Share |

nûçe

  Di salavegera yekemîn ya rizgarkirina Kobaniyê de, bajarê Kobaniyê sînga xwe li ber xelkê xwe vekir da ku şahiya rizgarkirina wê bibîr bînin, tevî êş û wêraniya wê lê ew bûye semboleke mizin ji gelê Kurd re. Hunermendê navdar Mehmûd Ezîz bi awaz û stranên xwe li wir amade bû, da ku şahiya rizgarkirinê bi xelkê Kobaniyê re par bike.

  Hunermendê Kurd yê navdar Kerîm Kaban di roja pêncşemê de 14-1-2015 li nexweşxaneya şar li Silêmaniyê  koça xwe ya dawî kir. Biryare îro danê nîvro hunermaendê mezin bê oxir kirin û termê wî bi axê bi sipartin.

   Li bajarê Amûdê û di 1ê çileyê de, radyoya amûdê fm, weke radyoyeke xwecihî dest bi wşana xwe ya zindî kir. Xebatkar û karmendên amûdê fm perwerde û rahênanên karên ragihandin û bitaybetî yên radyoyê bidawî kirin, wisa dest bi karê xwe kirin.

Tevî şerê nava Sûra Amedê ku di encama wê de tevger li nav kuçe û kolanên Sûrê ji mehekê zêdetir e qedexe ye.

 Kovara Sormeyê / Hejmara Nehan-daneya elektronîk Dosyaya Hejmarê: Zimanê Dayîkê û Pirzimanî - Zimanê Dayîkê, Hîmê Pirzimanîyê ye

Yekemîn fîlm dirêj a derhênerê kurd Mano Xelîl xilas bûye û dê 21ê Çileya 2016ê weke fîlmê vekirina giringtirîn festîval fîlmên swîsrî “Solothurner Filmtage“, yekemîn car bê nîşandan. Fîlma nû ya Mano Xelîl bi navê Schwalbe (Hecîreşk – Dûvmeqesk) 102 deqeyan dirêj e û dê 4ê Sibata.2016ê bikevê sînemayan.

3yemîn Festîvala Şanoyê ya Amedê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve tê lidarxistin bi beşdariya gelek komên şanoyê ji herçar percê Kurdistanê ji Dihok, Silêmaniyê , Kerkûk, Kermenşah, Îlam, Nisêbîn, Batman, Istanbol û her weha ji Qamişlo lê ji ber estengiyên ku dewleta Tirk li ser sînor derxistin nikarîbûn beşdar bibin.

  roja 19/11/2015, li bajarê Silêmaniyê bi druşmeya (ramanên biwêr meşxela rewşenbîriyê ne) 19. Festîvala Gilwêj dest bi karên xwe kir.  

Li bajarê Silêmanî di Festîvala Çandî ya Endêşe de Xelata Romana Kurdî a îsal dan nivîskar Helîm Yûsiv.

  Bi hezaran kes qurbaniyên Sînemaya Amûdê ya Şewitî di salvegera wê ya 55’an de bibîr tînin.

9emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dê li Picture Housê di 13ê Mijdarê de dest pê bike û heya 20ê Mijdarê bidome.   Tîma organizasyonê diyar kir, di festîvala îsal de 9 fîlm, 11 belgefîlm û 10 kurtêfîlm dê werin pêşandin.  

Mîhrîcana Helbestên Kurdî li Suriye (MHKS) ku ji sala 1993’yan û vir ve ji aliyê helbestvanên kurd ên Rojava ve tê organîzekirin, vê carê li bajarê Amûdê hate lidarxistin.  

Filmê dokumêntî yê derhêner “Weysî Altay” yê ku li ser jinên berxwedana Kobanê hatîye dirustikirin li bajarê Bonê li Almanya hat nimayîşkirin.

   Konferansa Komeleya Nivîskarên Kurd îro 3-cotmehê li ser rewşa wêjeya Kurdî ji dîrokê heya îro,

  Festîvala navnetewî ya Duhokê bi hejmareke pir filîm li bajarê Duhokê a Behdînanê bi amadebûna serokwezîrê Herêma Kurdistanê dest pê kir.

Di 1û 2ê tebaxa 2015an de li Silêmaniyê, li bin navê „Rojava qiblegeha hest û helwestane“,

    Hunermend Ednan Kerîm hijmareka berçav a meqamên Kurdî yên hunermend Elî Merdan bi rengekî nû û deng û mozîkeka nû di qalibê projeyekî da binavê

  Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) piştî şaxa Bakur vê carê dixwaze li Başûr şaxa xwe veke.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ji bo çêkirina postera herî baş li ser berxwedana Kobanê pişbirk(berêkanekê) radighîne. Armanca wê piştgiriya hunermend û şêwekaran bi riya pêşderxistina karînêna wan di wêne û peyvan de. Divê kesên beşdar di temenê 18 salî û jor de bin. Her wiha divê wêneyên wan ji ramanên wan yên taybet bin, û li gorî kualîteya ne zêdetir

Şaredariya me, Qesra Cemîl Paşa piştî restore kir wek Muzeya Bajêr dabîn kir, xist ber xizmeta bajêr. Hevşaredarê me Firat Anli di vekirina muzeyê de axivî û got,

(Heçî em Kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê diaxivin, piranîya me ji vî zimanî pêve bi çi zimanî nizanin.

komeleya "witte rozen" ya jinan we vedixwîne ji bo beşdarbûna "Roja kultûra Kurdî li Bajarê Oostende li Belcîka", demjimê 01:30 piştî nîvro a roja 13/6/2015ê, bi beşrdarbûna van hunermedên Kurd: Semîr Elî, Gernas Ma'o û Hekîmo. herhiwa hindek nimûne ji xwarinên Kurdî, ji we re dê werin pêşkêşkirin. buhayê bilêtan: ji bo mezinan: 10 euro ji bo zarokan: 5 euro

Li bajarê Duhokê rojên şanoyê yên Amedê, bi pêşkêşkirina lîstika “Hamlet” a Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest pê kir.