyan de ye û ne tenê kesê li bajaran dikarin hunerê temaşe bikin, divê ku huner azad be ji ber wê ez hatim gund û min li ser sînga suriştê berhemên xwe belav kir."

Kovara Nûbihar bi hejmara xwe ya 135an bi şekl û şemaleke nû dekete pêşberî xwendevanên xwe. Ji mîzanpajê bigre heya bergê, ji logoyê bigre heya kalîteya rûpelan bi terzeke nû derket.     NAVEROKA JIMARA 135AN  

  Endamê PEN'a navneteweyî PEN'a Kurd 9'emîn kongreya xwe li Resepsiyona Parka Sumerê ya

Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.   Di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê de, hunermenda kurd ya navdar Yelda Ebasî bi ahengekê, mîhrîcan xemiland.  

  Civaknasê navdar ê Tirk Îsamil Bêşikçî beşdarî di starneka Kurdî de dike ku li ser avabuna dewleta Kurdîye û dibêje:(Ez zanim Kurdistan çêbe). Ew stran ku hat belavkirin, strana hunermendê navdarê ê Kurd Nîzamettîn Arîç û Bêşikçî û Eskerê Boyik ku nivîserekê navdarê Kurdên Ermenîstanê ye pişikdarî di vê stiranê de kirîne.

Rêveberîya polîsên parêzgeha Duhokê dîyar kir ku îro hunermend Zahid Birîfkanî bikuştî hat dîtin û lêkolîn li ser sedemê kuştina wî berdewame.

  Hunermendê gorbihuşt Mihemed Şêxo ku roja 9'ê adara 1989'an wefat kiribû di rojava wefata wî de meşeke ji bo bîranîna wî tê lidarxistin.

Helbestvanê Kurd ê ji rojava Kurdistanê Mihemed Elî Hiso li bajarê Qamişlo di temenê xweyî 86 salan de çû ser dilovanya xwedê. Di sibeha roja 4 Adarê de Helbestvanê bi nav û deng li rojavayê Kurdistanê, li piştî demekê ji nexweşiyê çave xwe li jiyanê girt.

Google Translate 13 zimanên din jî tevlî bernameya xwe ya wergerê kir. Ji van zimanan yek jî, ji zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî ye. Piştî 13 zimanên din, êdî Google bi 103 zimanan xizmeta wergerê dide.