Share |

Edebî

    Vê şevê, Li rûyê mirinê dinêrim, Rûyekî ji dilê min Ji kefenê xewna min Û ji berfa hasten min Spîtir e… Xwedê dilerize, Pinpinîk dişewitin, Bahoz poşman dibin, Destên qederê ji ser milên min dikevin.. Ez jî çavên miriyên xwe di kila xatirxwestinê de vedikim...  

    lê lê dilberê bi sonda hesreta dilê bêsebir li benda bixêrhatina te me li danê êvaran di kolanên te yên kavilbûyî re derbas dibim li nav peşkên barana payîzê bêhna henasa gewriya te dikişînim nava xwe

    Pirtûka sêyemîn a Mahsûm Nisêbînî bi navê “Xunava Gulan” derket. Berhema helbestê ji Lîsê derçû. Sêyemîn pirtûka Mahsûm Nisêbînî “Xunava Gulan” derçû. Xunava Gulan, pirtûka helbestan e. Di vê berhemê de 51 helbestan hene û ev helbest li cihên gelek cuda hatine nivîsandin.

  Newroz! Newroza pîroz! Strana evîndarên rojê û serkeftinê! Şîniya xeyalên Sîmirên çiyayî! Dengbêjiya mirinê vedigerînî jînê! Herifandina dîwarê virên asê! Efsana çîrok û çîvanokan! Qiblegeha kevneşopiyê! Cejna kuştina ejdeharê heftserî û evîna xwedawendên xweşiyiyê!

  Ev sibeh, ne ji rêzê ye. Cav, ne evêndarên xewê ne.  Evînî ji gundê me dibare. xewn û xeyalan, dîwaran wenda kirine. Bajar, di evrazên tenahiyê de avabûne. Keştî, ber bi peravên buhiştan ve diçin. Pêjna te tê û tu ne xwiyayî !.

        ji edîtor        Paul Claude, dibê: “Bêsûc’tî, him gunehkariyek e, him talûkeyek e û him mêrkujî ye.”

  Rezoyê Osê, nivîskar, helbestvan û rexnevanê kurd di roja 10.10 1950 de li gundê Dekşûrî qeza Qamişlo hatiye dinyayê û di roja 4.3.2010 de li bajarê Qamişlo çû ber dilovaniya Xwedê û li goristana gundê Dekşûrî hate veşartin.

bi cama evîna dilê şikestok bêçaretiya xwe li zendê salên poşman   dinivisînim şopa tirsa demsalên hovane di kefa destê xwe de vedişêrim pêşeroja min di herika rûbarên giyan de xeniqî ji gewriya nûçeyên rojane

  Her dema kû giyan û canê wî bihevre biketana heyecaneke bêsedemî,  kûr û bê binî, û sawîr û  xalên reş li pêş çavên wî bihatana zelal kirin!…. Hingî dizanîbû kû wê tofaneke mezin, lehîyeke giran li jiyana wî rabe,  ne tenê ya rojane, lê belê ya pêşerojê jî, û wê xwe bi rengê bûyerekê bidê xuyanî kirin?!.

  Di Bahol’a Çiya Mazî de çîrok hene îjar jî. Lehengęn çîrokęn Baholę rahiţtine bahol û tûrikęn xwe ku rewţa welatę wan, rewţa erd û axa wan û derûniya mirovęn li ser xaka wan tęde ye û bi rę ketine.