Albuma “Jan” a hunermend Armanc ji aliyê Kom û Mîr muzîkê ve derket. Hunermend Armanc diyar kir ku hemû berhemên wî wek zarokên wî in û got: "Lê strana ‘Perşîn’ ji bo min tiştekî cuda ye. Çimkî perçekirina gel û erdnîgariyekê vedibêje.”
Ji peyvê helbestvanê navdar Şêrko Bêkes hunermenda kurd Leyla Ferîqî stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.
Leyla Ferîqî îro hevdem ligel destpêkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, stranek bi navê “Kurdistan” belav kir.
Hunermendê Kurd Kanîwar yê ji bajarê Qamişlo ku bêtirî 25 salan e koçberî Ewropayê bûye li welatê Hollandayê ji ber nexweşiyê koça xwe ya dawî kir.
Kanîwar ku temenê wî 55 salî bû, ji zêdetirî 30 salan ve dest bi mûzîkê û stanan kiriye û xwedî gelek berhem bûye, wek “Xwazî Yarê, Hatin Ewropa, Xwazî dayê zarokek ba ma”
Bi boneya çapkirin û weşana 10 pirtûkan ji yên endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriya roja 31-7-2017. Li hola Zana li bajarê Qamişlo aheng bi amadebûne camawerekî gewre ji rewşenbîr,nivîskar,saziyên civaka sivîl, rêxistinên siyasî,û alavên ragihandinê hate li darxistin.
Di bernameya Kurd Idol li bajarê Silêmanî keça Kurd Jînda Kanco bû stêra Kurd Idol.
Jînda ji bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye piştî pêşbirka mazin li gel hevalên xwe (beşdaran) di rêza yekem de derket û bû stêrka vê bernamê.
Navenda Newroz a Vejandina Civaka Sivîl li Amûdê, û bi serpereştiya Partiya Pêşverû duh Înê belgefîlmek li ser jiyana nivîskar Reşîdê Kurd da pêşandan. Ew belgefîlm bêhtirî xwe giranî dida kar, berhem û astengiyên di jiyana Reşîdê Kurd de.
Navenda Kemal Derwêş a Rewşenbîrî li bajarê Amûdê, duh Înê şevbuhêrkeke helbestî û sitranbêjî bi amdebûbûna birek ji helbestvan û hunermendên Kurd li dar xist.
Şevbuhêrk bi rawestana xuleke bêdeng li ser giyanê pakrewanan dest pê bû, paşê kesên beşdar helbestên xwe yên cihêreng xwendin.
5’emîn Festîvala Şanoya Amedê ya ji aliyê Şanoya Bajar ve tê lidarxistin û bi piştgiryeke mezin didome.
Di festîvala ku hunermendan bi îmkanên xwe pêk anîne de li ser dîka Şanoya Bajarê Amedê lîstika ku Behîc Cem Kolan nivîsiye û rêveberiya wê dike ““Hûn me diwestînin her bijî ji we re” hat pêşkêşkirin.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 4'emîn Festîvala Çand û Hhunerê ya Rojava îsal careke din li dar dixe.
HRRK ya Ewropayê ev sala çaran e vê festîvalê li dar dixe lê îsal cudabûneke ew e ku dema ev festîvala li Ewropayê li dar dikeve, li rojavayê Kurdistanê jî HRRK bi heman şêweyî festîvalek din jî li dar dixe.
Komîta xelata Osman Sebrî bo dostaniya gelan, bi dilşadî we vedixwîne rêwresmên xelatkirina dosta gelê Kurd, helbestvana Emazîx Melîke Mezzan.
Rêwresmên Xelatkirinê, dê bi amadebûna Xanim M. Mezzan li edrêsa jêrîn pêkbên:
Dem: RojaŞemiyê, 13. 05. 2017
Kat: 13,00
Cih: Münsterstr. 119
Bi helkefta roja zimanê Kurdî Dezgeha SEMA ya rewşenbîrî û hunerî we vedixwîne semînareke hevbeş li ser navê (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDIN Û WÊJEYÊ DE) bi beşdariya:
Nivîskar û rojnamevan Besam Mistefa li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI WÊJEYÊ DE)
Nivîskar û lêkolînvan Xalid Cemîl Mihemed li ser (ZIMANÊ KURDÎ DI RAGIHANDINÊ DE)
Hunermanda navdar a Kurd, Çopî Fetah albumeke nû bi navnîşana Binar belav kir û hezkiriyên xwe dilxweş kir.
Îro çarşemî 12ê Nîsana 2017ê, albuma nû ya stranbêja navdar a Kurd, Çopî Fetah ku ji 13 trakan pêk hatiye, tê belavkirin.
Roja 23ê Adara sala 2002 an seydayê Tîrêj koça dawî li bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê kir.
Helbestvan resen Tîrêj Navê wî yê rastî Nayif e. Ew kurê Heso ye di sala 1923´an de li gundê Nicmok li ser riya Qamişlo û Amûdê hatiye dinê..
Dezgeha Sema ya çandî û hunerî pîrozbahiyên gerim pêşkêşî we dike bi helkefta cejna netwî ya gelê Kurd Newroz. Cejna buhar û aştiyê û azadiyê û biratiyê û tekoşînê.
Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Dilgeş di temenê 65 salî de û ji ber nexweşiyê koça dawî kir.
Hozan Dilgeş ku ev demek bû nexweşiya şekir girtibû û ji ber nexweşiyê her du lingên wî di ser çokê re hatibûn jêkirin, duh li Almanyayê koça xwe ya dawî kir.
Koma Ş.”Yekta Herekol” îro li Navenda Hûrî ya Çand û Hunerê li Amûdê şanoyek bi navê”Kêlîkekê Were” da pêşandan.
Ev şano bi amadebûna xelkên deverê û hezkerên şanoyê bi rê ve çû.
Naveroka şanoyê li ser kesekî bû ku hewl dida dengê nayê li jiyanê belav bike, anku dengê rastiyê lê mirovek dibû rikber jê re.
Îro roja Şemiyê 25.02.2016 mixabin di dema rûmala bûyerên şerê Mûsilê de, ji ber teqîna bombeyeke vedayî rojnamevana jêhatî ya Rûdawê Şîfa Gerdî şehîd bû û wênegirê wê Yûnis Mistefa jî birîndar bû.
Roja 21’ê Şubatê li seranser cîhanê wek ”Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî” tê pîroz kirin.
Roja Zimanê Dayikê ya Navnetewî ji alîyê UNESCO ve di 17’ê Mijdar a 1999’an de hate ragihandin.
Bi wê biryarê, armanca UNESCO balkişandina girîngîya pirçandî û pirzimanî li seranser cîhanê bû.